Dewama pêla girtin û binçavkirinan li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i229294-dewama_pêla_girtin_û_binçavkirinan_li_tirkiyê
Alûgorên niha yên Tirkiyê ku li edebiyata siyasî, wê wekî Darbeyê bi nav dikin, bûye sedema girtina serok û emîrên artêşê, heya girtina dadger û dadwerên Tirkiyê .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2016 14:55 Asia/Tehran
  • Dewama pêla girtin û binçavkirinan li Tirkiyê

Alûgorên niha yên Tirkiyê ku li edebiyata siyasî, wê wekî Darbeyê bi nav dikin, bûye sedema girtina serok û emîrên artêşê, heya girtina dadger û dadwerên Tirkiyê .

Ev reftara dewleta Enqerê piştî pûçkirina darbeyê, bala civakên siyasî û rayedarên civaka ewrûpî, ber bi xwe ve kişandiye. Girtina zêde ji 6 hezar kesî li Tirkiyê û mijara xwesteka xwenîşanderan bona îdamkirina darbeçiyan, bû sedem ku hin rayedarên civaka ewrûpî, hebûna lîsteyeka ku ji pêş ve hatiye amadekirin û tê de navê kesên ku hatine girtin heye, ragihînin. Di vî warî de nûnerê Almanyayê, ji bilî redkirina dayîna îbtalkirina vîzeya welatiyên Tirkiyê di îsal da bo rayedarên vî welatî li bara pêkanîna hikmê îdamê, hişyarî da. Gontêr Otêrîng, ragihandiye li gorî alûgorên vê dawiyê yên li Tirkiyê, ne mumkin e ku Yekîtiya ewrûpayê îsal bigihîje hevhatinekê di warê îbtalkirina vîzeyê tev vî welatî.

Wî heriha li ser pêkanîna dubare ya hikmê îdamê, hişyarî da Erdogan û got: Her welatek ku tê de hikmê îdamê hebe, nikare ku bibe endamê Yekîtiya ewrûpayê. Horst Zîhûfêr (Horst Seehofer), serokê Partya Sosyal Mesîhî ya Almanyayê û yek ji hevpeymanên nêzîkî Angêla Mêrkêl, serokwezîra vî welatî jî, beriya niha li bara îbtalkirina vîzeya Tirkiyê ya bi dû kiryarên dewletê piştî darbeya serneketî ya li vî welatî, şik û gumenên xwe dabû diyarkirin.

Zîhûfêr, hegera nihêrîneka wiha serkutkirina neyaran ji aliyê Tirkiyê ve ragihand.

Hemû ew gotin demekê wateya xwe peyda dike ku serokkomarê Tirkiyê, behsa xwesteka xelkê ya bona îdamkirjna sebebkarên darbeyê kir. Gotinên ku civakên nûçeyan û çapemeniya Ewrûpayê wan wekî meyl û heza Erdogan bona kuştina neyaran bi mihaneya bersivdayîna bi xwestekên giştî, bi nav dikin.

Serokê Komara Tirkiyê, li hevpeyvînekê tev kanala nûçeyan a CNN`ê got ku xelkê Tirkiyê dixwezin ku sebebkarên darbeya serneketî ya sibeha şemiyê li vî welatî, werin îdamkirin.

Tişta ku wan şik û gumanan xurt kiriye, ev beşa ji gotinên Erdogani ye ku gotibû, Çima divê ku ez wan li zîndanê xwedî bikim û di salên tê de xwerekê bidime wan?

Eva tiştek e ku xelk dibêjin. Ew dixwezin ku darbeçî deslidest ji nav herin.

Helbet, Erdogan daye zanîn ku bi mercê ku qanûna bingehîn a Tirkiyê li meclisa vî welatî were guhertin, wê bijareya îdamê ku hatiye xwestin, cih were. Ji bilî serokkomarê Tirkiyê, wezîrê karên derve yê vî welatî jî, bersiva rayedarên ewrûpî daye. Mewlûd Çawûşoglû jî li berteka li hember gotinên Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ku çawaniya reftara dewleta Tirkiyê ya tev darbeçiyan, rexne kiribû, hemû rexneyên li ser reftara Enqerê tev wan kesana tiştek da zanîn ku nayê qebûlkirin û got ku ev rexne ji aliyê wan kesana ku bona darbeyê hewl dan, tê piştgîrîkirin.

Berteka  rayedarên dewletên rojavayî li hember pêla girtinan, bi giştî li çarçoveya nigeraniya ji ber reftara dewleta Tirkiyê ya girtina komkî ya wekî tolhildanê tev hakim û dadwerên tir û emîrên artêşê hatiye raberkirin.

Hin civakên siyasî yên welatên rojavayî jî behsa vê yekê kirine ku darbeya li Tirkiyê wekî şanoyekê bûye û ji pêş ve hatiye amadekirin û plandarêştin.

Serokkomarê Tirkiyê, îdiayên ku li bara şanobûna darbeya bêencam a vî welatî, raber bûne, red kirine. Erdogan li gotûbêja tev kanala televîzyonî ya CNN`ê, îdiayên ku ji aliyê hin neyarên dewleta Tirkiyê li bara vê yekê ku Darbeya serneketî kareka wek şanoyê û numayêşî bûye, hatibûn raberkirin, got ku tişteka wiha ne mumkin e.

Serokkomarê Tirkiyê destnîşan kir kesên ku îdiayên wiha raber kirine dil hene ku rastiya, şaş nîşan bidin. Wî careka din Tevgera Xizmetê tawanbar kir û ev tevgera tevgereka terorîstî da zanîn û destnîşan kir, derbeyeka ku li vê tevgerê ketiye, qet nehatibû dîtin û bêmînak e.

Xwesteka radestkirina Fethullah Gulen, serokê Tevgera Xizmetê, ji Barak Obama, serokkomarê Amerîkayê, beşa sereka ya gotûbêja Erdogan tev kanala CNN`ê bû. Wî bi tawanbarkirina Gulen bi desthebûna li darbeya serneketî ya li vî welatî, got: Wê tevgera Xizmetê, kokbir bibe û çekdarên xayîn ên ku darbe pêk anîne, bi giranî ceza bibin. Axiftina ku belki hegera hemû nigeraniyên civakên welatên rojavayî ji ya ku bertekên hestyar û li ser hestan û bertekên neasayî yên dewleta Enqerê li hember sebebkarên darbeyê didin zanîn, be.