OPEC hêvîdarê çêtirbûna bazarên niftê
Amarên hatine belavkirinê nîşan didin ku bihaya nifta xav di sêmeha duyem a sala 2016`an da, nêzî sedî 25 zêde bûye.
Li gorî raporên di vî warî da, Sazîya Welatên Bifiroşê Niftê ango OPEC, bihaya her bermîleke niftê niftê di sala 2016`an da bi 31 dolar û 79 sêntan dest pê kir. OPEC`ê heta niha karîye bihaya 48 dolarî jî carina qeyd bike. Lê anegorî bihayên 2 salên berî sala 2016`an gellekî kêm e.
Bihaya niftê li bazarên cehanê ji Hezîrana sala 2014`an va ango ji dema ku bihaya her bermîla niftê nêzî 100 dolarî bû va heta niha nêzî nîvê bihaya xwe ji ber zêdebûna raberkirina niftê li bazarê nemaze ji alîyê Erebistanê va ji dest daye.
Welatên derînerê niftê pirranî li bara daxwaz û raberkirna niftê û hevsengîyê diaxivin û kêm bala xwe didin ser biryarên xirabkir ên Erebistanê ka çawan derbê li mewqîya derînerên niftê dixin.
Erebistana Siûdî, heta niha ti pêngavek erênî ranekirîye ku nîşan bide dixwaze pêşîya daketina bihaya niftê bigire. Lê Xalid Falih wezîrê nû yê nifta Erebistanê gotîye ku ew ê pêşîya firkên nû yên hasila raberkirina zxêdetir a niftê li bazarê bigire.
Wezîrê nifta Erebistanê û serokê giştî yê OPEC`ê duh piştî hevdîtinekê ragihandin ku bazara niftê ber bi istiqrar û hevsengîyê va pêşda dişe û bihayên niftê misoger bûne.
çMihemed Barkîndo serokê giştî yê nû yê OPEC`ê û wezîrê nifta Erebistanê li bajarê Zehrana vî welatî li bara rola OPEC`ê li parastina istiqrara bazara niftê gotûbêj kirin.
Falih got ku bi rîya sazîya OPEC`ê hewl dide rola Erebistanê li warê bersivdayîna li hemberî daxwazên zêde yên kirrîna niftê li cehanê û garantîkirina raberkirina piştrast a niftê bidomîne.
Lê Erebistanê hertim hewl daye Îranê astengîya sereke ser rîya misogerkirina asta derxistina niftê nîşan bide. Li halekî ku sîyaseta Îranê l iwarê derxistina niftê zelal û mentiqî ye. Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê pêkutî kirîye, tenê wê demê amade ye tevlî pêngava hevpar bibe ku Îran pişka xwe ya derxistina niftê ya berî boykotên zalimane yên welatên rojavayî ku niha hatine ibtalkirinê bi dest bixe.
Tê payîn Îran heta meha Îlonê, asta xwe ya derxistina niftê ango 3.8 heta 4 milyon bermîlî di rojê da ragihîne. Civata Navnetewî ya Enerjîyê ku ji firoşer û bikirrên niftê pêk hatîye, rojên 26 û 28`ê Îlonê yê li bajarê Cizîrê paytexta Cezayirê civînekê bi rê bixe. Qeterê ragihandîye ku endamên OPEC`ê lihev kirine ku li rex vê civînê muzakirê bikin.
Daketina bêhempa ya bihaya niftê mideha 2 salên buhurî da firkeke giran xistîye rewşa aborîya welatên firoşerê niftê ji wan Vênêzoêla, Kuweyt û heta Erebistanê ku bixwe yek ji sebebkarên sereke yê vê daketina bihaya niftê bûye. Bûca Erebistanê sala buhurî 80 milyard dolar kêmasî hebû û îsal jî li gorî pêşbînîyan ev kêmasîya zêde dibe.
Dewama daketina bihaya niftê li bazarên cehanê bûye sebeb ku Kuweyt jî bo cara yekem piştî 16 salan tûşî kêmasîya bûcê bibe. Kuweytê roja yekşemê ragihand ku dil heye belgeyên daraîyê yên deyn û bihadar ên dewletê bi qasî 10 milyard dolarî ji bazara daraîyê deyn bike.
Pirranîya çavdêran ser vê bawerê ne ku heta eger di pêşerojê da lihevkirinek li ser misogerkirina bihaya niftê pêk bê, anegorî hewldanên berê yên OPEC`ê jibo kêmkirina derxistina niftê, ew lihevkirin yê lawaz be. Ev sazîya jibo kêmkirina asta derxistina niftê û vegerandina istiqrarê di warê bihayên niftê da yê hewcedarê biryarên cidîtir be.