Berteka NY li hemberî ibtalkirina mafê welatîbûnê yê welatîyên behrêynî
Rêxistîya Neteweyên Yekgirtî (NY) biryara dewleta behrêynê ya rakirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim, rêvebirê şîeyên vî welatî ``karekî narewa`` bi nav kir.
Ravîna Şamdasanî, berdevka NY şeva buhurî li civîna ravekirinê ya NY li Jênêvê got: Jibo şêx Îsa Qasim pêvajoya dadgehkirinê nehatîye berçavgirtin, loma ibtalkirina mafê welatîbûna wî nayê qebûlkirinê û ev yeka neheqîyeke aşkira û nelicî ye.
Hêjayî gotinê ye ku wezareta karên hundur a Behreynê li dewama kiryarên xwe yên serkutkirinê dijî şêx Îsa Qasim, yek ji rêvebirên serhildana gelanî ya vî welatî, mafê wî yê welatîbûnê ibtal kir ku ev yeka bûye sedema birêketina pêleke berfire ya nerazîbûn û rexneyên giran ên civatên navxweyî û navnetewî.
Sazî û kesayetîyên navnetewî ji wan Komîsarîyaya Bilind a Mafên mirovan a NY bicaran sîyaseta rêjîma binemala Xelîfe li behrêynê ya ibtalkirina mafê welatîbûnê yê nerazîyan kiryarekî zalimane û qedexe bi nav kirine.
Biryar û kiryara rêjîma Alê Xelîfê ya ibtalkirina mafê welatîbûnê yê neyarên dewletê li Behreynê li halekî ye ku li xala 15 ya Daxûyanîya Cehanî ya Mafên Mirovan hatîye ku her kesî mafê welatîbûnê heye û kes bi awayekî xweserane nikare ji vî mafî bêpar bibe.
Di vê çarçovê da, rakirina mafê welatîbûnê ya neyaran li Behrêynê ji wan yê şêx Îsa Qasim melayê navdar ê vî welatî tam berovajî Daxûyanîya Cehanî ya Mafên Mirovan e ku etnîka mirovan wek mafê rewa ku ji wan nayê cidakirinê nas dike û ibtalkirina vî mafî neqanûnî dizane.
Behrêyn ji Sibata sala 2011`an ve bûye qada serhildana gelê vî welatî li dijî rêjîma binemala Xelîfê. Kiryarên rêjîma Alê Xelîfê yên binpêkirina berfire ya azadîyan û girtina berfire ya çalakên sîyasî û xweşkirina rê jibo têkbirina kom û qewareyên li dijî dewletê zêdetir ji berê pênaseya dîktatorî ya vê rêjîmê aşkira kirine.
Xala balkêş li raporên herî dawîyê ku têkildarî rewşa mafên mirovan li Behrêynê hatine weşandinê, eva ye ku rewşa Behreynê di sala 2016`an da dijwartir û girantir bûye.
Rêjîma hikimdar li Behrêynê her wesîle, sîyaset û fendekê bikar tîne ta ku tevî serkutkirina serhildana gelanî, neyaran ji meydana sîyasî û civakî ya vî welatî rake û sîyaseta ibtalkirina mafê welatîbûnê yê neyarên behrêynî di vê çarçovê da dikare bê nirxandin.
Mijara ibtalkirina mafê welatîbûnê yê welatîyên behrêynî û dayîna wî heqî bo bîyanîyan bi armanca sîyasî pêk tê ku ew jî guhertina dêmogirafîya vî welatî ye.
Rêjîma hikimdar li Behrêynê gelê vî welatî ji hemî mafan ên wekî azadîya axaftinê, kombûna biaştî û pêkanîna partî û komên sîyasî û heta bi rîya ibtalkrina mafê welatîbûnê, mafê jîyana li warê xwe bêpar kirine û encama van sîyasetana jî serdestbûna atmosfera serkutkirinê li vî welatî ye.
Rêjîma hikimdar li Behrêynê mafê welatîbûnê yê çalakên sîyasî yên behrêynî ibtal dike û wan ji welatê xwe derdixe ta ku ew nekaribin bizvirin welatê xwe û weatîyên bîyanî bi şertê peyrevîya tam ji paşayê dîktator ê Behreynê derbasî vî welatî dike û mafê welatîbûnê dide wan ta ku sîyasetên firqeparêzîya xwe li Behreynê pêşda bibe.
Kiryarên rêjîma binemala Xelîfê yên binpêkirina aşkira ya mafên welatîyên behrêynî û bêparkirina wan ji jîyana li welatê xwe, binpêkirina aşkira ya isûlên mafên mirovan tên hesêb û sazîyên mafên mirovan pêkutîyê dikin ku karnama rêjîma Behrêynê li warê mafên mirovan yek ji karnamên herîreş li cehanê ye.