Lêborînxwestina Erdogan ji serokkomarê Rûsyayê
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî duh ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira rûsî Su-24 û kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwest.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî got, " Erdogan peyam ji Serokê Dewleta Rûsyayê re şand û got ku ew dixwaze têkiliyên Enqere û Moskovayê ku ji ber xistina balafira rûsî qut bûne, serrast bike".
Li gorî agahiyên ku Peskovî dane, Erdoganî peyama sersaxiyê ji bo kuştina pîlotê rûs ji Pûtîn re şandiye û gotina "ez lêborînê dixwazin" bi kar aniye.
Berdevkê Kremlinê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê gotiye ku wî her dem Rûsya wek dost û hevkarekî stratejîk dîtiye û qet nexwestiye ku balafira rûsî bixîne û niha jî her kar ji destê wî were dike bona ku pêwendiyên du welatan asayî bibe.
Pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê li Mijdara 2015`an piştî ku balafirên Tirkiyê balafira Su-24 a Rûsyayê di nav qada hewayî ya Sûriyê xistin erdê û pîlotê wê kuştin aloz û qut bûn. Li berteka vê kiryara Tirkiyê, Moskovayê boykotên aborî û siyasî li dij Enqerê bikar anîn û nehêşt geştyarên rûsî sefera Tirkiyê bikin û Pûtîn ragihand heya dema ku Tirkiye ji Rûsyayê lêborîn û efûyê nexwaze pêwendiyên xwe tev Enqerê asayî nake û boykotên li dij vî welatî ra nake.
Niha serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi şandina nameyekê ji bo serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şand û bi fermî daxwaza lêborînê ji Rûsyayê kiriye. Ji pêş ve dihat pêşbînî kirin ku li gor reftar û xîsleta Erdogan û herwiha ji ber zext û zora aborî ya boykotlên Rûsyayê li dij Tirkiyê aqubet ew ji Pûtîn lêborînê bixwaze. lê belê mesela balkêş eva ye ku ev xwestina lêborînê ji Rûsyayê hevdemê ragihandina asayîbûna pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê cih hatiye.
Roja duşemê asayîbûna pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê piştî şeş salan bû nûçeya girîng a derûdorên nûçeyan û siyasî yên Tirkiyê û rejîma siyonîstî, herçwnd ku ev lihevkirina rastî bertekên curbicur hatiye. Li vê navberê de serok û rêberên Tirkiyê xebitîn da ku nûçeya xwestina lêborînê ya Erdogan ji Pûtîn di nav helahelayên du bûyerên wekî Kûpa Fotbula Ewropayê ku parek mezin ji raya giştî ya Tirkiyê û navçê mijûlî xwe kiriye û bûyera Lihevkirina Tirkiyê û Îsraîlê were ragihandin da ku xerc û xisara siyasî ji bo Erdogan û Tirkiyê kêm bibe.
Ji aliyê din ve serok û rêberê tirk ji ragihandina hevdem a Lêborînxwestina Îsraîlê ji Tirkiyê ji ber êrişa komandoyên îsraîlî ser gemiya Mavî Marmare û kuştina 9 welatiyên Tirkiyê û lêborînxwestina Erdogan ji Pûtîn çend hedefan dişopîne. qismek ji vê yekê heman ew meselaye ku pêştir hat ragihandin ku heman kêmrengkirina Lêborînxwestina Erdogan ji Pûtîn û ragirtina prestîja wî li cem raya giştî ye. Rêber û rayedar tirk bi ragihandina hevdem a van du bûyerana hewldidin ku siyaseta xwe ya derve beraqil nîşan bidin . Serokên Tirkiyê bawer in ku xebata Tirkiyê ji bo asayîkirina pêwendiyan tev Îsraîlê û xwestina lêborînê ji Moskowayê nîşana siyaseta wan a qaşo aştiyanexwazane tev qawetên bi bandor li navçê ye û ji aliyê din ve rayedarên tirk hêvîdar in ku Lihevkirina Enqere-Telavîvê bi xisar û xerceke kêm a siyasî ji bo Tirkiyê di nav cîhana Ereb û di nav xelkê û grûpên siyasî yên Filistînî de bigihêje encamê.
Ji aliyê din ve karzanên siyasî bawer in ku Erdogan ji bo veşartina şiketinên xwe li nav Tirkiyê yên wekê bê ewlehtiya di nav vî welatî de û dijberiyên li hemberî guhertina sîstema derve bi taybetî li warê alûgorên Sûriyê, neçar maye Pêwendiyên Enqerê bi Telavîvê re asayî bike û hev demê wê ji Rûsyayê lêborînê bixwaze.