Dewama vêjariya cîhanî ji Rejîma Siyonîstî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226702-dewama_vêjariya_cîhanî_ji_rejîma_siyonîstî
Van rojana liv û tevgerên cîhanî dijî Rejîma Siyonîstî zêdetir dibin û xelkê cîhanê bi rewşên curbicur vêzariya xwe ji Rejîma Siyonîstî ku axa Filistînê dagîr kirine , didin diyarkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2016 10:31 Asia/Tehran
  • Dewama vêjariya cîhanî ji Rejîma Siyonîstî

Van rojana liv û tevgerên cîhanî dijî Rejîma Siyonîstî zêdetir dibin û xelkê cîhanê bi rewşên curbicur vêzariya xwe ji Rejîma Siyonîstî ku axa Filistînê dagîr kirine , didin diyarkirinê.

Her li vê barê qirare dozgêrên dadgeha bajarê Listêra Ingilîzê reyî û dengê erênî bidine daxûyaniya Konseya vî bajarî ku gor vê biryarnamê kirrîna kel û melên siyonîstî yên ku bajaroknişînên siyonîst wan çê dikin qedexe ye.

ajansa nûçan a bajarê Listêr Mirkorî nivîsî; Konseya bajarê Lêstira Ingilîzê li hembberî dengê dadgeha bilind a vî bajarî serket û kirrîna kel û melên bajarokên siyonîstnişîn ên Qiraxa rojavaya Çemê Urdinê qedexe kir.

Wisa diyar e bernameyek li halê organîzebûnê ye ku dadwerên îngilîzî dikarin li gor wê derheq biryara konseya bajarê Lêstira vî welatî hikmê bidin. Eva li halekê ye ku grûpa siyonîstî ya '' Çavdêrên heq û mafê mirov a Cihûyan'' dixebitin ku biryarnama boykotkirrîna kel û melên siyonîstan serê xwe negire.

Ajansa Mercury ragihandiye ku dengên dadwerên Lêstirê ser qazanca konseya vî bajarî ye,, her wekî hukmê ku konseya bajarê Swansiyê derxistin ku li gor vê biryarê wan jî kirrîna kel û melên siyonîstî boykot kirin.

Eva li halekê ye ku konseya bajarê Bandî li nîzikiya Parîsê paytexta Firansayê jî pê pejirandina biryarnameyekê kirrîna kel û melên siyonîstan boyot kirin.

navenda nûçan a Huaritzê li nûçeyekê ragihand ku Konseya bajarê Bandiyê li 10 kîlomitriya Parîsê ragihandiye ku ewna kel û melên siyonîstnişînên siyonîstî boykot dikin û li ser van kel û melan nîşana ''çêkirina Îsrayîl'' datînin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku ''Eva heqê her welatiyekî Firansayê ye ku kel û melên ku dilê wan dixwaze, nekkirin û Konseya bajarê Bandiyê biryar girtine ew kel û melên îsrayîlî ku têne Firansayê nekirin''.

Li gor bernama organîzebûyî , Yeketiya Ewrûpa biryar daye ku ji meha Mijdarê lêbilê dayîne ser kel û melên ku Rejîma Siyonîstî wan çê dike û helbet karbidestên Yeketiya Ewrûpa ragihandine ku li vê barê qet tev Rejîma Siyyonîstî va li hev nakin.

Eva li halekê ye ku navendekî Kuwîtî jî bilî pêşwaziya ji bizava cîhanî ku bona boykota kirrîna kel û melên îsrayîlî çê bûye, parûpişka xwe ji kompaniyên ku piştevanê dagîrkirina axa Filistînê ne dertêxe.

Navenda giştî ya ewlehiya civakî ya Kuwîtê li bersiva bizava cîhanî ya boykotkirina kel û melên Rejîma Siyonîstî sermaya xwe ji nav kompaniya servîsên ewlehiyê ya ser navê G4S ku piştevanê Rejîma Siyonîste derxistiye.

Kompaniya G4S piştevanê dagîrkirina axa Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ye û li zêde ji 125 welatên cîhanê xizmetên ewlehiyê dide.

Kompaniya G4S Adara bihurî ragihand ku ji ber zextûzorên cîhanî û ji ber xisaretên abûrî ku ji aliyê kempêyînên boykotên kel û melên îsrayîlî dîtiye, dil heye ji nav bazara Rejîîma siyonîstî derkeve.

Eva li halekê ye ku nûnerê Kûbayê li nivîsgeha Rêxistina Netewên Yekgirtî li Genevayê jî li civîna 22-an a konseya Heq û Mafê vê saziyê ragihand ku tenê riya çareserbûna pirsgirêka mirovî li navçên dagîrbûyî yên Golanê eva ye ku Îsrayîl li gor biryarnamên civata giştî û Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ji nav van navçan derkeve,

Bilindiyên Golanê ku li sînorê Sûriyê û Filistîna Dagîrbûyî ye, pişkek ji axa Sûriyê ye ku li şerê 6 rojî ya sala 1967, Rejîma Siyonîstî ev axa dagîr kir.

Sercem van rojana bereya dijî Rejîma Siyonîstî li cîhanê berfiretir dibe û eva bûye sebeba nîgeraniya karbidestên rejîma derewîn û neqanûnî ya Siyonîstî û şîdetpeydakirina boykotên nanetewî dijî Telavîvê bûye sebeba tirsa Rejîma Siyonîstî.