Zêdebûna nakokiya siyasî navbera Tirkiyê û Almanyayê
Pejirandina plana jînosayd binavkirina kuştina ermeniyan li sala 1915`an li parlemana Almanyayê nakokiya siyasî navbera Tirkiyê û Almanyayê pir zêde kiriye.
Kilaydiya Rût alîkarê serokê parlemana Almanyayê êrişên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê ser nûnerên tirk ên parlemana welatê xwe piştî pejirandina biryarnama jînosayda ermeniyan bal kişand ser vê yekê ku Erdogan hemî parleman û dilê demokrasiya me kiriye hedef û Mêrkêlê xwest ku li hember wê bisekine.
Wî got ku ev kiryara serokkomarê Tirkiyê nayê qebûlkirin. Receb Teyib Erdogan li bara dengê Erê yê hejmarek ji nunerên tirk ên parlemana Almanyayê bo biryarnama `jînosayda ermeniyan` gotibû: Ew çawan îdia dikin ku tirk in, divê xwîna wan li labratwarê were cerbiandin. Erdogan her wiha dewakarên jînosayda ermeniayn li dewrana osamniyan bi hewldana bo wergirtian par û poenên siaysî ji Tirkiyê sûçdar kiribû. Serokkomarê Tirkiyê her wiha nunerên tirk ên parlemana Almanyayê wekî terorîstan dabû zanîn. Li parlemana Almanyayê 11 nunerên tirkiyeyî hene. nifûsa welatiyên Tirkiyê li Almanyyaê dighêje 3 milyon û 400 hezar kesan. Jixwe3,7 nifûsa Almanyayê tirk in. Ev nifûsa zêde ya welatiyên Tirkiyê li Almannyayê ji Tirkiyê re potansiyelek dihat hesabê. . Receb Teyib Erdogan jibo endametiya Tirkiyê nav Yekitiya Ewrûpayê gelek hewl da ku ev potansiyela jibo handana dewleta Almanyyaê derheq lezgînkirina muzakirên endametiya li YE bikar bîne. Lê siyasetên navçeyî yên Receb Teyib Erdogan di pratîkê de ev potansiyela kire gefek. Her 11 nunerên tirkiyeyî ên Almanyayê dengê erê dane biryarnama jînosayd zanîn tevkujiya ermeniyan li şerê cîhanê yê ewil. Dengê erê yê van nuneran bûn sedem Erdogan hêrs bibe û bertekên tund û nedîplomatîk ên aloziay siaysî navbera Berlîn û Enqerê zêde kiriye .
Hevhatinama Tirkiyê û Yekitiya ewrûpayê ku bi hewldana Engela Merkêl serokwezîra Almanyayê hat îmzekirin niha ketiye ber bandora ev aloziya siyasî.
Kilaydiya Rût alîkara serokê parlimana Almanyyaê li vê barê got : Mêrkêl divê girêdayîbpna xwe bo Mêrkêlê qut bike û dawiyê bide hevhatina penaberan anvbera Yekitiya Ewrûpa û Tirkiyê û dewsa wê divê Yekitiya Ewrûpayê bi awayekî yekgirtî berpirsiayriya penabern bigre istûyê xwe .
Ji aliyê din ve jî Erdogan hewl dide ku vê hevhatinamê jibo wergirtian puenan ji YE bikar bîne. Eva li halekê ye ku ser bawera piraniya karzanan siyasetên navçeyî yên Tirkiyê bityabet li hember Sûriyê şikst xwariye û ev şikesta li peywendiyên Tirkiyê bi şirîkên ewrûpî û emerîkî de jî deng vedaye. Gefên Erdogan li berteka li hember pejirandina biryarnama jînosayda ermeniyan û cihnehatina berpirsiyariyên YE derheq rakirina vîzaya welatiyên Tirkiyê bo welatên endamê Yekitiyê pirtir gefeke devkî an devojenî ye .
Erdogan nîşan daye ku di rewşekê ku li siyasetên xwe yên navçeyî şikest xwariye li çend bereyan nikare qeyrana li peywendiyên bi şirîkên rojava û cînarên xwe rêveberî bike. Peywendiyên Tirkiyê bi YE re di rewşeke baş de nîne ji ber ku her du alî tu hevceyî bi hev tine ne ji bo rêveberiya qeyrana penaberan bo Ewrûpayê û dûhatên dervey navçeyî yê qeyranê li Sûriyê û Iraqê, û Erdogan kêmtir ji Yekitiya Ewrûpayê di bin zexta vê nakokiyê nîne.