Tevkujî li Florîdaya Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i224530-tevkujî_li_florîdaya_amerîkayê
Li gullereşandina li clûbeke şevane li bajarê Orlandoya parêzgeha Florîdaya zêde ji 50 kesî hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2016 07:12 Asia/Tehran
  • Tevkujî li Florîdaya Amerîkayê

Li gullereşandina li clûbeke şevane li bajarê Orlandoya parêzgeha Florîdaya zêde ji 50 kesî hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.

Fermadarê polîsê Orlandoyê ragihand ku ev êrîşa li rêza têrorîsma navxweyî cih digire. Lêkolîn di vî warî da hema wisa didomin. Li ser esasa agahiyên herî dawiyê yên belavbûyî li bara vê gullereşandinê, ev bûyer yek ji bûyerên herî xwînawî ên gullereşandinê li civaka tijî bûyer a Amerîkayê ye. Hin mêdyayên Amerîkayê qala ihtimala hebûna destê DAIŞ`ê li pêkanîna vê gullereşandinê dikin. Van mêdyayan sebebkarê gullereşandinê kesek bi navê Omer Metîn ji dê û bavek bi eslê xwe efxan dane zanîn. Li gorî taybetmendî û nasînên ku mêdyayên amerîkî li bara nasnameya sebebkarê gullereşandinê ragiahndine, pêla teze ya tirsandina ji Îslamê li civaka Amerîkayê bi rê dikeve. Eva li halekî ye ku kiryarên wisa li dijî hîndekariyên mirovî û dadxwziya Îslamê ne. Ji hêla hîndekarî û talîmatên Îslamî her cûre têror û kuştina mirovên bêguneh şermezar e.

Mixabin dewlet û mêdyayên welatên rojavayî bi taybet yên Amerîkayê di navbera kesên ku bi derew û bi navê Îslamê terorê pêk tînin û hîndekariyên qurana kerîm û pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) li warê şermezarkirina têrorê ti cudatiyekê danaynin. Girêdana her cûre kiryara têrorîstî li misilmanan ji aliyê kesên ku bi derew xwe misilman dizanin, tam ji ser agahiyê û bi armanca xerakirn û reşkirina rûyê Îslamê û pêşdabirina armancên zêdexwaziyê yên wan li welatên misilman e. Di rastiyê da komên têrorîst ku roja îro li Ameîkayê dest bi têrora welatiyên amerîkî dikin encama siyasetên Amerîkayê li warê piştgiriya ji tevgerên tekfîrî û têrorîst e. Eger siyasetên destwerdan û zêdexwaziyê yên Amerîkayê li welatên misilman li rojava û başûrê Asyayê û bakûrê Afrîqayê li warê piştgirya ji tevgerên terorîstî û terorîstan nebûya van tevgeran dem û derfeta pêkanîna van cûre çalakiyan peyda nedikirin. Alê Siûd li Erebistanê belavkira herî mezin a zêdegavî û tundiyê li navçeya Rojhilata Navînê ye û di heman demê da hevpeymana herî girîng a siyasî û leşkerî ya Amerîkayê li vê navçeyê ye.

Kesê ku dikare ji bûyera Orolandoyê, îstifadeya herî zêde bike Donald Tramp, berendamê komarxwazan li hilbijartina serokoamrtiya Amerîkayê ya sala 2016`an e.

Tramp berî viya xwestibû ku bila hatin amisilmanan bo Amerîkayê were qedexekirin.

Berendamê komarxwazan li hilbijartina 8`ê mijdara 2016`an a serokomariya Amerîkayê wê bixebite ku ji tirs û nigeraniya ku ji ber bûyera gullereşandinê ya Orolandoyê li clûbeke şevane heya ji destê wê were sûdê werbigire ji bo ku dengê zêdetir ên xelkê qazanc bike. Li vî warê da wê pêleke tirsandina ji Îslamê di asta mêdyayên Amerîkayê bi rê keve. Elbete dewleta Amerîkayê jî wê vê rewşê bi kar bîne. Azadiya hebûna çekan li destê xelkê hertim heger û sebebeke sereke ye ji bo qewimîna bûyerin bi vî rengî, bi taybet ku hejmara kesên ku di salê da li Amerîkayê bi çekên germ tên kuştinê ji 33 hezar kasan derbas dibe. Li vî warî da di sala 2015`an wezîrê dadweriyê yê Amerîkayê, Êrîk Holdir li merasima salê ya civîna serokpolîsên Amerîkayê ragiahnd: Li ser hev gullereşandinên ber bi gelê Ameîkayê ji sala 2008`an va heta niha li gorî salên 2000 heta 2008`an sê beranber bûye.

Serokomarê Amerîkayê, Barak Obama li heyama heşt salan serokoamriya xwe da hewil da ku bi awayekî hin sînoran ji bo bikaranîna çekê germ li civaka Amerîkayê dayne, lê lobiya pirrbandora berhemêner û bifiroşên rê li ber viya girtin ku kongreya Amerîkayê planekê ji bo bisînorkirina ragirtina çekê germ pesend bike.

Barak Obama li hevpeyivîneke têlêvîziyonî serneketina li warê sînordarkirina qanûnên hilandîna çekê germ li Amerîkayê yek ji nekarayiyên dewrana serokoamriya xwe da zanîn.

Hebûna şopa koma têrorîst a DAIŞ`ê li bûyera gullereşandina li clûbeke şevane li bajarê Orolandoya Folrîdaya Amerîkayê zexta li ser dewleta Amerîkayê ji bo biryardana ciddî li bara bisînorkirina rakirina çekê germ kêm dike. Di rastiyê navê DAIŞ`ê li vê bûyerê bi cûrekê hiceteke ji bo siyasetên destwerdanan Amerîkayê li navçeya Rojhilata Navînê ye.