Siyaseta durû ya piştgirên terorîzmê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i225877-siyaseta_durû_ya_piştgirên_terorîzmê_li_iraqê
Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bêyî berçavgirtina destkevtên dewleta Iraqê derheq azadkirina beşên sereke yên Felûcê û hewldana Bexdayê jibo kêmkirina hejmara goriyên kesên sivîl ên vê navçê ji Iraqê xwest ku jibo parastina canê xelkê sivîl li Felûcê hewl bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2016 14:29 Asia/Tehran
  • Siyaseta durû ya piştgirên terorîzmê li Iraqê

Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bêyî berçavgirtina destkevtên dewleta Iraqê derheq azadkirina beşên sereke yên Felûcê û hewldana Bexdayê jibo kêmkirina hejmara goriyên kesên sivîl ên vê navçê ji Iraqê xwest ku jibo parastina canê xelkê sivîl li Felûcê hewl bide.

Frnasowa Dolater, nunerê Fransayê ku welatê wî serokê dewrê yê konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye roja sêşemiyê piştî civîna vê konseyê îdia kir ku ev saziya bi nîşandana fukara xwe li bara rwşa însanî li bajarê Felûcê li parêzgeha rojava ya Enbarê ser vê bawerê ye ku nabe derd û kulê kesên ku ji pevçûnên Felûcê û navçeyên derdora wê direvin zêde bibe.

Serokê fransî yê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bêyî ku balê bikşîne ser tedbîrên artêşa Iraqê jibo girtina pêşiya zêdebûna hejmara goriyên sivîl li Felûcê û hewldanên dewleta Iarqê jibo bicihkirina awareyên Felûcê, got, divê dewleta Iraqê zêdetir ser kiryara hêzên besîca gelanî li opersyona Felûcê çavdêriyê bike.

Tewsiya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî bo dewlet û artêşa Iraqê li bara piştgiriya ji xelkê sivîl li Felûcê di rewşekê de ye ku Dewlet û artêşa Iarqê, operasyona azadkirina Felûcê heya niha bi çaran ji ber hizûra xelkê sivîl li hin beşên vî bajarî rawestandiye.

Eva li halekê ye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebdaî pêş operasyonê û paş operasyona Felûcê bi caran bi tewsiya li hêzên gelanî û artêşê, parastina canê xelkê sivîl û bicihkirina awareyan ji bernamên sereke yên van hêzna li vê opersyonê daye zanîn.

Cihwarkirina bi hezaran awareyên bajarê Felûcê û çavdêriya wezareta koçber û awareyên Iraqê û saziyên têkildar derheq dabînkirina hevcetiyên wan di vê çarçoweyê de tê nirxandinê.

Li gorî gotina fermandê artêşa Iraqê li pêvajoya opersyona Felûcê, hêzên artêşê û hêêzn xwebexş ên gelnaî piştî cihûwarkirina awareyan bi wênegirtina ji navçeyên hedef bi balefirên bêfirokevan li bar valabûna wan xatircem dibin da ku xelkê sivîl ku DAIŞ wan ji xwe re kiriye mertala însanî nekevin ber êrişê.

Di rewşeke wiha de berçavnegirtina tedbîr û hewldanên dewletê û artêşa Iraqê jibo girtina pêşiya zêdebûna hejmara goriyên sivîl ûdabînkirian hevcetiyên awareyên Felûcê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî kiryarek jibo xalifandina raya giştî ji deskevtên Iraqê derheq azadkirina Felûcê, navenda herîgiring a terorîstên DAIŞê li rojava vî welatî tê niraxndinê.

Li pêvajoya opersyona azadkirina Felûcê li sê hefteyên buhurî hin medyayê rojava û erebî bitaybet Erebistan û Emerîkayê jî fukara xwe di derbarê destpêbûna operasyona li dijî meqerên DAIŞ`ê li Felûcê dane diyarkirin û hin nûçeyên derew li bara binpêkirina mafên mirovan li navçeyên azadbûyî weşandin ku rastî berteka berpirsên iraqî hat.

Piştgirên DAIŞ`ê li Iraq û navçê par jî piştî azadkirina navça stratejîk a Tikrîtê li bakurê Bexdayê paytexta Iraqê dewsa piştgiriya ji dewletê û hêêzn iarqî, îdiayên wiha li bara binpêkirina mafên mirovan li van navçana ji aliyê hêzên iarqî xistibûn rojevê. ev newekheviya siayseta piştgirên terorîstan di halkeê de ye ku piştî dagirkirina du salan berî niha ya hin beşên axa Iraqê ji aliyê DAIŞê û cinayeta vê grûpê li navçeyên curbicur heya niha berevanên derew ên mafên mirovan tu carî daxwaza pêkanîna kumîteyekê ji bo hilkolandina cinayetên ev grûpa kirêgirtî li Iraq û Sûriyê nekirne.