Işkesta DAIŞ'ê li Felûcê bi hevkariya hevpare iraqiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226453-işkesta_daiŞ'ê_li_felûcê_bi_hevkariya_hevpare_iraqiyan
Hevçaxî kutabûna operasiyona paqijkirina Felûcê ji wicûda terorîstên DAIŞ'ê, serokwezîrê Iraqê seredana vî bajarî kir û û soz da ku alaya vî welatî dê bi vê zûtiyê li nav Mûsilê jî bê bilindkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2016 11:59 Asia/Tehran
  • Işkesta DAIŞ'ê li Felûcê bi hevkariya hevpare iraqiyan

Hevçaxî kutabûna operasiyona paqijkirina Felûcê ji wicûda terorîstên DAIŞ'ê, serokwezîrê Iraqê seredana vî bajarî kir û û soz da ku alaya vî welatî dê bi vê zûtiyê li nav Mûsilê jî bê bilindkirin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku êvara duh yêkşemê piştî azadiya bajarê Felûcê çûye vî bajarî û alaya vî welatî li nav Felûcê rakir soz da ku bi zûtî dê Mûsil jî ji destê terorîstên DAIŞ'ê bê derxistin û alaya Iraqê li nav vî bajarî jî dê bê rakirin.

Ebadî bal kişande ser viya ku hêzên iraqî dê grûpa terorîst a DAIŞ'ê li nav axa Iraqê jinav biben got: Grûpa terorîst a tu ciyekî xwe li nav axa Iraqê tune û li her navçeyekî Iraqê ku bin dê bi destê hêzên iraqî bêne derxistin.

Fermandarê opêrasiyona azadkirina Felûcê, Evdilwehab Sayidî jî roja yekşemiyê, 26`ê Hezîrana 2016`an, ragihand ku bajarê Felûcê bi tamî hat rizgarkirin û opêrasiyona azadkirina vî bajarî piştî mehekê pevçûna ligel çeteyên DAIŞ`ê bi dawî hat.

Evdilwehab Sayidî her wiha got: Hêzên ewlehiyê û hêzên gelanî yên Iraqê bajarê Felûcê bi tamî ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin.

Bajarê Felûcê zêdetir ji du salan di bin dagîrkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da bû.

Opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola DAIŞ`ê ji 23`ê meha Gulana 2016`an li ser fermana serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, dest pê bû.

Hejî gotinê ye ku serketina hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li Felûcê ji nezera siyasî jî gelekê girînge.

Serketina li Felûcê ji vê babetê ji nezera siyasî bo Iraqê girînge ku karayiya wan bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ'ê, li rewşa ku civata cîhanî li gelê vî welatî kêm lotfî kir jî heye.

Felûce navenda îsteqrara serkirdeyên grûpa terorîst a DAIŞ'ê bû.

Felûce ku li 50 kîlomitriya Bexda, paytexta Iraqê ye, ewil bajarê vî welatî bû ku li Janviya sala 2014 kete destê terorîstên DAIŞ'ê.

Grûpa terorîst a DAIŞ''ê pitî dagîrkirina Felûcê, pişkin ji bakûr, rojava û rojhilata Iraqê dagîr kir.

Bajarê Frelûcê ciyê çêkirina bomban û tirombîlên mînkirî bû.

Pê berçavgirtina bajarê Felûcê û nîzikiya vî bajarî bi Bexdayê, işkesta grûpa terorîst a DAIŞ'ê li vî bajarê isteratijîk derbeyekî giraan li terorîstan ket.işkesta terorîstan li Felûcê bûye sebeba qahîmbûna zêde ye ewlehiya Bexdayê paytexta Iraqê.

Serketina hevpare artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li Felûcê, tesîrekî giran daniye ser lawazbûna DAIŞ'ê li nav Iraqê û heta li nav Sûriyê jî.

Parêzgeha El-Enbara Iraqê hevsînorê Sûriyê ye û niha ku Felûce ji destê terorîstên DAIŞ'ê azad bûn peywendiya terorîstan li nav du welatên Iraq û Sûriyê hate qutkirin.

Niha ku îdî peywendiya terorîstan li Iraqê û Sûriyê hate qutkirin, terorîstên DAIŞ'ê tenê li pişkin ji parêzgeha Nêyînewayê hene.

Bilî viya babeta herî girînge serketina operasiyona dijî DAIŞ'ê li Felûcê, hevrêtiya hemû aliyên iraqî û pişkdariya wan li vê operasiyonê bû ku wehdeta wan bûye sebeba serketinekî mezin.

Hevkariya hemû eşîretên iraqî li operasiyona azadkirina Felûcê bitaybet hevkariya artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî herwisa pîlana dijminên Iraqê yên wekî Erebistanê ku dixwest firqegerayiyê li nav Iraqê rewac bide, pûç kir.

Azadiya Felûcê desthata wehdet û hevgirtina hemû aliyên iraqî bû.

Tecruba serketina hemû aliyên iraqî li Felûcê niha bûye desthatekî mezin ji bo operasiyona din a azadkirina Mûsil navenda parêzgeha Nêyînewayê ji destê terorîstên DAIŞ'ê.

Mûsil ji 10 Joena sala 2014 ketiye destê terorîstên DAIŞ'ê.

Operasiyona destpêkê ya azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan ji çend meh berî niha destpê bûye û niha ku operasiyona azadiya Felûcê bi serketinekî mezin kutahî pê hatiye, rewşa azadiya Mûsilê û bilindbûna alaya vî welatî li nav Mûsilê jî amade bûye.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pê vê tecruba baş gelê vî welatî arxayîn kir ku îdî DAIŞ'ê tu cî û mewqiyek li nav Iraqê tune û bi zûtî jî Mûsil dê ji destê terorîstan derkeve..