Babetên nû yên darbeya leşkerî ya şikestxwarî li Tirkiyê
Serokwezîrê Tirkiyê şemiyê 23 Jolayê ji biryara dewleta Enqerê bona têkbirina garda serokkomariya vî welatî û guhartina nizama hêzên çekdar a vî welatî xeber da.
Piştî derketina hukmê zîndanîkirina 300 endamên garda serokkomariya Tirkiyê, ku hêtimala desthebûna van kesan li darbeya şikestxwarî heye, tu kes fikir nedikir saziya ku li gor teoriyê diviya saziya herî emedar ya her welatekî li serokkomarê wê bibe, nişkêve ji nav sîstema îdarî ya vî welatî bê derxistin.
Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê şemê bi şev ragihand, piştî ku 300 endamên garda serokkomariya vî welatî ji ber desthebûna li darbeya leşkerî ya 15 tîrmehê hatine girtin, karbidestên vî welatî biryar dan ku vê sîstemê têk bidin.
Bînalî Yildirim got: êdî tu hewcetiyek bi garda serokkomariya Tirkiyê tune û karbidestên Tirkiyê ragihandine ku tu niyetek li bara ji nû ve avedan kirina vê sîstema eskerî tune.
Li gor raporên belav bûyî ji nav Tirkiyê, li garda serokkomariya Tirkiyê 2500 kes xizmetê dikin ku piştî darbeya leşkerî li vî welatî 283 endamên vê saziyê hatine girtin.
Li alûgorên piştî ragihandina rewşa awarte li nav Tirkiyê her roj nûçeyeke nû li bara girtina xelkê vî welatî belav dibe û her roj xelk bi hêviya bihîstina nûçeyeke nû li ser girtina tawanbarên darbeya leşkerî ne.
Girtina bi berfirehî ya eskerên pilebilind ên artêşa Tirkiyê, paqijkirina saziya dadweriya Tirkiyê ji wicûda kesên peywendîdar bi cimaeta Gulen, girtina pîşiya xebata saziyên perwerdehî û medresên Cemaeta Gulen, Girtina kesên nîzikî Fethullah Gulen ku pişkek ji hêzên eskerî, dadwer, muelim, rojnamevan, mamostayên zanîngehan û kesên din ên sivîl digre ber xwe, ji xebatên sereke yên dewleta Enqerê dijî darbeçiyan e.
Ji aliyê din ve dewleta Enqerê bona ku pêşiya aloziya civakî bigre û bona zêdekirina zextûzora xwe ser xelkê, bitaybet ser cemaeta Gulen, karbidestên Enqerê mijûlî axivtina tev karbidestên Amerîka ne, daku Fethullah Gulen ku li nav Amerîka da dijîn, ji vî welatî bizivirînin Tirkiyê.
Hatiye ragihandin ku Mewlûd Çawûçoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê seredana Amerîkayê kiriye, daku bi îdiaya rayedarên tirk hin belgeyan li bara desthebûna Fethullah Gulen rêberê cemaeta Xizmet li darbeya leşkerî ya vî welatî raberî Amerîkayê bikin û qaşo vê yekê bidin îsbatkirin û karbidestên Amerîka qayil bikin ku Gulen vegerînin Tirkiyê û wî bidin ber destê rayedarên tirk.
Ji aliyê din ve hevçaxî belavbûna seredana Mewlûd Çawûçoglu bo Amerîka, hinek medyayên Tirkiyê jî ji destpêbûna operasiyonên artêşa Tirkiyê dijî pêgehên PKK li bakûra Iraqê xeber dan.
Êrişa roja şemiyê ya artêşa Tirkiyê dijî pêgehên PKK , ewil êrişa hêzên hewayî dijî PKK piştî darbeya leşkerî ya şikestxwarî li vî welatî bû. Rojnama Milliyetê bilî belavkirina vê nûçê ragihand ku firokên şerî yên Tirkiyê du pêgehên PKK li navça Gara li bakûra Iraqê bombebaran kirin.
Hatiye ragihandin ku hedefa sereke ya artêşa Tirkiyê ji êrişa dijî pêgehên PKK, bilî viya ku dewama siyaseta serkutkirinê ya dewleta Tirkiyê li dij PKK îsbat dike ya din eva ye ku dewleta Tirkiyê hewl dide bi êrişên wiha îsbat bikeku piştî darbeya Leşkerî hîn jî bi hêz û deshilat e û dikare karûbarên welat û ewlehiya wê kontrol bike û bêxe desê xwe.
Wisa diyare armanca sereke ya dewleta Tirkiyê ji şerê li dijî Cemaeta Xizmet bi serokatiya Gulen û endamên PKK bi serokatiya Ocalan û wek hev zanîna Cemaeta Xizmet û PKK û terorîst bi navkirina wan her duyan ji aliyê dewleta Enqerê, nîşana viyaye ku hema li aloziyên piştî darbeya leşkerî li nav Tirkiyê, Enqere Cematea Gulen û PKK wekî hevdu û terorîst dizane ta ku bikaribe bîrûraya giştî ya xelkê Tirkiyê bona sekinîna li hemberî van du grûpan amade bike.
Li hal û rewşeke wiha Sergeyî lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê hêviya xwe daye diyarkirin ku êdî Enqere dest ji alîkariya terorîstan berde.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyayê bal kişande ser viya ku peywendiya navbera Enqerê û Moskovayê pirtir maye ser siyasetên Enqerê li bara Sûriyê û hêviya xwe daye diyarkirin ku êdî Tirkiye dest ji piştevaniya ji terorîstan berde û nehêle ku terorîst ji nav axa vî welatî bikevine nav axa Sûriyê û cinayetan pêk bînin.
Ev gotinên Lavrov, bi curekê hişyariya ji bo dewleta Tirkiyê jî tê hisab ji ber ku ev welata hema mijûlî alûgorên xwe yên hundirî ye û çavên xwe li ser hatûçûna terorîstan ji sînorên vî welatî nav axa Sûriyê girtiye , loma terorîst hema bi rehetî çek û sîlahan ji nav axa Tirkiyê dibene nav axa Sûriyê û Enqere jî pîşiya van hatûçûnên terorîstan nagire.
Sercem mirov dikare bêje, siyasetên karbidestên Enqerê nîgeraniya li nav civata vî welatî berfirehtir kiriye û eger Enqere li siyasetên xwe mentiqî û beraqil nebe dê rastî xisaretên giran were.
Êvara îniyê komek ji çekdarên Tirkiyê tevî rakirna firokeyên şêrr ên F-16`ê, dagîrkiirna saziya Radyo û Televîziyona dewletî ya Tirkiyê û bombarana saziyên girîng ên dewletê dest bi darbeyê kirin ta hikûmeta Erdoxanê serokomarê vî welatî ya pêkhatî ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) serûbinî bikin; Lê tevî çend saet hewildana xwe bi ser neketin û Erdoxan û dewleta wî ji têkçûnê filitîn.