Gelê Yemenê goriyê lîstika NY li erdê Erebistanê
Rêxistiya Neteweyên Yekgirtî (NY) ji helwesta xwe ya berê ya xistina navê hevalbendiya siûdî ya êrişker ser Yemenê nav lîsta xwe ya reş a binpêkirên mafên zarokan hat xarê û navê vê hevalbendiyê ji lîsta hanê derxist.
Ny ragihandiye ku derxistina navê hevalbendiya sidû îya êrişker ser Yemenê ji lîsta reş a vê saziyê heta dema hilkolandina hevpar a kuştin û birîndarakirina zarokên yemenî di encama êrişan da ji aliyê NY û Hevalbendiya Siûdî ye.
Evdilah Muelimî, nunerê Erebistanê li NY idia kir ku biryara derxistina navê Hevalbendiya Siûdî ji lîsta binpêkirên mafên zarokên yemenî tam û bê şert û merc e û idia kir ku rapora NY rola Erebistanê û Hevalbendiya Erebî li istandina dewleta qanûnî û alîkariyên insanî bo yemeniyan berçav negirtiye.
NY îniya buhurî, Hevalbendiya Siûdî ya zorbêj xiste lîsta reş a welat û komên binpêkirê mafên zarokan dema şer û pevçûnan. Li rapora destpêkê ya Ban Kî Mon, serokê giştî yê NY hatiye ku Hevalbendiya Siûdî berpirsa ji sedî 60`ê wan zarokên yemenî ye ku di sala 2015`ê da hatine kuştinê yan birîndar bûne.
Hevalbendiya Siûdî ya zorbêj ji 26`ê Adara sala 2015`an va gelê Yemenê ji erd û esmîn va dide ber êrişan. Kuştina dilreqane ya jin û zarokên yemenî, xirabkirina nijyara vî welatî û dijwarkirina qeyrana ewlehiya xwarin û vexwarinê û hejariyê li Yemenê, tenê beşek ji cinayetên Hevalbendiya Siûdî li Yemenê ne. Divê dorpêçkirina gelê Yememenê ji riya esman û behrê va jî li cinayetên hanê zêde bikin ku di encama wan da gelê vî welatî nemaze zarokên yemenî canê xwe ji dest didin.
Bilî viya, Hevalbendiya Siûdî di bin siya bêdengiya civaka cîhanî û NY sîlehên qedexe (bombên xuşî) jibo kuştina jin û zarokên yemenî bi kar anîne.Bikaranîna sîlehên qedexe li şerê Yemenê, asta herî jorîn a asêbûna NY isbat dike û ev asêbûn û lawaziya, bi paşdaçûna NY li hemberî Eebistanê watedar û balkêş e. Li gorî karnameya reş a NY, dûr nebû ku ev saziya qaşo parêzvanê aştî û ewlehiya cîhanê dema cihanîna erkên xwe da dewsa ku pişta gelê Yemenê bigire, bikeve ber bayê lobiya siûdiyan û helwesta xwe biguherîne.
Erebistana Siûdî li halekî wek idiakir li hemberî rapora destpêkê ya Ban Kî Mon, serokê giştî yê NY helwestê nîşan dide ku ev welata li şerê Yemenê, tawanbar û cinayetkar bûye û divê li hemberî civaka cîhanî bersivê bide. Raporên li bara şerê Yemenê bi zelalî her kesî ra ji wan bo NY aşkira dike ku Hevalbendiya Siûdî mafên zarokan dema şêrr da binpê kiriye û zarokên yemenî bi sîlehên qedexe tên kuştinê.
Amara zarokên yemenî ku bi sîlehên giran û qedexe tên kuştinê û jiyana niha ya gelê yemenê ya di hejariya giran da, belgeyên berbiçav ji bo dadweriya raya giştî li cîhanê ne û kiryara NY ya derxistina navê Hevalbendiya Siûdî ji lîsta reş a binpêkirên mafên zarokan, kiryarek jibo piştgiriya ji Riyazê ye.
NY di dîroka xwe da gellek karên bi vî rengî kirine û ev saziya di dest û xizmeta zilhêzan û piştgirên wan da ye.
Serbixwenebûna NY, lawaziya bingehîn a vê saziyê li warê cihanîna erkên wê tê hesêb û heta dema ku ev rewşa berdewam be, tu hêviyek li cihhatina erka sereke û rasterast a parastina aştî û ewlehiya cîhanê tine.