Dewra duyem a sefera ewropî ya Zerîf
Wezîrê karên derve yê Îranê duyemîn roja sefera xwe ya ewropî bi serdana Norwêjê û beşdariya li civîna `Oslo Forom`ê dest pê kiriye.
Zerîf roja duşemiyê, 13`ê Hezîrana 2016`an, hevrê ligel seyd Ebas Iraqçî, Mecîd Text Rewançî û Husêyn Cabirî Ensarî gihîşt Osloyê.
Rayedarên welatên cûrbicûr ji wan wezîrê karên derve yê Amerîkayê, can Kêrî û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka mogirînî jî beşdarî civîna Oslo Forum`ê bûne.
Wezîrê karên derve yê Îranê li civîna Oslo Forum`ê ku gotûbêjên mirovhezane li asta cîhanê da hildiokolîne,, wê biaxive.
Civîna Oslo Forum`ê wek civîna sereke ya navbeynakrên şêrr, biryarderên derecebilind û karzanan tê naskirin.
Zerîf piştî beşdariya li vê civînê wê Norwêjê ber bi Almanê va biterkîne û li seferkeçendsaetî bo wî welatî dê li Bêrlînê ligel wezîrê karên derve yê Almanê, Frank Waltir Ştayn Mayêr li çarçoveya peywendiyên duyalî û miajrên navçeyê gotûbêj bike.
Wezîrê karên derve yê Îranê li dewra yekem a sefera xwe ya ewropî derdora mehekl berî niha sefera çar welatên Swêd, Fenland, Lêtonî û Polayê kirbû.
Zerîf li duyemîn sefera xw eya bo Ewropayê wê li warê cûrbicûr li bara hevkariyên duyalî û çend alî gotûbêj dike. Ev gotûbêj ji bo amadekirina nexşeya rê ji bo berfirehkirina danûstandinên siyasî û aborî di navebra Îranê û welatên ewropî piştî cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştaklî ya Pêngava Hevpar gelek girîng e. Ji ber ku li dewra piştî lihevkirina navokî û rakirina biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û pêşketina berbiçav li warê berhemanîn û vegerîna serketî ya Îranê bo bazarên cîhanî yên niftê, rewşa aborî ya Îranê tam bi ferq û tefut ligel berê ye. Mêhwerbûna armancên Abora Berxwedanê li cureyên biryarnameyan û biryarên aborî li vî warî da jî roleke kilîdî li warê diyarkirna ast û cureyên danûstandinên aborî yên Îranê heye.
Warê nift û gazê, sermayedanînên hevpar li warên pêşeyî û berfirihekirina çalakiyên beşa sivîl, rawêjakriyên siyasî û navçeyî ji wan mijaran e ku wê li sefera Zerîf a Norwêj û Almanyayê li bara wan gotûbêj bê kirin.
Ji ber viya dîplomasiya navçeyî ya Îranê li bara çareserkirina kêşeyên navçeyê ji mijarên girîng li gotûbêja siyasî ya Îranê ligel welatên ewropî ye. Loma pêşniyar û nêrînên ku wê Zerîf li axaftina xwe li vê civînê hilêxe, gelek girîng in.
Yekîtiya Ewropa, Amerîka û endamên din ên Koma 5+1`ê li çarçoveya lihevkirina navokî sozin dan e ku cihanîna tam a wan li hevdîtinên wezîrê karên derve yê Îranê ligel wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Kêrî û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, xanima Fêdêrîka Mogirînî, dê werin şopandin. Elbete Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê çarçovek diyar kirine bona sekinîna li hemberî binpêkirna lihevkirina navokî ji aliyê grûpa 5+1 .
Saziya siyaseta derveyî ya Îranê ji dema serêxwegirtina gotûbêjên navokî û cihanîna Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar hertim cihanîna tam a lihevkirina navokî û parastina mafên Komara Îslamî ya Îranê şopandiye. Li vî warî da planên Rêjîma Siyonîst û derxistina astebngî û berbendan ji aliyê siûdiyan her wiha tevgerên din ji aliyê grûpên naskirî li Amerîka û Kanadayê ji bo vê yekê ne ku Îranê wek çavkaniya gefan bidin nasandin û sermayedanîna li Îranê nedilniya û ne-ewleh nîşan bidin. Ev tevger bi hilêxistina idiayên nediyar û xeyalî li warê piştgiriya ji têrorîsmê û binpêkrina mafên mirovan, projeya tirsandina ji Îranê ji riyên din va dişopînin. Ji ber viya sefera ewropî ya wezîrê karên derve yê Îranê ji bo pûç û bêencamkirina van tevgeran xwediyê girîngiyeke çendalî ye.