Neyariya PDK`ê li hemberî hevdîtina tev bizava Goran
Her çend aliyên peywendî dar li Herêma Kurdistana Iraqê dixebitin ku bona çareserkirina kirîzên dinavbera Partî û bizava Goran, hevdîtinan dinavbera serokên van her du partiyên kurdistana Iraqê da çê bikin lê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê vê hevdîtinê ret dike.
Li gor rapora ajansa Kurd Press'ê, Li halê ku ev hêviya dihate kirin piştî îmzabûna rêketinnama navbera Yekeiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê û Bizava Goranê, pêngavek ji bo pêkanîna hevdîtina navbera serokên Goran û PDK`ê bona çareserbûna pirsgirêkên navbera her du aliyan bê hilanîn, lê bi destpêbûna şerê medyayî dinavbera PDK`ê û Goranê da îdî ihtimala hevdîtina rêberên her du partiyên kurdistanî jinav çû.
Aras Heso Mêrxan endamê konseya rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê pêştir gotibû: Partî biryar girtibû, piştî hevdîtina tev endamên Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê, bona çareserkirina nakokiyên xwe tev Bizava Goran civînekê dayîne, lê paşê ragihand ku siyaseta PDK`ê hate guhartin û hazir nabe ku tev Goran hevdîtinê pêk bîne, wî ragihand ku hegera vê biryarê destpêbûna şerê medyayî yê di navbera her du partiyan da ye.
Li mehên vê dûmahîkê peywendiyên navbera PDK`ê û Goranê gelekê aloz bûne.
Israra PDK`ê li ser mayîna Mesûd Barzanî li ser posta serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê û neyariya tund a Goranê li hemberî vê yekê bûye sebeba dijwarbûna neyariyên navbera du aliyan.
Ji aliyê di nve piştî destpêbûna xwenîşandana nav kolanan li nav bajarên parêzgeha Silêymaniyê û êrişên ser nivîsgeh û avahiyên PDK`ê neyariyên navbera vê partiyê û Goranê zêdetir bûye.
Li rewşeke wiha, Partiya Dêmokirata Kurdistana Iraqê, rêvebirên Goranê û serokê wê Nûşîrwan Mustefa berpirsê van aloziyan û êrişên ser nivîsgehên PDK`ê dan nasandin û wezîrên Goranê ji nav kabîna xwecî derxistin û pêşiya dewama karê Muhemmed Yûsif serokê parlemana xwecî ya herêmê ku endamê Goranê ye, girt.
Ji aliyê din ve li rojên vê dûmahîkê û piştî şikayeta fermî ya ji serokê Goranê li dadgeha Herêma Kurdistana Iraqê û derketina daxûyaniya Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê dijî Goranê, şerekî giran ê medyayî di navbera Goran û PDK`ê da derketiye û her du alî rêberên hevdu bi gendelî û kiryarên dijî ewlehiya herêma Kuristana Iraqê tawanbar dikin.