Sefera serokê banka navendî ya Îranê bo Almanyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228451-sefera_serokê_banka_navendî_ya_Îranê_bo_almanyayê
Weliyullah Seyf serokê banka navendî ya Îranê bona gotûbêja tev karbidestên bankî yên Yeketiya Ewrûpa û Almanyayê bona normalkirina peywendiyên bankî seredana Almanyayê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2016 10:28 Asia/Tehran
  • Sefera serokê banka navendî ya Îranê bo Almanyayê

Weliyullah Seyf serokê banka navendî ya Îranê bona gotûbêja tev karbidestên bankî yên Yeketiya Ewrûpa û Almanyayê bona normalkirina peywendiyên bankî seredana Almanyayê kiriye.

Weliyullah Seyf serokê banka navendî ya Îranê bona gotûbêja tev karbidestên banî yê Alman seredana Almanyayê kiriye û hatiye ragihandin ku hedefa sereke ya vê seferê berfirehkirina hevkariyên bankî û hêsankariyên bankî di navbera du welatan e.

Serokê banka navendî ya Îranê li Mijdara sala 2015 jî bona pişkdariya li civîna sermayedanîna li Îranê seredana Frankfortê kir.

Seyf li seredana hanê tev nûnerên bankan û saziyên bankî û herwisa tev Wolfgang Şoeyble wezîrê daratiya Almanyayê jî hevdîtin pêk anîbû û bona normalkirina peywendiyên bankî di navbera du welatan bi van karbidestên almanî gotûbêj kir.

Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 riya hevkariyên abûrî ên Îranê û welatên cîhanê serast kir.

Lê piştî derbasbûna salekê ser rêketina navokî hîn jî hin berbend li ser riya hevkariyên bankî di navbera Îranê û birek ji welatan hene ku pêwîst e li vê barê Amerîka û Ewrûpa van berbendan rakin û li bara peywendiyên bankî bi zelalî siyasetên xwe ragehînin.

Hema hîn jî piştî rêketina navbera Îranê û grûpa 5+1 bankên mezin ên ewrûpî û asiyayî bona danûstandinên xwe yên bankî tev Îranê hevkariya pêwîst nakin ji ber ku ewna nîgeranê qanûnên hundirî yên Amerîka ne.

Çend meh berî niha Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotinên xwe yên navenda Çatm Haws a Lundinê destnîşan kir; Niha pêwîste Amerîka zimanetê bide bankên cîhanê ku îdî xwe têkelî nav dan û istandinên bankî yên îranê û wan bankan nake û pêwîst e Amerîka bi zelalî vê sozê bide bankan.

Ji aliyê din ve Amerîka herwisa îzna tecareta tev Îranê li gor danûstandinên dolarî ji riya sîstema bankî ya vî welatî nade û hîn jî liv û tevgerên dijî Îranê ji aliyê kongera vî welatî didome.

Greg Rosênbêrg berdevkê banka Y.B.S a Swîsê li gotûbêja xwe ya vê dawiyê tev belavoka El Monîtor destnîşan kir; Hîn Amerîka tu guhartinek di siyasetên giştî yên xwe da li ser dewama danûstandinên tecarî tev Îranê nedaye.

Navenda bankdarên Ingilîzê jî pêştir ragihandibû ku bankên vî welatî jî hewcetî bi siyasetên zelal yên Amerîka li ser çawaniya dan û standinên tecarî tev Îranê ne.

Eric Schweitzer serokê oda bazirganiya Almanyayê jî ragihandibû ku bankên ewrûpî ji tirsa Amerîka hîn jî tev Îranê danûstandinên bankî nakin.

Wî li dewama gotinên xwe ragihand ku Almanyayê bi geşbînî berê xwe dide tecareta tev îranê lê pêwîste Amerîka li vê barê garantiya pêwîst bide.

Banka Doîçe ya Almanyayê jî ragihand ku ji ber nezelaliya siyasetên tecarî yên Amerîka , ev banka neçare ku tecareta xwe ya bankî tev Îranê berfireh neke.

Amerîka li halekê li vê barê hîn siyasetekî berfireh berçav negirtiye ku mijar ji bo sermaye danîna bankên cîhanê li nav Îranê û bitaybet li babeta senetên enerjî û niftê amade ye.

herwisa ku li gor rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, Têhranê ew soz û qirarên xwe cih anîne, niha li benda viya ye ku aliyên gotûbêjê jî soz û qirarên xwe cih bînin ta ku geşatiya abûrî û danûstandinên abûrî yên Îranê tev bankên cîhanê were diyarkirin, lê ji ber nezelaliya siyasetên Amerîka ku tu peywendiyek jî bi rêketina navokî tune, bankên mezine cîhanê hevkariyên bankî tev Îranê nakin.

Hêvî tê kirin ku gotûbêjên sêyf serokê banka navendî ya Îranê li Almanyayê bikaribe peywendiyên bankî yên Îranê û cîhanê berfirehtir bike û hemû şahidê geşatiya abûrî li nav Îranê bin.