Dîwarê tirsa ji DAIŞ`ê li Mûsil û Neynewayê hilweşiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228526-dîwarê_tirsa_ji_daiŞ_ê_li_mûsil_û_neynewayê_hilweşiya
Rûniştiyên bajarê Mûsilê li halekî mijûlî azadbûna ji destê DAIŞ`ê ne ku dîwarê tirs û xufa ji vê koma têrorîstî hilweşiyaye û gel eşkere ji wan rexne dikin û li hemberî wan radiwestin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2016 14:51 Asia/Tehran
  • Dîwarê tirsa ji DAIŞ`ê li Mûsil û Neynewayê hilweşiya

Rûniştiyên bajarê Mûsilê li halekî mijûlî azadbûna ji destê DAIŞ`ê ne ku dîwarê tirs û xufa ji vê koma têrorîstî hilweşiyaye û gel eşkere ji wan rexne dikin û li hemberî wan radiwestin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê malpera Ehdê, bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê û navçeyên derdora wî li halekî mijûlî azadbûna ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê ne ku dîwara tirs û xufa ji vê komê hilweşiyaye û gelê eşkere ji wan rexne dikin û li ser dîwarên kolanan dirûşemyin li dijî DAIŞ`ê tên dîtin.

Rewşa awarte ya Mûsil û Neynewayê

Mûsil û navçeyên din ên parêzgeha Neynewayê van rojan di rewşeke awarte da ye û qey tu dibêjî li benda qewimîna bûyerekê ne heta wê astê ku rûniştiyên Mûsilê li pey serketinên bi dû hev ên hêzên iraqî li azadkirina Felûceya parêzgeha Enbarê hêvîdar in ku bajarê wan jî ji bin dagîrkeriya DAIŞ`ê û cinayetên wan rizgar bibe, tevî ku berî azadkirina Felûcê gişt pîvanên heyî nîşana nemimkinbûna serêxwegirtina vê yekê bûn.

Şeperzetî û dilgiraniya DAIŞ`iyan li Mûsilê

Li aliyê din va DAIŞ`î di rewşeke herî dijwar da ne û nigeranî û tirs û xufeke mezin ketiye can û dilê wan û endamên vê komê û heta fermandarên wê zêdetir ji viya ku li fikra şêrr bin li fikra revîn û filitandina xwe ji vê rewşa xerab in.

Li vê navberê hin çavkaniyên agahdar û şahidan li parêzgeha Neynewayê ragihandin ku hin dirûşme li dijî DAIŞ`ê li navendên gelanî û li ser dîwarên avahiyan û malên xelkê hatine nivîsandin ku bi rehetî dikevin ber çavan, tevî ku devûjeniyên di navbera rûniştiyên vê parêzgehê û çeteyên DAIŞ`ê jî her siçe zêde dibin heta wê astê ku ev devûjenî bûye mijareke rojane û normal di nava wan da ji ber ku xelkê sebr û hedara xwe ji dest dane û êdî nikarin kiryarên tund û cinayetên DAIŞ`ê tamil bikin û ji aliyê din va dibînin ku DAIŞ di rewşa herî xerab da ye bi taybet ku li Felûcê tûşîê şikesteke mezin hat.

Mûsil li benda rizgariyê ye

Heta berî viya DAIŞ`ê li hemberî her kesek ku fermanên wê cih nedianîn tenê bijareyek hebû û ew jî îdamkirna dijberan bû, lê ew şêwaza êdî bê feyde ye, ji ber ku nefret û bêzariya xelkê ji vê komê zêde dike û wêrekiya wan ji bo tolhldan û dijberiyê zêde dike heta wê astê ku îdamkirina sê kes ji xetîbên mizgeftên Mûsilê ku gel ji bo azadkirina bajarê xwe ji bin zilm û zordariya DAIŞ`ê han didan, tirs xistiye dilê çeteyên DAIŞ`ê ji ber ku ev kiryar bû sebeb ku dîwarê tirsa ji wan zêdetir ji berê hilweşe.

Li vê navberê da nûçeyên belavbûyî ji çavkaniyê ragihandinê nîşan didin ku firokeyên iraqî hin daxuyanî li ser deverên cûrbicûr ên Neynewayê belav kirin li ser vê esasê ku azadkirina vê parêzgehê ji bin dagîrkeriya DAIŞ`ê nêzik e.

Li van daxuyaniyan ku DAIŞ`ê nekarî pêşiya ketina wan destê xelkê bigire, rûniştiyên vî bajarî ji bo hevkariya ligel hêzên ewlehiyê ji bo azadkirina Nêynewayê hatine vexwendin.

Hewildana DAIŞ`ê ji bo revîna bo Sûriye an Iraqê

Hevdemê van kiryaran hêzên iraqî çeperên DAIŞ`ê li navçeyên cûrbicûr ên Neynewayê ji wan li şaristana Şerqatê dane ber agirê xwe ku di encamê da ziyanên giran li vê komê ketin.

Di vê rewşê da DAIŞ`î li dû peydakirina riyekê ne ku herin Sûriyê an jî birêvin Tirkiyê ku ji destpêkê va pişta wan girtiye.

Li gorî gotina rûniştiyên Mûsilê, çeteyên DAIŞ`ê morala xwe ji dest dane ji ber ku êdî gel bêyî tirs û xufê li hemberî wan radiwestin heta wê astê ku endamên vê komê li nav kolanan tûşî dirûşmeyên li dijî xwe tên bi vê naverokê ku dawiya we li Mûsilê jî wek dawiya we li Felûcê nêzik dibe û wê dosya we ji bo hertim li Iraqê bê girêdan.