Daxûyanîya Europolê li bara zêdebûna kiryarên têrorîstî li Ewropayê
Polîsê Ewropayê (Europol) ragihand ku bi sedan têrorîst jibo cihanîna opêrasyonên têrorîstî li Ewropayê amade ne. Europolê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku têrorîstên li Iraq û Sûrîyê jibo koma têrorîst a DAIŞ`ê şer kirine zivirîne Ewropayê.
Li gorî daxûyanîya Europolê, komên têrorîst û tundrê bi pasportên sexte yan rastî derbasî Ewropayê dibin û girêdaîyê bandên qaxaça mirovan nînin. Europol texmî dike ku hejmara têrorîstên ku ji YE`yê li Iraq û Sûrîyê şêrr dikin 5 hezar kes e û nêzî 1500 heta 1800 kes ji wan zivirîne Ewropayê.
Daxûyanîya Europolê li bara zêdebûna gefên têrorîstî li Ewropayê li gorî zincîrebûyerên têrorîstî li welatên mezin ên ewropî nemaze Fransa û Almanîyayê watedar dibe. Di encama opêrasyona têrorîstî ya herî dawîyê di 14`ê Tîrmehê li bajarê Nîs a Fransayê da, mêrekî ku ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê bû, bi kamyonê da ser gel û pê li wan kir û 84 kes kuştin û 200 kes jî birîndar kirin.
Qewimîna êrişên têrorîstî li Ewropayê niha tenê ihtimaleke dûrî fikran nîne, belkî li gorî dubarebûna êrişên têrorîstî hin rayedarên Ewropayê yên wek Manoêl Vals serokwezîrê Fransayê bêjin ku gelê Fransayê divê fêrî jîyana li rex êrişên têrorîstî bibin.
Xala berovajî li vira eva ye ku rayedar û sazîyên ewlehîyê yên ewropî li halekî behsa zêdebûna gefên têrorîstî dikin ku hin welatên mezin ên YE`yê nemaze Fransa û Birîtanîyayê ligel Amerîkayê û hevgirtîyên wan ên ereb, roleke bingehîn li pêkanîn û bihêzkirina koma têrorîst a DAIŞ`ê û komên din ên tekfîrî li Sûrîyê lîstine. Dûhatên vê sîyaseta wan li Ewropayê bi dû awayî aşkira bûne. Yekem dûhata vê helwesta welatên rojavayî bi şiklê pêla berfire ya penaberan ber bi Ewropayê xwe nîşan da û YE bi qeyrana herî mezin a ji dema pêkhatina vê yêketîyê va rûbirû kirîye. Hasila duyem a vê helwestê, berfirebûna têrorîsmê ango pekîna wê li Ewropayê bi vegera têrorîstên ewropî li vê parzemînê ye.
Ewropîyan nemaze fransîyan xeyal nedikirin dûhatên alîkarîyên wan bo pêkanîn û berfirekirina komên têrorîst li Sûrîyê rojekê pêsîra wan xwe jî bigire. Rastî eva ye ku dewletên ewropî hasila tovê têrorîsma ku li Rojhilata Navînê çandine, diçinin.Tecrubê nîşan daye ku komên têrorîst insîyatîfê digirin destê xwe û dikarin plana demû çawanîya pêkanîna êrişên xwe darêjin. Ev meseleya bûye sebeb tevî tivdîrên elwehîyê, dezgeh û sazîyên elwehîyê û yên polîs ên van welatana xwe li ber kiryara pêkhatî bibînin ango karek ji destê wan neyê û têrorîst karê xwe bikin. Opêrasyona têrorîstî ya vê dawîyê li Nîs û Parîsê û her wiha êrişên têrorîstê yên Adara 2016`an li Brûksêlê, hasila bikaranîna têrorîsmê wek darê destan û parvekirina wê ser têrorîsma baş û xirab e. Welatên rojavayî û evgirtîyên wan ên ereb dewsa sekinîna li hemberî têrorîsma tekfîrî, jibo pêşdabirina armanc û berjewendîyên xwe alîkarîya komên têrorîst kirin û di encamê da van komana bi komkirina endamên zêde û xurtkirina xwe, opêrasyona têrorîstî ya berfire li navenda Ewropayê pêk anîn ku berê kesî xeyala vê yekê jî nedikir.