Berdewamiya şer û pevçûnê li başûra rojhilata Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228085-berdewamiya_şer_û_pevçûnê_li_başûra_rojhilata_tirkiyê
Erkantiya artêşa Tirkiyê îdia kiriye ku artêş û hêzên ewlehiyê yên vî welatî di encama operasiyonên curbicur 17 endamên PKK kuştine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2016 08:55 Asia/Tehran
  • Berdewamiya şer û pevçûnê li başûra rojhilata Tirkiyê

Erkantiya artêşa Tirkiyê îdia kiriye ku artêş û hêzên ewlehiyê yên vî welatî di encama operasiyonên curbicur 17 endamên PKK kuştine.

Ajansa IRIB Newsê ya Îranê ji Enqerê ragihand ku Erkantiya fermandetiya artêşa Tirkiyê li malpera xwe de ragihandiye ku grûpeke PKK amadekariya êrişa ser bargeha artêşa Tirkiyê li bajarê Şemzînan a Colemêrgê dikir ku artêş pê hesya û rê li ber vê êrişê girt lê piştî vê yekê di navbera du aliyan de şer û pevçûn çê bû ku di encamêji her du aliyan hin kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li vê navberê de çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên PKK êrişî ser bargeha jandermeriyê li herêma Cuîzpînarê li parêzgeha Mêrdînê kirin ku di encamê de 6 hêzên jandermerî hatin kuştin û 14 hêzên din jî birîndar bûn. Medya navçê ya Tirkiyê ser vê êrişê roja şemiyê ragihandin ku li nêzîkiya vê bargeha jandermeriyê ya Tirkiyê teqîneke giran qewmî ku piştî vê yekê bargeha jandermerî bitûm wêran bû û hilweşiya. berî vê yekê çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê ragihandibûn ku leşkeriyek hatiye kuştin. Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê dibêjin PKK ev teqîna ji pêş ve organîze kiribû û bi teqandina makîneke bombebarkirî li bargeha jandermeriyê ev êrişa pêk anî.

Ji aliyê din ve medya Tirkiyê ragihandiye ku şer û pevçûn navber4a hêzên Tirkiyê û PKK li başûra rojhilata vî welatî hîn berdewam dikin. Akansa Anadoluyê du (9 Tîrmehê) ragihand: Hêzên Tirkiyê di encama operasiyoneke li dij terorîstan de li parêzgeha Wanê bi endamên PKK re rastî hev hatin û di navbera wan şer û pevçûn qewmî ku di encamê de du endamên PKK hatin kuştin. Artêşa Tirkiyê îdia dike di encama êrişên giran ên artêş û hêzên ewlehiyê li dij PKK li parêzgeha Wan ev grûpa neçar maye terka veşargehên xwe bide û paşve bikişe ku di encamê de gelek çek û sîlahên wan ketine destê artêşa Tirkiyê.

Hêjayê gotinê ye ku şer û pevçûnên niha di navbera artêşa Tirkiyê û PKK ji tîrmeha 2015 piştî du sal û nîvan agirbesta navbera PKK û artêşa Tirkioyê despê bûne. Piştî teqîna terorîstî ya li bajarê Pirsosê li dij kurdan li Tîrmeha 2015`an ku DAIŞ`ê ew girte sikura xwe balafirên artêşa Tirkiyê dewsa ku êrişî ser DAIŞ`ê bikin bargehên PKK li bakûra Iraqê kirin hedefa êrişên xwe û bi vî awayî agirbesa hanê têk çû û dîsa şerê navbera du aliyan li Tirkiyê despê kir.

Karzanên siyasî û leşkerî bawer in berdewamiya şer û pevçûnan navbera artêşa Tirkiyê û PKK ser ziyana berjiwendiyên siyasî û aborî yên demdirên ên dewleta Tirkiyê ne, çawa ku heya niha vê dewletê ji van şer û pevçûnan ti qazancek nekiriye.