Şerê medyayî ya PDK bi Goranê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i225487-Şerê_medyayî_ya_pdk_bi_goranê_re
Hukma dadgeha lêkolînên Hewlêrê ji bo girtina Noşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê û bertekên li hember vê hukmê bûye sedem di navbera Goranê û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê(PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî nakokî derkeve .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2016 05:13 Asia/Tehran
  • Şerê medyayî ya PDK bi Goranê re

Hukma dadgeha lêkolînên Hewlêrê ji bo girtina Noşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê û bertekên li hember vê hukmê bûye sedem di navbera Goranê û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê(PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî nakokî derkeve .

Li gorî gotina Hakim Merwan dozgerê Hewlêrê dadgeha lêkolînên Hewlêrê ji ber ku Noşêrwan Mistefa li dadgehê amade nbeûye, 15 Hezîranê hukma girtina wî da .

Hukma girtina Noşêrwan mistefa piştî weşandina kasêteke dengi ji wî hat dayîn ku têde kesek daxwaza teqandina konsûlgeriyên welatên biyanî li Hewlêrê dike. Tevgera Goranê ev kasêta dengî qelp û derew da zanîn û hukma dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê kiryareke siyasî da zanîn. Li gorî gotina Goran, ev kiryarên hewlêrê weke safîkirina meselên siyasî ye û hevrê digel girtina pêşiya serokê parlemana Herêma kurdistana Iraqê bo çûyîna Hewlêrê û derxistina nunerên ser bi tevgera Gorranê ji Herêma Kurdistanê cih tê .

Şerê medyayê û aloziya siyasî ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê(PDK) û Gorranê piştî îmzekirina hevhatinnama hevkariya tevgera Gorranê û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) bi serokatiya Celal Talibanî gurtir bûye.

17 Sibata buhurî Yekitî û Gorranê bi armanca normalkirina peywendiyan, berfirehkirina hevkariyan û hewldana ji bo çareserkirina pirsgirên siyasî û aborî yên herêmê hevhatinnama hevkariyê wajo kirin.

Tevgera Goranê yek ji dijberên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê(PDK) û serokatiya Barzanî li Herêma kurdistana Iraqê ye .

Siyaseta dijwar a Gorranê li hember partiyê ev du grûpên dijber ên kurdî derxistine pêşberî hevdu. Pêgiriya tevgera Gorran ser bidawîhatina serokatiya Barzanî li Herêma Kurdistanê, bûye sedem Barzanî pir hêrs bibe.

Beriya dayîna hukmê dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê ji bo girtina Noşêrwan Mistefa ji dewleta xwecî û girtina rê li ber çûyîna Yûsif Muhemed Sadiq serokê parlemana xwecî ya herêma Kurdistana Iraqê bo Hewlêrê ji wan babetane ku PDK bona sizakirina tevgera Goran girtiye ber xwe. Yûsif Muhemed Sadiq ji endamên tevgera Gorranê ye .

Şîdetgirtina êrişên PDK ser tevgera Gorranê û dijberiya Barzanî li hember hevhatinnama hevkariya vê tevgerê û Yekitiyê ji ber danîna hin xalan li vê hevhatinnamê li dijberiya bi serokatiya wî li Herêma Kurdistana Iarqê ye. Hevpeymaniya fraksiyonên Goran û Yekitiyê li parlemana xwecî, parlemana nuneran ya Iraqê û konseya ustanî li Herêma Kurdistana Iraqê , destpêkirna xebata parlemana xwecî bêyî tu şertekê û kiryara parlemanê li bara desthilatên serokatiya Kurdistana Iarqê bûne sedem ku PDK li dijî tevgear Goranê dest bi hin kiryarên tenbêhkirinê bide .

Mesûd Barzanî , liv û tevgerên siyasî yên tevgera Gorranê û hevhatinnama vê tevegrê bi Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li dijî xwe dizane û ser vê esasê cardin gef li hevrikên xwe xwar. Mesûd Barzanî roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê wek serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bersiva daxwaziyên ji bo kutakirina nakokiyên siyasî navbera PDK û Gorranê, hevrikên xwe bi kiryara li dijî ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê tawanbar kir û gef li mehkemekirina wan xwar.