Alûgorên siyasî û meydanî li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i224206-alûgorên_siyasî_û_meydanî_li_sûriyê
Ryaz Hedad, sefîrê Sûriyê li Rûsyê ji civaka cîhanî xwest sozên xwe bona parastina ewlehiya Sûriyê, cih bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2016 14:14 Asia/Tehran
  • Alûgorên siyasî û meydanî li Sûriyê

Ryaz Hedad, sefîrê Sûriyê li Rûsyê ji civaka cîhanî xwest sozên xwe bona parastina ewlehiya Sûriyê, cih bîne.

Sefîrê Sûriyê li Rûsyê, pêncşemiyê ango duh li civînekê li Dûmaya Rûsyê got: Şerrê têrorîstî ku li Sûriyê bi rê ketiye, hemû çîn û qatên civaka Sûriyê û ji wan xaçparêz jî girtine ber xwe.

Balyozê Sûriyê, careka din xwest ku alîkariyên pereyî û çekdariyê bo têrorîstên tekfîrî yên ku li sînorê Tirkiye û Sûriyê çalak in, werin sekinandin.

Eva li halekê ye ku li gorî raporên herî dawîn, têrorîstan li êrişa ser bajarê Helebê, çekên giran û ji wan hawanan bi kar anîne û di van rojên dawiyê de di encama van êrişan de, hejmarek xelkê bêsûc jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Di encama êrişên têrorîstên Cibhetunusrê ser parêzgeha Heleba li bakûrê Sûriyê da, zarokek hate kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raporan, têrorîstên Cibhetunusrê êrişên xwe bona kontrolkirina hin beşên bajarê Helebê, didomînin û hin navçeyên vî bajarî jî dorpêç kirine.

Hevgavê vê yekê, hêzên kurd ên Sûriyê jî bajarê stratêjîk ê Minbicê li bakûrê vî welatî bi tamî dorpêç kirine û riya peywendiya DAIŞ`ê bi bajarê Eizazê li sînorê Tirkiyê, xistine bin kontrola xwe û girêdane.

Bi serdestiya hêzên kurdên Sûriyên li ser riyên peywendiyê yên Minbicê, di pratîkê de peywendiya DAIŞ`ê li navenda Sûriyê tev hêzên vê grûpê li bakûrê Helebê û sînorê tev Tirkiyê qut bûye.

Bi girêdana vê riya girîng, bidestxistina hêzan, firotina niftê û veguhestina bo derveyî Sûriyê ji aliyê tevgerên têrorîstî- tekfîrî ve, nemumkin bûye.

Dewama rewşa awarte ya li Sûriyê, bûye baîs ev welata hewcedarê alîkariya cîhanî û alîkariyên mirvhezane be.

Rêxistina Hîva Sor a Sûriyê, ragihand, karwanek ji 9 kamiyonên hilgirê madeyên xwerinê, ard û alîkariyên nexwerek û pizişkiyê, ji bo cara yekem, derbasî bajarê Darya ya li derdora Şam a Sûriyê bû.

Bajarê Daryayê ji sala 2012`an ve heya niha li destê grûpên têrorîst da bûye û ji aliyê wan ve hatiye dorpêçkirin.

Berî niha Stêfan Dî Mîstora, nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê, ragihandibû ku Şamê derbasbûna alîkariyên mirovhezane bo nav navçeyên dorpêçbûyî, qebûl kiriye.

Lê li halê ku meclisa nû ya Sûriyê, civîna xwe ya yekem di 6`ê Hezîranê da bi rêve bir, di vê civînê de Hedye Ebas wekî seroka meclisê hate bijartin.

Wer xuya dike serokwezîrê nû yê Sûriyê jî bi vê zûtirkê wekî berpirsê pêkanîna dewleta nû were nasandin. Hilal Hilal, yek ji serokên partهya Beis, Imad Xemîs, ji wezîrên dewleta berê û niha ya Sûriyê û Faris Şehabî, 3 berendamên wergirtina posta serokwezîrtiya dewleta ذê ya Sûriyê ne.

Şehabî ku wek nûnerê serbixwe ji parêzgeha Helebê çûye meclisa Sûriyê, berî niha bi rexneya ji destwerdanên Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li karên Sûriyê û bi taybet Helebê, ji ber veguhestina berhemên dîrokî yên Helebê bo Tirkiyê, ew dizê Helebê, bi nav kiribû.

Eva li halekê ye ku parêzgehên Idlib, Laziqiye, Hums, Şam, Hemah û Dera di 24 saetên buhurî da, ji aliyê grûpa têrorîstî û tekfîrî ya El Nusrê va hatine bombebarankirin.