Pêgiriya rêberê Inqilabê li ser xurtkirina yekîtiya umeta islamî
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser hişiyariya umeta islamî li hemberî komplogeriya dijminan, pêkanîna nakokî û duberetiyan di nava misilmanan da mijara herî sereke ya kedxwar û siyonîstan ji bo lêxistina derbeyê li yekîtiya islamî da zanîn.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî sibeha roja çarşemiyê, 6`ê Tîrmeha 2016`an, li xutbeya nimêja cejna pîroz a rojîtiyê tevî pîrozkirina vê cejnê li misilmanan, komployên dijminan ji bo lawazkirina welatên islamî rave kirin û got: Welatên islamî bi saya wêdadayîna nakokiyan û bikaranîna imkan û derfetên cûrbicûr dikarin bi baştirîn awayî di riya pêşketin û bihêzbûna umeta islamî da bimeşin.
Amajeya ser yekîtî û hevkariya islamî hertim ji mijarên girîng li gorî nêrîna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bûye û ew destnîşan dike ku eger hevgirtina nava welatên islamî lawaz bibe, rewş ji bo bandordanîn û ketina dijminan di nava rêzên welatên islamî dê xweş bibe.
Li gorî nêrîna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî welatên islamî bi saya xurtkirina yekîtî û hevgirtinê dikarin pêşiya bandordanîn û komployên duberetîçêker ên dijminan li navçeyê bi taybet li Filsitînê bigirin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li gotinên xwe da tevî diyarkirina bûyerên têrorîstî yên vê dawiyê li Tikriye, Iraq û Bengiladişê got: Dijmin û kirêgirtiyên wan bi kiryarên têrorîstî û pêkanîna duberetiyê nava welatên islamî dixwazin ku raya giştî ya misilmaman ji mijarên sereke mîna Filsitînê û bindestiya gelê vî welatî bixalifînin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî tevî bibîrxistina rewşa hestiyar a Rojhilata Navînê û dewama qeyran û şêrr li Sûriye, Iraq û Yemenê, got: Tevî hebûna van qeyranan nabe ku raya gişt ya misilmanan ji mijara sereke anku dagîrkeriya siyonîstan li Filsitînê dûr bikeve.
Wî tevî amajeya ser viya ku armanca welatên zorbêj û kedxwar ji birêxistina bêewlehîtiyê li navçeyê, xalifandina raya giştî ji ser mijara Filsitînê û jibîrkirina wê ye, got: Têkoşîna ji bo azadkirina Filsitînê têkoşîneke islamî ye, ne filistînî.
Wisa ku rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî amaje pê kir, mijûlbûna welatên islamî û misilmana bi mijarên nesereke yên ku dijmin dixwaze, dê rewşê ji bo zêdekirina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filsitînê xweş bike.
Ji ber viya ye ku Rêjîma Siyonîst di sala buhurî da di bin siya rewşa pêkhatî û gurrbûna alozî û qeyranê li welatên Sûriye, Iraq û Yemenê tevî pêkanîna cinayetên zêdetir li dijî gelê Filsitînê, zêdexwazî û cinayeta li dijî gelê vî welatî zêde kiriye. Girankirina dorpêça Xezeyê, şehîdkirina 225 kes ji filsitîniyan ji Cotmeha sala 2015`an va heta niha û avakirina bi hezaran malên teze li erdên dagîrbûyî ji bo siyonîtên bajaroknişîn di vî warî da tên nirxandin.
Di rewşeke viha da hişiyarîdayîna rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li bara dûhatên sersarî û bêdengiya li hemberî bernameyên istikbar û siyonîsmê li navçeyê, nîşana vîya ye ku gerek em rê nedin ku Amerîka û Israîlê bernameyên xwe yên duberetîçêkerin û zêdexwazîyê li navçeyê cih bînin.
Ji ber viya ye ku ew tevî pêgiriya li ser hişiyariya misilmanan ji bo pûçkirina komployên kirêt ên dijminan dibêje ku riya herî kêmxerc û baş ji bo sekinîna li hemberî komployên lihevaliyayî û cûrbicûr ên dijminan, xurtkirina hevkariyê û yekîtiya navbera welatên islamî ye.