Amerîka; eşkerabûna belgeyên nû ji şerê nerm ê dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226483-amerîka_eşkerabûna_belgeyên_nû_ji_şerê_nerm_ê_dijî_Îranê
Malpera nûçan a ''Vice News'' a Amerîkayê hinek belgeyên nû weşandine ku nîşan didin saziya istixbaratî ya vî welatî (CAI) nexş û roleke rasterast li çêkirina berhemên ji bo mijûlkirina xelkê Îranê heye ku li paş van bernamên wiha da destpêkirina şerekî nerm dijî Îranê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2016 14:08 Asia/Tehran
  • Amerîka; eşkerabûna belgeyên nû ji şerê nerm ê dijî Îranê

Malpera nûçan a ''Vice News'' a Amerîkayê hinek belgeyên nû weşandine ku nîşan didin saziya istixbaratî ya vî welatî (CAI) nexş û roleke rasterast li çêkirina berhemên ji bo mijûlkirina xelkê Îranê heye ku li paş van bernamên wiha da destpêkirina şerekî nerm dijî Îranê ye.

Ajansa nûçan a Amerîka ya ser navê '' Vice News'ê'' pêştir û li sala bihurî li raporên xwe eşkera kir ku Amerîka herî kêm li 22 projên sînemayî, telivîzyonî û nivîsarî ji salên 2006 hetanî 2011 dijî Îranê çê kiriye.

Hatiye ragihandin , ew kesên ku çêkirina projên wiha di destê wan daye ji saziya istixbaratî ya Amerîka(CAI)'ê bûdce wergirtine.

Eşkerabûna nexş û rola saziya istixbaratî ya Amerîka li çêkirina projên wihaye dijî îranê yên wekî fîlmê dijî îranî yê ser navê '' Argo'', niha bûye sebeba vebûna dosiyekê li Kongera Amerîka ku hedefa vê dosiyê zelalkirina peywendiya navbera saziyên istixbaratî ya Amerîka tev Halîvûdê ye.

Li gor rapora ajansa Fars News'ê, Rîçard Bûr serokê Komarîxwazên komîta agehdariyên Senaya Amerîka û Dayan Fîniştayîn endama demokrate Senayê û endama derecebilinde vê komîtê, daxwaza zelalbûna peywendiya navbera Halîvûdê û saziya istixbaratî ya vî welatî kirine.

Gor vê terha ku van du nûnerên senaya Amerîka dane, birêveberê saziya istixbaratiya Amerîka wezîfedare ku her sal peywendiyên navbera CAI û 15 saziyên dine istixbaratî yên Amerîka tev Halîvûdê, wekî raporekê bide ber destê Kongera Amerîka.

Gor raporên eşkerabûyî, CAI tev ew kesên ku fîlmê dijî îranî yê Argo çêdikirine çend civîn hebûne ta ku bikaribin xwestekên xwe li ser van kesan dasepînin ta ku ewna bikaribin fîlmekî bi tesîr gor serhatiyekî rastîn çêkin.

Fîlm dijî îranî yê Argo rewayeteke ji operasiyona veşartî ya CAI'ye bona rizgarkirina 6 dîplomatên amerîkî ku li sala 1979 û piştî girtina hêlîna sîxorî ya Amerîka li Têhranê xwe li ciyê fermî yê baylozê Kanada li Îranê veşartibûn.

Tişta ku ev fîlma dibêje gor kitêba ''Mamostayê guhartina şikl û şemalê''ye ku Tûnî Mindiz yek ji efserên saziya istixbaratî ya CAI'yê ew nivîsiye.

Helbet peywendiya navbera CAI'yê tev seneta fîlmçêkirinê digehêje sala 1950.lê piştî belavbûna fîlma ''30 deqîqe piştî nîve şevê'' li bara operasiyona veşartî ya CAI'yê bona girtin yan kuştina Osame Binladen , lêkolîn li ser peywendiya navbera seneta îlmçêkirinê û saziyên istixbaratî li Amerîka bi hûrî û kûrî kete ber rexneyan.paşê kifş bû ku Katrîn Bêglo û Mark Bowalçêkirn vî fîlmî hema ser fermana Leon Panêta birêveberê wê çaxê ye saziya istixbaratî ya Amerîka, çêkirina vî fîlmî destpê kirine.

Ya rast mirov dikare bêje ku babeta hevpare fîlmên Halîvûdî yên wekî Argo, 30 Deqîde piştî nîve şevê, dakyomênta ''Êyîrlayîn a siriye CAI'yê'' û şerê sirî dijî terorîzmê hemû di bin çavdêriya CAI'yê û bi hedefa şerê nerm hatine çêkirin.

Şerê nerm riyekî tesîr danîna ser bîrûbawera giştî bona bi tesîr kirina nêhrînekî neraste.

Li vî cure şerî da Amerîka ji sînemaya Halîvûdê bi zîrekî behre girtiye.

Helbet sînemaya rojava ku dil heye diijî komara islamî ya Îranê teblîq bike,, hertim li fîlmên xwe da nizama Komara islamî, fanatîk, tundrê, piştevanê terorîzmê û yan jî pê nêhrînên wiha nîşan dide.

Çêkirina fîlmên ku pê diravên zav çê dibin yên wekî '' firîna jimara 93'', ''300'', ''Eskender'', '' Erbabê hêviyan'', ''Dîlgirtî'' û ''Dêlta Fors'' ji van cure fîmanin ku tirsa ji Îranê teblîq dikin

Ev siyaseta sînemaya rojav heta ketiye nav lîstikên întirnitî jî û lîstikên wekî '' Bahoza deştan'' ku Amerîka çêkiriye nîşan dide ku ev welata çawan êrişî ser navendên navokî yên Îranê dike û çawan li hemberî dijminekî ser navê xwedêbergiravî Îranê serdikeve.

Piştî ku rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 hate pejirîn û hate îmzakirin wisa diyar dibû ku îdî proja tirsandina ji Îranê ji aliyê rojava kuta dibe lê reftarên siyasî yên Amerîka nîşan dide ku toyê bêjî ev welata naxwaxze dest ji van siyasetên dijî Îranê berde.

Siyasetên Amerîka hema dewama zêdexwaziyên vî welatî ne lê riya van zêdexwaziyan û siyaseta wan hatiye guhartin loma li rewşekî wiha Komara islamî xwe bona sekinîna li hemberî her cure şerekî nerm yan dijware Amerîka amade dike û qet bi van siyasetên Amerîka gelê Îranê nayê xapandinê.