Modêlên nû yên serameydanîna bîyanîyan li pêşeya nifta Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228901-modêlên_nû_yên_serameydanîna_bîyanîyan_li_pêşeya_nifta_Îranê
Şîrketên bîyanî ji hevkarîya ligel şîrketên îranî di çaçrova modêlên nû yên peymanên niftê da pêşewazî kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2016 15:48 Asia/Tehran
  • Modêlên nû yên serameydanîna bîyanîyan li pêşeya nifta Îranê

Şîrketên bîyanî ji hevkarîya ligel şîrketên îranî di çaçrova modêlên nû yên peymanên niftê da pêşewazî kirine.

Emîrhisên Zamanînîya, alîkarê wezîrê niftê yê Îranê, şeva buhurî tevî ragihandina vê nûçeyê got: 8 şîrket di vî warî da hatine nirxandin û nasandinê. Wî her wiha got: Ev şîrketana ji şîrketên çalak û kara yên beşa pêşeya nifta Îranê ne û çarçova modêlên nû yên peymanên pêşeya nifta Îranê jî qonaxên dawîyê derbas dike.

Wezareta niftê ya Îranê peymanên nû yên niftê amade dike ku wek modêla çaran a peymanên niftê tên binavkirin.

2 armancên kilîdî li van modêlên peymanên niftê wek esas hatine berçavgirtin. Armanca yekem pêşxistina pêşeya niftê li gorî plana şeşan a pêşxistina welêt ser bingeha aborîya berxwedanê û cîgeha niftê li vê sitratêjîyê ye. Armanca duyem jî ku armanca yekem tekoz dike, sûdwergirtina tam ji potansîyelên peydakirin û derxistina niftê yên îranî ye.

Bikaranîna modêlên nû yên peymanên niftê li Îranê li gorî rewşa cehanê û bazara niftê û pêwîstîya guhertina modêlên berê bêveger e. Rewşa niha ya bazara navnetewî ya niftê û derfetên nû yên bi dû rêketinama navokî, pêwîst dike peymanên wisa bên bikaranîn ku bikaribin armancên pêşxistina pêşeya nifta Îranê di çarçova aborîya berxwedanê da dabîn bike. Loma pêwîstîya anîna sermaya bîyanî pêvajoyek e ku divê bi saya sûdwergirtina ji modêlên nû yên peymanê, zemîneyê jino anîna sermayê tevî veguhestina teknolojîyê bo pêşeya nifta welêt pêk bîne.

Li gorî hestyarîyên di vî warî da û nêrînên ku li bara modêlên nû yên peymanê di rojevê da ne, hin çaksazî ketine rojeva meclisê û wezareta niftê.

Li gorî rêformên vê dawîyê yên peymanênnû yên niftê, mijara veguhestina têknolojîyê di van peymanan da hatîye tekezkirin, ji ber ku veguhestina têknolojîyê yek ji armancên sereke yên peymanên nû yên niftê ye û mijara veguhestina têknolojîyê di van peymanan da divê garantîyeke cîanînê ya qahîmtir hebe.

Ji hêla din ve, rola şîrketên niftê yên Îranê li cîhanîna peymanên nû yên niftê, wê demê dikare berbiçav û bibandor be ku bi palpiştîya têknolojîya xwecî be. Ji ber vê armancê pêwîst e ku li nav berpirs û xebatkarên şîrketên peydakirin û derxistina niftê da ev bawerîya bê xurtkirin ku kompanîyên îranî dikarin di demeke dirêj da bigihêjin mewqîyeke hêja di warê têknolojîy û pêşxistina pêşeya niftê da.

Ser vî esasî, wezareta niftê yê li nîfşa nû ya peymanên niftê da modêleke nû bi kar bîne ku him mafên welatê derînerê niftê garantî bike û him jî garantîyên tekoz bide sermadaner ku berovajî qanûnên navnetewî nebin û bibin sedema pêşketina aborîya welêt.