Sekinîna serokkomarê Tirkiyê ser dewama proja parka Gezî li Stenbûlê
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li halekê ji îcrabûna proja meydana Teqsîma Stanbûlê diaxive ku dijberiya xebatkarên medenî li hemberî kawilkirina parka Geziyê hîn jî berdewame.
Pêşbîniya li bara proja guhartina meydana Teqsîmê (Taksîmê) û kavilkirina parka Geziyê ku li kêleka vê meydanê ye, li sala 2012 kete nav bernama şaredariya Stanbûlê, lê xelkê Stanbûlê û paşê xelkê bajarên din ên Tirkiyê nerezamendiya xwe li hemberî vê biryara dewleta Enqerê ragihandin.
Piştî ku şaredariya Stanbûlê biryar da vê projê cih bîne li destpêkê birek ji alîgîrên Hawêrdorê derketin nav meydana Teqsîmê û derûdora vî meydanê û nerezamendiya xwe dane diyarkirin û polîsê Tirkiyê li hezîrana sala 2013 êrişî ser xwenîşanderan kir û sercem ev biryara dewleta Enqerê bûye sebeba destpêbûna şer û pevçûna dinavbera xelkê Tirkiyê û polîsê vî welatî û xelkê Tirkiyê dijî partiya hakim a AKP derketin nav kolanan û polîsa vî welatî jî bi tundî li hemberî xelkê vî welatî rawesta.
Li mudehekî kêm nerezamendiya dijî siyasetên AKP hemû Tirkiye girte ber xwe û xelkê nerazî li hemberî siyasetên dewleta Tirkiyê li bajarên cur bi cure wekî Enqerê derketine nav kolanan û ev siyasetên AKP ûermezar kirin.
Li şer û pevçûna di navbera polîsê Tirkiyê û xwenîşanderên nerazî 8 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Her wê çaxê ku li meydana Teqsîma Stanbûlê alozî derket, karbidestên AKP her cure kombûnek li nav vê meydanê qedexe kirin û ragihandin ku her cure xwenîşandanek li meydana Teqsîmê bi giranî serkut dikin.
Her çend proja qaşo parka Gezî û meydana Teqsîmê piştî mudehekê hate rawestandinê lê li Joyiya sala 2015 sîstema dadweriya Tirkiyê ku li ser vê dosiyê lêkolîn dikir heq daye dewleta AKP'ê û ragihand ku pêwîst e ev proja dubare îcra bibe.
Niha piştî 3 salan ku ji rûdawên parka Geziyê derbas dibe Erdogan bi palpiştiya hukmê dadgehê ragihandiye ku ev terha ku dewletê li bara parka Gezî û meydana Teqsîmê dixwest îcra bike, dîsa jî didome.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotinên xwe bêyî ku guhê xwe bide ser dijberiyên gelêrî û giştî li vî welatî li bara Parka Gezî li meydana Teqsîm a Stenbûlê ragihand ku proja parka Gezî dê bê domandinê û li vê pakê dê avahiyeke dewrana Osmaniyan bê çêkirin.
Serokkomarê Tirkiyê bal kişande ser viya ku li her halekê da dê avahiya dewrana Osmaniyan bê çêkirin û got: Ev proja bi wêrekî û egîdî dê cih were û biryara hanê qet nayê guhertin.
Li sala 2013 ku biryara kavilkirina parka Geziya Stenbûlê destpê bû, xelkê Tirkiyê li hemberî vê biryara Tirkiyê bi tundî nerezamendiya xwe dane diyarkirinê ku eva bûye sebeb ev nerezamendya here nav bajarên din jî.
Xelkê nerazî li nav Tirkiyê ku naxwazin parka Gezî û Meydana eqsîma Stanbûlê were guhartin, bawerin ku ev parka hema ji berê va ciyê kombûna xelkê û birêketina xwenîşandanên dijî dewletan bûye û hjerwisa ev der ciyekî torîstî ye, loma ewna bawerin ku kavilkirina vî parkî nîşana kavilkirina nîşana nerezamendiyê li nav Tirkiyê ye.
Wisa diyare ku Erdogan bi mihana zindîkirina nîşanên berê yê hikûmeta Osmaniyan dil heye nîşanên alîgîrên civata medenî li nav Tirkiyê jinav bibe.
Gelê Tirkiyê li mudeha van deh salên bihurî bi vê rastiyê hesiyane ku Erdogan ji çaxê qudret li vî welatî girtiye deestê xwe her diçe dîktatortir dibe.
Li van sê salên bihurî ku xelkê nerazî bona girtina pîşiya kavilkirina parkaa Gezî derketin nav Kolanan û dewleta Enqerê, dest bi serkutkirina wan kir, bibaşî hemû li nav Tirkiyê bi vê rastiyê hesiyan ku îdî Erdogan bi wan ra wekî dîktatoran reftarê dike.
Bitaybet ku piştî serkurtkirina xelkê Tirkiyê bi destê polîsê vî welatî li 24 Joena sala 2013, Erdogan pesna polîs da û ji vê kiryara polîs wekî Mêrxasiya efsaneyî binav kir.
Niha jî Erdogan pê piştgirêdana bi hukmê dadgeha Tirkiyê carek din dil heye wê mêrxasiya efsaneyî ya xwe nîşan bide û pê palpiştiya polîsê Tirkiyê dixwaze siyasetên xwe li nav vî welatî îcra bike, niha eger ev siyasetane avedanî bin yan jî siyasî yan ewlehî yan jî civakî û abûrî biin.
Helbet nerezamendiya giştî li nav Tirkiyê û li navçê û heta li babeta navnetewî dijî siyasetên Erdogan her roj zêdetir dibin û mesela sereke evaye ku xelk ji van zextûzorên Erdogan û polîsê Tirkiyê natirsin.