Guhertina stratejiya Tirkiyê derheq krîza Sûriyê
Şaşitiyên Tirkiyê û şikestên bi dû hev ên grûpên tekfîrî û terorîstî li Sûriyê ku dewleta tirk piştgirî û alîkariya wan dikebûne sedema pûç û bê encam mayîna xewn û xeyalên rayedarên tirk derheq deshilata ser Sûriyê, loma ew ketine vê fikirê ku stratejiya xwe li bara Sûriyê ber çavan derbas bikin.
Rayedarên derecebilind ên Tirkiyê ji wan serokkomar, serokwezîrê û wezîrê karên derve yên Tirkiyê li van hefteyên dawiyê dev ji helwêst û siyasetên xwe yên bi dijminatî li dij Hikûmeta Sûriyê berdane û hewl didin ku siyaset û helwêsteke nermtir derheq vî welatî bigirin ber xwe.
Rayedarên tirk ku li pênc salên vê dawiyê hertim li kêleka Erebistan û Qeterê siyaseta bi dijminatî li dij hikûmet û gelê Sûriyê girtibûn ber xwe û tev wan welatan ji her babetê ve alîkarî û piştgiriya terorîstên tekfîrî yên wek DAIŞ`ê û bereya El-Nusreyê dikrin, van rojana xwe nêzîkî helwêsta civaka cîhanî li bara Sûriyê kirine û ji çareseriya krîza Sûriyê ji riyên dîplomatîk diaxivin. Helwêsteke wiha berê ji rayedarên tirk nedihat bihîstin.
Guhertina gotina devê rayedarên derecebilind ên tirk li bara krîza Sûriyê, piştî şikestên giran ên grûpên terorêstî li parêzgehên Hums, Dêrezor û Reqayê û ya girîng dorpêçiya Helebê wek bargeha sereke ya terorîstan ji aliyê artêşa Sûriyê pirtir dikeve ber çavan.
Ji xwe Enqerê hertim xewna destdanîna ser Helebê didît an jî herî kêm dixebitî vê deverê wek Devera Ewleh were ragihandin, lê niha ew ketiye ber dorpêçiya artêşa Sûriyê û kêm maye ku ew jî were azadkirin, vê rewşê dewleta tirk xistiye nav rewşeke dijwar û bi tengasî, hin karzan bawer in her ev rewşa bûye sedem ku serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji Rûsyayê wek hevpeymanê Şamê daxwaza bexşîn û lêborînê bike, çawa ku berî viya Erdogan bi caran digot qet ji Rûsyayê lêborînê naxwaze.
guhertina helwêst û siyaseta Tirkiyê derheq krîza Sûriyê li rewşekê ye ku Enqerê tev hevpeymanên xwe yên ereb ên wekî Riyaz û Duhayê li çend salên bihûrî ji ber siyasetên xwe yên şaş li bara Şamê û li babeta piştgiriya ji grûpên terorîst û tundrew li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîqayê xerc û xisarên giran ên siyasî, aborî û ewlehiyê dane.
Lê belê Qeter û Yekitiya Ewropayê û heya asteke berbiçav Amerîkayê eva du sal in ku bi rastiyên derheq Sûriyê û bêencamiya rêçareya leşkerî bona krîza vî welatî hesyane, ji ber viya hewl dane ku riya xwe ji Tirkiyê û Erebistanê li bara krîza Sûriyê cuda bikin.
Ev guhertina siyaset û helwêsta Enqerê li bara krîza Şamê ku gelekê dereng pêk hatiye li rewşekê ye ku her ji rojên despêbûna vê krîzê welatên wekî Îran, Rûsya, Çîn û Hindustanê îsrar dikirin ku krîza Sûriyê ti riyeke xwe ya leşkerî tine û ew bi tenê dikare ji riya gotûbêjên siyasî bi beşdariya grûpên siyasî ên muxalifê hikûmeta Sûriyê û vê hikûmetê çareser bibe, bêyî ku welatên biyanî li van gotûbêjan û karûbarên Sûriyê mudaxile bike.