Siyasetên bidijmiantî yên Riyazê li hemberî Îranê
Piraniya derûdorên nûçeyî û siyasî reftara nemaqûl a siûdiyan li alûgurên navçeyî û pêgiriya ser siyasetên tundrew ji bo seqamgîrkirina cih û şûna paşatiya Erebistanê rexne kirine.
Rojnama Misir Timesê roja yekşemiyê reftarên nemaqûl ên siûdiyan li navçê şirove kir û nivîsî: Ji dema serketina Inqilaba Îslamî li Îranê ev welata bûye kabûsa rayedarên siûdî.
Li beşeke vê meqalê hatiye: Li nav Erebistanê herçend ku kivşkirin û danîna şazade û mîrekan li ser desthilatê ser qazanca Melik Selman û kurê wî Muhemed e lê guhartina nêzîkî 43 postên siyasî û hikûmetî û têkelkirina 13 wezaretxana û saziyan curek guhertina bingehîn û misogerkirina rewşê ji bo bijartina Muhemed Bin Selman wek welîehd tê zanîn ku tu şik û gumanekê ji bo wêdebirina Muhemed Bin Nayêf nahêle.
Li gor nihêrîna vê rojnama misrî pirsgirêka Erebistanê tenê li bara meselên navxweyî û li warê ewlehiyê, civakî û aboriyê nîne belkî ev welata li warê navçeyî jî rastî hin pirsgirêkan hatiye.
Projên şerxwazane yên tekfîriyan li Sûriye û Iraqê û şerê li Yemenê karnameyeke bixwîn, bixerc û neserketî li bara kiryara siûdiayn tomar kiriye kû bûye sedema serşoriya Erebistanê.
Li vê karnamê hevaltiya bi Rejîma Siyonîstî re jî pir balkêş e. Rayedarên Rejîma Siyonîstî vê dawiyê li civîna Hertzîlyayê eşkere li xwe mukir hatin ku hin welatên erebî peywendiyên xwe bi Îsraîlê re guhertine û Telavîv êdî pişta siûdiayn digre.
Hertzî Halîwî serokê saziya Îstixbarata eskerî ya Îsraîlê li vê civînê bi eşkeretî got ku ev alûgor li gor armancên Îsraîlê ne û Telavîv li kêleka Erebistanê roleke giring li şerên Sûriyê û Yemenê dilîze.
Ji xwe divê were gotin ku siyonîst ji bo ku ji kabûsa berxwedanê û jordebirina rola stratejîk a Îranê li dewrana piştî rakirina boykotan rizgar bibin Alê Siûd û tekfîriyên girêdayî li siûdiyan wek leşkerên xwe yên bejahî dizanin ku ewlehiya siyonîstan dabîn dikin. Îsraîlê bi vê siyasetê ji şaşitiyên eşkere yên siûdiyan îstifadê dike û hewl dide ku raya giştî û potansiyela welatên navçê dewsa ku li dij Rejîma siyonîstî werin bikar anînê, ber bi aliyê dijminekî din ê ferzî bikişîne û bixalifîne.
Erebistan pêştir jî bi dehan milyar dolar ji bo şerê bi Îranê re da Sedam û tev terorîstên tekfîrî êriş kir ser navendên dîplomatîk ên Îranê li çend welatan û grûpên treorîstî bo pêkanîna bêewlehiyê li Îranê bi kar anî.
Erebistana Siûdî heta amade bûye ku bi firotina zêde ya nifta erzan aboriya xwe rastî pirsgirêkeke giran bîne.lê tenê bi vê hêviyê ku abora Îranê ji ber erzanbûna bihaya niftê rastî zirar û ziyanê bîne .
Erebistanê bi van liv û tevgerana tenê wêneya ku ji xwe li navçê û cîhanê hêştiye, eva ye ku wekî welatekî şerûd, alozîxwaz û şerxwaz, xwînrêj û piştgirê terorîzmê tê nasîn, çawa ku roja yekşemiyê komek ji nunerên parlemana Îtalyayê li daxûyaniyekê derxistina navê Erebistana Siûdî ji nav lîsta binpêkirên mafên zarokan ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî şermezar kirin û daxwaza şopandina vê kiryarê û cinayetên Alê Siûd li Yemenê kirin.
Eva li halekê ye ku rayedarên Rejîma Telavîvê dolarên siûdî û terorîzma tekfîrî ji xwe re wek sedema pêkhatina ewlehiyê dizanin.
Emerîka û Ewrûpa jî li dû firotina çend milyar dolar çek û sîlehan bo Erebistanê û kişandina vî welatî ber bi siyasetên newekhev li navçê ne da ku mudaxilên xwe pîne bikin.
Birêxistina şanoya hevalbedniya li dijî terorîzmê bi serkirdetiya Alê Siûd jî bi armanca nixumandina piştgiriyên Erebistanê ji terorîzmê ye. Riswatiya desthebûna 15 kes ji welatiyên Erebistanê li buyera terorîstî ya 11 Îlonê û dayîna 750 milyar dolar bertîlê jibo girtina pêşiya weşandina belgeyên vê riswatiyê nîşana pênaseya rastîn a Erebistanê ye. Li halekê ku Riyazê dil heye bi dubarekirina îdiayên pûç û bêbingeh, Îranê alîgirê terorîzmê û mudaxilekirê nav karûbarên welatên navçê bide nasandin.