Bijartina Theresa Mayê wek serokwezîra nû ya Inglîzê
Theresa May ji sibê va dê bibe serokwezîra Ingilîsê.
Dêyvîd Kamêron, serokwezîrê Inglîzê got: Dê civîna pirs û bersiva xwe sibê çarşemiyê li parlemanê birêve bibe û piştre jibi îstifayê dê here cem meleke Ilîzabêtê dudiyan.
Kamêronî ev yeka hingî ragihand ku tenê hevrikê mayî yê Theresa Mayê ji hevrikiya serokwezîrtiyê paşde vekişiya.
Kamêron bal kişand ser vê yekê ku ji cîgirbûna Theresa Mayê kêfxweş e û got : ew keseke bihêz û hêja ye.
Serokwezîrê Inglîzê got :Theresa Mayê dikare ku li salên pêşber serokatiya vî welatî bike.
Kamêronî piştî hindê ku gelê Brîtanyayê dengê xwe dane derketina ji Yekitiya Ewrûpayê ragihand ku dê ji posta serokwezîriyê îstifa bike.
Theresa Mayê û Andrê Lîdsam, bi bidestxistina dengên herîzêde li duwem qonaxa denggirtinê ji nunerên partiay muhafizekar li parlimana ewamê ku pênşemiya buhurî cih hat wek du berbijarên dawiyê yên wek cîgirê Kamêronî hatin bijartin lê niha Theresa Mayê piştî wêdeçûna Anderya Lîdsam ji hevrikiya jibo bidestxistina posta serokwezîriya Inglîzê wek tenê berbijara partiya muhafizekar a Inglîzê, dê bibe wek serokwezîrê vî welatî. Andrê Lîdsam duh ji hevrikiy jibo serokatiya partiya serdest amuhafizekar paşde kişiya.
Lîdsam li bara hegera vê paşdekişiyanê got :Ji ber ku tenê ji aliyê sedî 25ê nunerên partiyê li parlemana Inglîzê piştgirî dibe loma gihêştiye vê encamê ku nikare dewleteke hevgirtî û xurt û bihêz jibo serokatiya pêvajoa derketina vî welatî ji Yekitiay Ewrûpayê damezrîne.
Theresa Mayê59 salî wezîra karên hundir a Inglîz ku hin kes wê wek xatûna hesinî nas dikin ji kesayetiyên naskirî yê partiya muhafiozekar li meydana siaysî ya vî welatî ye ku wek muhafizekareke jîr û şalak tê nasîn.
Ew beriya giştpirsiya vê dawiyê ji alîgirên mayîna Inglîzê li Yekitiya Ewrûpayê bû lê piştî denggirtinê got ku hemî divê rêzê li encama vê giştpirsiyê bigrin û soz da ku wek serokwezîr derketian ji Yekitiay Ewrûpayê praktîze bike.
Wê soz daye ku li muzakira bi rêberê Yekitiay Ewrûpayê jibo bidestxistina hevhatian herîbaş jibo parastina berjewendiyên Inglîzê piştî derketina ji yekitiyê hewl bide.
Ew li dewreyekê dibe serokwezîra vî welatî ku yek ji dewranên herî bingehîn û giring ên siaysî û aborî tê hesabê.. Ew neçar e li rerwşekê de mesela derketian Inglîzê ji Yekitiya Ewrûpayê cih bîne ku rewşa xirab a aborî, mesela terorîzmê û riyên rawestana li ber wê, mesela penaberan û kontrolakirina koçberiya hêza kar a Ewrûpayê ji wan pirsgirêkên cidî yên Inglîzê ne.
Lê wer xûya dike pirsgirêkên siaysî li vî welatî tim wezneyeke giran û giring e. Niha piştî bijartina serokwezîra Inglîzê, partiyên Karkir û lîberal Demokrat ên vî welatî daxwaza birêvebirina hilbiajrtinên parlemanî yên zûdem kirine.
CanTrîkêt berpirsê hewahengiya hilbiajrtinên partiya Karkir a Inglîzê got:Ji ber nearamiya derketina Inglîzê ji Yekitiay Ewrûapyê, serokwezîra tê ya welêt divê bi awayekî demokratîk were bijartinê.
Tîm Faron serokê partiya Lîberal Demokrat a Inglîzê jî gotiye ku mafê muhafizekaran nîne ku li hember daxwaza xelkê sersar bin û destnîşan kir: xelk divê li bara biajrtina serokwezîra tê ya welêt biryarê bidin.
Bi vî awayî divê li benda alûgurên siaysî bimînin. hizûra xanima Theresa Mayê li gotûbêjên pêşerojê yên Inglîzê tev YE li bara Brîêxitê û rûbirûbûna wê bi Engela Merkêlê serokwezîra Almanyayê û Federîka Mogrîniya berpirsa siayseta derve ya YE ji meselên hesas ên pêşerojê ne. Ji aliyê din ve zexta partiyên dijber jibo lidarxistina hilbiajrtinên zûdem û pirsgirêkên wê dê karê serokwezîra nû ya Inglîzê dijwartir bike.