Boxtanên Behreynê dijî Îranê li çarçova siyasetên Erebistanê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226183-boxtanên_behreynê_dijî_Îranê_li_çarçova_siyasetên_erebistanê_ne
Rêjîma Alê Xelîfê ku ji pênc salan berî niha va reftareke tund ligel Înqilaba bi aştî ya gelêî Behreynê pêk aniye û li vê çarçoveyê da ji hêzên siûdî alîkariyê werdigire, li gorî fikra xwe Îran tometbar dike ku destê wê di nav şer û pevçûnên bi çekan ên di nav Behreynê de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2016 11:57 Asia/Tehran
  • Boxtanên Behreynê dijî Îranê li çarçova siyasetên Erebistanê ne

Rêjîma Alê Xelîfê ku ji pênc salan berî niha va reftareke tund ligel Înqilaba bi aştî ya gelêî Behreynê pêk aniye û li vê çarçoveyê da ji hêzên siûdî alîkariyê werdigire, li gorî fikra xwe Îran tometbar dike ku destê wê di nav şer û pevçûnên bi çekan ên di nav Behreynê de ye.

Cemal Fexro, cîgirê yekem ê serokê konseya rawêjkar a Behreynê li hevpeyivîneke têlêvîziyonî idia kir ku Îranê bernameyeke xwe ya taybet bi armancên diyarkirî heye ku yek ji van armancan, desthilatdariya li ser navçeya Kendava Farsê ye ku dixwaze cihanîna wê ji Behreynê dest pê bike. Vî rayedarê behreynî herwiha Komara Îslamî ya Îranê wek gefek ji bo gelên ereb da zanîn û idia kir ku Îran li hin welatên navçeyê ji bo piştgirên xwe çekan dişîne.

Cîgiê yekem ê serokê Konseya Rawêjkar a Behreynê li halekî Îranê bi sûcê destwerdana li wî welatî û hewildana ji bo pêkanîna pevçûnên çekdarî tawanbar dike ku Erebistana Siûdiyê bi awayê fermî hêzên çekdar û amor û çekên giran ên leşkerî şandine axa Behreynê û li kêleka hêzên çekdar ên Alê Xelîfê serhildana bi aştî ya gelê Behreynê serkut dike.

Lê Komara Îslamî ya Îranê bi nêrîna siyasî û bi saya vexwendina komên behreynî û dijberan ji bo gotûbêja tev rêjîma desthilatdar li vî welatî hertim ewna han dane ku bi riya aştiyê qeyrana Yemenê çareser bikin.

Pêkhatina aştî û aramiyê li navçeya herî hestiyar a Kendava Farsê mijara sereke ya Komara Islamî ya Îranê ye û ji ber viya reftara tund li dijî dijberan, serkutkirin û zindanîkirina serhildêrên behrêynî û amadebûna leşkerî ya Erebistanê li Behrêynê li ser xêr û qazanca gel û aramiya li navçeyê nizane. Piştgiriya Îranê ji serhildana gelê behrêynê piştgiriya ji daxwazên gelanî ye p helahelaya berpirsên behrêynî dewsa bersivandina daxwazên gelê xwe, filitandina xwe ji rastiyan û yekdengiya ligel Erebistana Siûdiyê li dijî îranê ye.

Erebistana Siûdiyê ji ber piştgiriya siyasî û manewiya Îranê ji şêx Nimr Baqir Nimr, alim û ruhaniyê têkoşer ê erebistanî û berteka hinek ji gelê Îranê li hemberî îdamkirina wî, xwe kiriye navenda sekinîna li hemberî Îranê û bi awayekî yekalî peywendiyên xwe yên dîplomatîk ligel îranê qut kirin.

Rêjîma Alê Xelîfê niha bi yekdengiay ligel Erevbistana Siûdiyê ji ebr piştgiriya siyasî û manewiya îranê ji serhildana gelanî û bi aştî ya geklê Behrêynê û kesayetiyên bibandor ên wî welatî, tawanên bêbingeh li dijî Îranê hildêxe.

Nêrîna niha ya Erebistana Siûdiyê û Behreynê nîşandana Îranê wek dijminê welatên ereb e. Eva li halekî ye ku Îran wek welatekî berpirsiyar guhertinên naçeyê dişopîne, lê welatin wek Behreyn û Erebistana Siûdiyê heta niakrin pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin û li hemberî wan bersivdar ninin.

Behrêyn ji sala 2011`an va bûye qada serhildana gelanî bi rênum,ayî û ronakbîriya melayan û çavkaniya wê yekê jî tam navxweyî ye. Xwesteka gelê Behrêynê hebûna mafê diyarkirina çarenivîsê û hebûna pergala bijartî ya gelanî û dêmokratîk bûye.

Alê Xelîfê bi hevdestêî û hevdengiya Alê Siûd û berxwegirtina siyaseta siûdî şerê ligel rûhanî û rêxistinên binador li warê serhildana gelê Behrêynê dest pê kiriye. Zindanîkirina şêx Elî Selman, sêkrêtêrê giştî yê Civata Wifaqa Neteweyiya Behreynê û zêdekirina mideha zindaniya wî ji 4 salan bo 9 salan, hilweşandin û sekinandina çalakiyên hin civatên siyasî û jêstandina mafê hemwelatiya şêx Îsa Qasim, bavê manewî yê Înqilaba behrêyniyan, asta herî bilind a rûbirûbûn û tundiya Alê Xelîfê ligel çalakiyên itirazî û bi aştî li Behrêynê ye.