Nakokiya li peywedniyên Tirkiye û Vatîkanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226477-nakokiya_li_peywedniyên_tirkiye_û_vatîkanê
Gotinên rêberê katolîkên cehanê li Ermenistanê bûne sedem ku hin nakokî li peywendiyên navbera Tirkiyê û Vatîkanê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2016 13:19 Asia/Tehran
  • Nakokiya li peywedniyên Tirkiye û Vatîkanê

Gotinên rêberê katolîkên cehanê li Ermenistanê bûne sedem ku hin nakokî li peywendiyên navbera Tirkiyê û Vatîkanê derkevin.

Dewleta Vatîkanê li hember gotinên rayedarên dewleta Enqerê derheq vê yekê ku Papa rêberê katolîkên cîhanê bawerî bi fikr û ramanên şerê xaçperestîyê heye, bertek nîşan da.

Li gorî rapora Reutersê, dewleta Vatîkanê wek berteka li hember gotinên rayedarên dewleta Enqerê ragihand: Papa li ber bandora ti fikr û ramanên xaçperestîyê nîne. Papa li şer û berbendan saz nake belkî ew li dû çêkirina piran e.

Papa Fransîs roja îna buhurî li hevdîtina bi serokkomarê Ermenistanê re bal kişand ser kuştina ermeniyan li şerê cîhanî ê duwem ji aliyê kiraltiya osmaniyan û ew wek jînosayda ermeniyan da zanîn. Ev gotinên rêberê katolîkên cîhanê bûn baîs ku rayedarên Tirkiyê bertekê nîşan bidin, bi curekê ku piştî gotinên papayî li Yêrewanê, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê got: Mixabin di kiryar û reftara papa hêmanên fikr û ramanên dewarna şerên xaçperestiyê tên dîtin.

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê, Nûredîn Caniklî gotinên papayê Fransîs rêberê katolîkên cîhanê li bara jînosayda ermeniyan şermezar kir û ew hasila nihêrîna serdema şerên xaçperestîyê zanîn. Li gorî rapora IRNA`yê, li hember vê helwesta dewleta Enqerê, berdevkê Vatîkanê jî jibo berevaniya ji gotinên Papa bertek nîşan da.

Herçend ku dihat pêşbînîkirin ku papa li sefera Ermenistanê rê li ber minaqişên dîplomatîk bi Tirkiyê re bigre lê wî li axiftina roja înyê nav koma rayedarên Ermenistanê peyva ``jînosaydê`` jibo wesfkirina tevkujiya ermeniyan bi destê trikên osmanî li şerê cîhanî yê ewil bikar anî.

Malpera nûçan a rojnama Gardiyenê duh yekşemiyê 26 Hezîranê berteka alîkarê serokwezîrê Tirkiyê li hember gotinên vê dawiyê yên papa weşand.

Nûredîn Canikli mixabiniya xwe ya kûr li hember gotinên papayê Fransîs da diyarkirin û ew bi hebûna nihêrîna dewrana şerên xaçperestîyê tawanbar kir.

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê li dewama gotinên xwe, gotinên papa derew zanîn û got: Hemî rastiyê dizanin û Ermenistan jî dizane. Wî got: Tirkiye bikaranîna peyva ``jînosaydê`` jibo hemî bûyerên şerê cîhanî yê ewil qebûl nake û dîrokzanan ev yeka mezin kirine.

Enqere tekez dike ku impiraûriya osmanî jî li encama van pevçûnan xisarên giran dîtine ku aqubet bûey sedema hilweşiyana wê.

Berdevkê Vatîkanê, Federîko Lombardî jî duh li hmeber gotinên serokwezîrê Tirkiyê bertek nîşan da. Associated Pressê ji zarê vî rayedarê Vatîkanê nivîsî: teksat axiftin û gotinên papayê tu yek nîşana helwesta bidijminatî li dijî Tirkiyê nîne û papa daxwaza hevaltî û aşitiyê navbera Tirkiyê û Ermenistanê dike. Berdevkê Vatîkanê ev buxtana ku papayî fikr û ramana dewrana şerê xaçiyê here rd kir û tekez kir: Wî tu axiftinek li dijî xelkê Tirkiyê nekiriye.

Karzan, helwestên rayedarên Vatîkanê piştî gotinên papayê Fransîsî curek paşdevekişyana li hember gefên Tirkiyê dizanin.