Serdana wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228316-serdana_wezîrê_berevanîyê_yê_amerîkayê_bo_iraqê
Eşton Kartêr, wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê îro giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2016 16:31 Asia/Tehran
  • Serdana wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê bo Iraqê

Eşton Kartêr, wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê îro giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.

Ev serdana dubarekirina pêvajoyekê ye ku hertim piştî opêrasîyoneke mezin a artêşa Iraqê, rayedarekî amerîkî serdana wî welatî dike/ Wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê li serdana xwe ya Bexdayê, yê ligel Heyder Ebadî, serokwezîrê, Xalid Ubêydî, wezîrê berevanîyê yê Iraqê û Şan Mek Farled, fermandarê hêzên hevalbendîya li dijî têrorîsmê ra hwevdîtin pêk bîne.

Serdana rayedarên amerîkî bo Iraqê piştî serketina opêrasyona azadkirina bajar an deverekê, mijareke nû nîne. Mideha 2 salên vê dawîyê da, rayedarên amerîkî bi caran bi vî şiklî serdana iraqê kirine. Koşka Sipî bi vê pêngavê wiha dide xûyanê ku opêrasyona azadkirina bajaran li Iraqê bi pişkdarî û hevkarîya hevalbendîya navnetewî bi serokatîya Amerîkayê serê xwe girtîye.

Eşton Kartêr li hevdîtina tev rayedarên iraqî behsa amadebûna welatê xwe jibo dayîna alîkarîyê di warê opêrasyona azadkirina Mûsilê da da û got ku misteşarên amerîkî hazir in ku li opêrasyona azadkirina Mûsilê ligel hêzên iraqî da bin. Amerîka û hevalbendîya navnetewî rola wan li opêrasyonên azadkirinê li Iraqê gellekî kêm e û ew tenê piştgirîyeke bisînor a hewayî didin artêşa Iraqê.

Mijara ku serdana îro ya Eşton Kartêr bo Iraqê berbiçavtir û girîngtir dike, wajokirina peymana ewlehîyê ya nû di navbera Waşîngton û bexdayê da ye.Li gorî gotina Mezher Mihemed Salih, mişêwirê Heyder Ebadî, bihaya vê peymanê 2.07 milyard dolar e ku Amerîka yê bi awayekî deynê demdirêj û bi armanca dabînkirina hewcedarîyên leşkerî yên Iraqê bidê.

Xala girîng a din eva ye ku encamên serdana Eşton bo Iraqê vîya nîşan ddin ku Amerîka hewl dide bi awayekî demdirêj li Iraqê be. Yek ji nîşanên di vî warî da eva ye ku Eşton kartêr bal kişandîye ser azadkirina pêgeha hewayî ya Qîyarê li başûra Mûsilê û gotîye ku armanca vî karî avakirina navendeke locêstîk li wê derê ye û Amerîka yê ji wir va piştgirîya locêstîk raber bike.

Bê guman Amerîka vî karî bi merema demkurt nake, belkî dil heye pêgeheke nû li rojavaya Asîyayê jibo xwe damezirîne. Tişta balkêş eva ye ku hema di sietên bi dû hatina wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê bo Bexdayê da, Hercet Sîng Secan wezîrê berevanîya Kanadayê jî di çarçova serdaneke fermî da derbasî Bexdayê bû ta ku ligel rayedarên iraqî hevdîtinê pêk bîne. Têkoşîna li hemberî têrorîsmê û mijara alîkarîyên darayî û leşkerî bo dewleta Iraqê, wek armancên herîgirîng ên serdana Secan hatine raghandin.