Tevgerên dijî Îranê li Amerîkayê hevdem ligel hevdîtinên rayedarên Erebistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i225208-tevgerên_dijî_Îranê_li_amerîkayê_hevdem_ligel_hevdîtinên_rayedarên_erebistanê
Êd Roîs, serokê komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê roja îniyê, 17`ê Hezîrana 2016`an, li nameyekê ji bo Cek Lo, wezîrê xezanedariyê yê vî wlatî ji wî xwest ku navê Îranê li lîsta welatin ku wek `Ciyên pirxeter û astengîçêker li warê bikaranîna neçê ya dirêv û dabînkirina malî ya têrorîsmê` hatine naskirin, bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2016 08:14 Asia/Tehran
  • Tevgerên dijî Îranê li Amerîkayê hevdem ligel hevdîtinên rayedarên Erebistanê

Êd Roîs, serokê komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê roja îniyê, 17`ê Hezîrana 2016`an, li nameyekê ji bo Cek Lo, wezîrê xezanedariyê yê vî wlatî ji wî xwest ku navê Îranê li lîsta welatin ku wek `Ciyên pirxeter û astengîçêker li warê bikaranîna neçê ya dirêv û dabînkirina malî ya têrorîsmê` hatine naskirin, bimîne.

Vî nûneê Partiya Komarxwazan li kongreya Amerîkayê idia kir ku Îran dixebite ta komxebata pêngavrakirimna malî (Financial Action Task Force) qanih bike ta navê wê ji vê lîsta reş were derxistin.

Li vê nameyê hatiye idiakirin ku Îran hema wisa pişta têrorîsmê digire û kirayrên malî yên xwe yên neqanûnî ji bo dabînkirina tundî û têrorîsmê ji hêla malî va didomîne.

Serokê komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê hema wisa Hizbullaha Libnanê wek komeke têrorîst da zanîn ku bi wekaleta ji Îranê dixebite û her viha got: Li rapora herî teze ya wezareta karên derve ya Amerîkayê eşkere hatiye ragihandin ku piştgiriya Îranê ji komên têrorîst ên flistînî li Xezeyê û komên cûrbicûr li Iraqê û seranserî Rojhilata Navînê didome.

Ev gotin û tevger ji bo reşkirina nav û rûyê Îranê di rewşekê da ne ku cîgirê welîehdê Erevbistana Siûdî û wezîrê parastinê yê vî welatî, Mihemed Bin Selman jî li axaftineke bi vî rengî li sefera xwe ya bo Amerîkayê xwest ku zextên li ser Îranê zêde bibin.

Koşka Sipî bi daxûyaniyekê ragihand: Welîehdê Erevbistana Siûdiyê û serokomarê Amerîkayê, Barak Obama bi awayekî berfireh li bara tişta ku wek çalakiyên alozîçêker ên Îranê hat zanîn, gotûbêj pêk anîn û li ser hevkariya stratijîk navbera Amerîka û Erebistana Sipûdiyê pêgirî kirin.

Hevdem ligel van gotûbêjan, Adil Cubeyrê wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê jî li civîneke çapemeniyê li bara helwêstên siûdiyan li bara Îranê idia kir ku Îran hema wisa li karên navxweyî yên welatên navçeyê destê xwe werdide. Wî her viha got ku eger Îran dixwaze peywendiyeke asayî ligel welatên navçeyê hebe divê xala derşandina inqilabê ku li qanûna bingehîn a vî welatî heye, rake. Wî li dewama vê hetikîna xwe ya nediyar idia kir ku Îranê ji destpêka serketina inqilabê va pişta têrorîsmê girtiye û di rastiyê da gişt dijminatî ji aliyê Îranê va bûne.

Ev idia û gotinên xapînok li halekî ne ku li gorî rapora sala 2002`an ku piştî bûyera 11`ê îlona 2001`ê hat weşandin, Erebistana Siûdiyê ji sebebkarên sereke li vê bûyera têrorîstî bû. Ji ber viya 28 rûpel ji naveroka sereke ya rapora 11`ê îlonê ku têkildarê van belgeyan e ji rapora sereke hatine derxistin.

Amerîka di rewşekê da dixebite navê Îranê li lîsta welatên qaşo xeterçêker ên malî ragire ku li kongreya vî welatî ji bo kiryarên têrorîstî li Îranê bûdce hatiye pesendkirin û Koşka Sipî bi fermî ji `Koma têrorîst a Munafiqînê` piştgirî kiriye. Nivîsgeha siyasî û malî ya vê komê û dijberên din ên pegala Komara Islamî ya Îranê jî li Amerîkayê bi awayekî azad çalakiyên xwe didomînin. Eva li halekî ye ku Komara Islamî ya Îranê bi 17 hezar şehîdan ji qurbaniyên herî mezin ên têrorîsma bin piştgiriya welatin wekî Amerîkla û Erebistana Siûdiyê ye.

Amerîka ji dabînker û piştgirên sereke yên malî û çekdarî yên komên têrorîst e û ew wek amorekê bi kar anîne. Amerîka her viha bi caran ji damezirîner û birêvebirên kodêtayê li welatên cûrbicûr ji wan plandarêja kodêtaya sala 1953`an li Îranê bûye.

Tevger û hevdengiya Amerîka û Erebistaan Siûdiyê di rastiyê da xalifandina rastiyan e û nîşan dide ku Riyaz û Waşîngton tevî viya ku tê gotin bi hev ra nakok in; lê di rastiyê da du rûyên yektişî ne û berjewendiyên xwe yên hevpar hevaheng ligel Rêjîma Siyonîst, ji bo pêkanîna duberetî, pêkanîna qeyranan û nîşandanan Îranê wek gefek li navçeya Rojhilata Navînê li çarçoveya projeya `Tirsandina ji Îranê` dişopînin.