Lihevkirina Tirkiyê û Îsraîlê, dawiya lîstika mişk û pişîkê
Serokwezîrê Tirkiyê roja duşemiyê, 27 Çilê ragihand ku Hevhatinnama asayî û normalîzekirina peywendiyên vî welatî bi Îsraîlê re dê bi zûtî were wajokirin û her du alî dê balyozên xwe bişînin paytextên hevdu.
Bînalî Yildirim li civîneke rojnamevaniyê li Enqerê ragihand ku hevhatinnama normalîzekirina peywendiyên Tirkiyê bi Îsraîlê re û veguhartina balyozên her du aliyan, îro tê wajokirin. Wî îdia kir ku ev hevhatinnama kêmkirina dorpêçiya zîvala Gazayê û dayîna xerameta 20 milyon dularî bo malbatên goriyên gemiya Mawîmarmarayê jî digre ber xwe .
Yildirim got ku em vê hevhatinê li birayrên xwe yên filistînî bitaybet li gelê zîvala Gazayê pîroz dikin ji ber ku em di hemî civînan de mafên filistîniyan diparêzin û qet jî dev jê bernadin.
Ev gotinan Yildirim ji hemiyan re eşkera ye ku wek gotineke bi henek û komîk tê hesabê û tu yê bibêjî ku ew bi vê gotina xwe tiranê xwe li gelê filistînê dike û piraniya derdûdorên siyasî yên rexnegirê vî welatî jî ev gotinan weke heneka siyasî ya serokwezîrê nû yê Tirkiyê dane zanîn.
Peywendiyên dîplomatîk ên navbera Enqere û Telavîvê piştî êrişa sala 2010`an a komandoyên Îsraîlê ser gemiya Mavî Marmarayê ku alîkariyên mirovhezane jibo xelkê Gazayê dibir û bû sedema kuştina û birîndarbûna 70 çalakên mafên Mirovan ji wan kuştina 9 welatiyên Tirkiyê bi xwe.
Tirkiyê hingî ragihand ku heya dema ku dorpêçkirina Gazayê neyê rakirin qet hazir nabe ku peywendiyên xwe bi Îsraîlê re normal û asayî bike.Wê demê ev helwêsta Erdogan ji aliyê filistîniyan û misilmanan ve hat pêşewazîkirin û heta di hin derûdorên erebî di nebûna piştgiriya welatên erebî ji filistîniyan, ew (Erdogan) wekî qehreman û leheng bi nav kirin.
Lê niha lihevkirina Tirkiyê û Îsraîlê cardin siyaseta derve ya Tirkiyê ku li gor berjiwendiyên siyasî û aborî yên vî welatî pêşve diçin û jêre mafê mirovan û filistîniyan bi tenê amûr û darê destan tê hesabê ji hemûyan re eşkera bû.
Xala balkêş eva ye ku gotûbêjên Tirkiyê-Îsraîlê ku bi însiyatîva Emerîkayê jibo çareserkirina dijberî û pirsgirêkên navbera her du aliyan destpê bû ji meha Gulana buhurî ve û hevgavê salvegera êrişa komandoyên Îsraîlê ser gemiya gihandina alîkariyê ya Mavî Marmarayê gurtir bûn.
Divê were gotin ku ji hemen destpêka alozbûna peywendiyên navbera Tirkiyê û Îsraîlê derûdorên siyasî qet bawer nekirin ku peywendiyên her du aliyan bi awayekî tam qutbûne, çûnku ji wan re eşkera bû ku her du alî ji ber berjiwendiyên xwe ser ti exlaqeke siyasî û siyasetên ragihandî nesekinin û ji wan re mafê mirovan û mafê filistîniyan ti wateyeke xwe tine û ev mesela bi tenê dibe darê destan ji wan re da ku bigihêjin hedefên xwe li siyasetên derve. Bitaybet ku peywendiyên çandî, werzişî û hevkariyên leşkerî yên eşkere û veşartî, herwiha pêwendî û hevkariyên wan ên aboriyê ku pircaran bi dizî ve bi rê ve diçûn, wisa bûn ku kes qutbûna peywendiyên Tirkiyê û Îsraîlê bawer nedikir.
Heke ev pêwendiyana veşartî bimana rêberiya Tirkiyê û şexsê Erdogan qet dev ji qaşo lehengbûna ji filistîniyan re bernedide û xwe nedixiste ber rexneyên zav û li vî halî de pêwendiyên xwe tev Îsraîlê jî bi dizî ve berdewam dikir.
Niha jî alozbûna û newekhevbûna gotinên rayedarên Tirkiyê û yên Rejîam siyonîstî li bara destpêbûna peywendiyên ji her kesekê rohn û eşkera ye û gotinên wiha bi tenê ji bo aramkirina rewşa navxwe û raya giştî tên gotinê neku van gotina ti nirxeke xwe li asta derveyî tinen û li vê çarçovê de serokwezîrê Tirkiyê ji bo kêmkirina hesasiyeta rayedarên filistînî û kêmkirina nerizamendiya xelkê Tirkiyê rakirina dorpêçiya zîvala Gazayê û hewldanên rêber û serokên HAMASê li Tirkiyê wekî şertê sereke ya vê hevhatina navbera Tirkiyê û Îsraîlê dide zanînê, eva di rewşekê ye ku rayedarên îsraîlî bi eşkera ji bidestketina hedefên xwe û ji qebûlnekirina şertê rabûna dorpêşiya Gazayê xeber didin.
Derûdorên Îsraîlî tevî seknîna ser qedextiya xebatên eskerî yên Hamasê li Tirkiyê guhê xwe nadin ser xebata Tirkiyê ji bo veşartina naveroka lihevkirina Enqere û Telavîvê bêyî ti tirsekê behsa devberdana Tirkiyê ji şerta rakirina dorpêçiya Gazayê û bisînorkirina xebata siaysî û eskerî dikin. Li vê barê rojnama Haarêtsê ya Rejîma siyonîstî ragihandiye ku Tirkiyê dev ji şerta rakirina dorpêçiya zîvala Gazayê berdaye û her wiha xebata Hamasê li hevhatina aşitiyê ya bi Rejîam siyonîstî re hatiye sînordarkirin. Nivîsgeha serokwezîriay Rejîam siyonîstiyê jî ragihandiye ku hevhatina normalkirina peywendiyên bi Tirkiyê re rê li ber terora rêberê Hamasê nagire. ragihandineke eşkere ku heta Telavîvê bêyî berçavgirtina berjiwendî û têbîniyên navxweyî û derveyî yên Tirkiyê eşker jê diaxive .
Tê gotin ku daxwaza lêborînê ya Rejîam Siyonîstî ji Tirkiyê û dayîna xerameta 20 milyon dularî bo goriyên êrişa komandoyên îsraîlî ser gemiya Mavî Marmarayê ji xalên din ên vê peymanê ye .
Lê bi rastî gelo Rejîam Îsraîlê eşkere dê ji Tirkiyê daxwaza lêborînê bike an dê vê daxwazê bi peyvên curbucr û veşartî cih bînin. Li bara mijara dayîna xerametê jî divê were gotinê ku kiryar û reftarên berê yên Telavîvê nîşan dane ku ev rejîama bi curekê reftarê dike ku esla mesela dayîna xerametê hêdîhêdî bi derbasbûna demê were jibîrkirin an li gor şêwaz û reftarên siyasî, dewleta Tirkiyê jibo ku lîstika mişk û pişîkê ya qutkirian peywendiyan bi Îsraîlê re nedorîne bi xwe neçar bibe xerametê bide malbatên goriyên buyera Mavî Marmarayê.
Herçend ku li vê lîstikê, derbasbûna 6 salan ser qaşo lehengî û qehremaniya Erdogan jibo xelkê Filistînê heya ku ew bibe wek kesayetiyekî antîhîro an dijîlehemgî û berjewendxwaz, ewqas zêde nebû belkî ev yeka nîşan da ku zirûfên siaysî û aborî yên rêber û civaka Tirkiyê pir kêm in.
Reftara ku gotinên Dogan Ozlûk yek ji lêniştintiyên keştiya azadiya Gazayê îsbat dike. Wî li salvegera vê buyerê bal kişandibû ser têbîniyên dewletaTirkiyê û gotibû ku dewleta Enqerê ne tenê rê li ber mehkemekirina sebebkarên kuştina 9 welatiyên tirk ên gemiay Mavî Marmarayê girtiye belkî di partîkê de bi dadgeha mehkemekirina van kesana hevkariyê nake.