Hevrêtiya Erebistanê û Ingilîzê li siyasetên dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i222793-hevrêtiya_erebistanê_û_ingilîzê_li_siyasetên_dijî_Îranê
Serokwezîrê Ingilîzê li Press konferansa xwe ya hevpar tev wezîrê karên derve yê Erebistanê li Cedeyê îdia kir ku Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 bi vê wateyê nîne ku Ingilîz çavên xwe li ser ew tiştên ku Îran dike bigre û wan kiryarên ku ew welata cih tîne nebîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2016 11:58 Asia/Tehran
  • Hevrêtiya Erebistanê û Ingilîzê li siyasetên dijî Îranê

Serokwezîrê Ingilîzê li Press konferansa xwe ya hevpar tev wezîrê karên derve yê Erebistanê li Cedeyê îdia kir ku Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 bi vê wateyê nîne ku Ingilîz çavên xwe li ser ew tiştên ku Îran dike bigre û wan kiryarên ku ew welata cih tîne nebîne.

Philip Anthony Hammond wezîrê karên derve yê Ingilîzê ku seredana Erebistanê kiriye, tev şah û cîgirê şahê Erebistanê jî hevdîtin kiriye û li van gotûbêjan wî li bara peywendiyên navbera du welatan û welatên endam ên konseya hevkariya kendava Farsê jî gotûbêj kir.

Philip Anthony Hammond îdia kiriye ku hedefa wî bo vê seferê li çarçîva damezirandina ewlehî û aşitiya navçê û çawaniya berfirehkirina hevkariyên vî welatî tev van welatan e.

Hamond bal kişande ser pêbendî û piştevaniya Ingilîzê ji hevalbendên xwe li navçê û ev piştevaniyane tenê sunetî û girêdayî bi meselên berevaniyê nabin belkî piştevaniyên ewlehî û abûrî jî digre ber xwe.

Ev gotinên wezîrê karên derve yê Ingilîzê bona piştevaniya çek û sîlahî û siyasî ji Erebistanê û bê dengiya vî welatî li hemberî binpêkirina heq û mafê mirovan ji aliyê Riyazê bo hemûyan eşkeraye û kifş nîne ku bo çi Ingilîz li van cure siyasetan hevrêtiya Erebistanê dike ji ber siyasetên Ingilîzê terseyî van siyasetên Erebistanê ye .

Piştevaniya Ingilîzê ji Rejîma Siyonîstî û proje û planên parçekirina kedxwarî û kolonyalîstî yên Ingilîzê li rojhilata navîn hîn jî şûn û eserên xwe li navçê hene.

Pîlana Ingilîzê û Amerîka ku niha jî bi rewşekî nû xwe nîşan dide û wekî nexşa nû ya rojhilata navîn a nû ku niha wekî pîlanekî nû ji aliyê Amerîka û Ingilîzê li halê îcrabûnê ye.

Ew kirîzên nû û ne êminiyên ku grûpên terorîstî ku Amerîka, Ingilîz , Erebistan, Tirkiye û hin welatên navçê ji wan piştevaniyê dikin li navçê çê dikin nîşana vê yekê ye ku Koloniyalîstên duh roja îro bi dû parastina xêr û qazancên kolonyalîstî yên xwe ne, siyasetên ku hema ji berê va didomandin û hedefa wan jî duberekî xistina nav xelkê navçê ye.

Ew babetên ku roja îro li navça Rojhilata Navîn diqewimin, desthata mudaxileyên rojava ser gelê navçê ye û heta wê çaxê ku welatên wekî Erebistanê diravên xwe yên niftî ji bo kirîna çek û sîlahan û rewacdana bîrûbawerên wehabî û girtina parûpişkên siyasî ji welatên rojava xerc dikin, London hema piştevanê van welatan dibe.

Sekinîna Hamond ser piştevaniya ji Riyazê nîşana vê rastiyê ye, lê li bara viya ku gelo ew piştevaniya ser qazanca ewlehî û pêşketina navçê ye yan na, pêwîst e bê gotin ku ev îdiaya derew e, ji ber ku hema niha ku rojava xwe têkelî nav karûbarên welatên navçê kiriye, alozî li navçê pirtir bûye.

Amerîka, Ingilîz û Firansayê ji wan welatan in ku pê palpiştiya bi nexş û rola Erebistanê siaysetên xwe yên koloniyalîstî li navçê îcra dikin.

Li vê navberê em dikarin bêjin ew teblîxatên ku ev welatana dikin, yên xebata dijî terorîstan û mehkûmkirina rûwekî ya binpêkirina heq û mafê mirov li welatên wekî Erebistanê hemû emrazên derewîn in ji bo xapandina bîrûraya giştî ya xelkê navçê.

Ingilîz li hemberî siyasetên serkutkerane yên Erebistanê û Behrêyînê bê denge û hema hîn jî bombên xoşeyî dide Erebistanê û Rejîma Siyonîstî ta ku jinên bê guneh û zarokan li Yemenê û Gazayê bikujin û ji van cure siyasetên xwe wekî rêketinên baş nav dibe.

Hamon bêyî berçavgirtina rastiyan dixebite wisa nîşan bide ku nexş û rola Ingilîzê bona dabînkirina ewlehî û aşitiya navçê erênî ye.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê jî van rojana dixebite nekarayî û bê leyaqetiya hakimên Riyazê veşêre û meselên wekî lawaziya Riyazê li îdarkirina karûbarên Hecê bi curekî nerast bo bîrûraya giştî ya cîhanê pîne bike.

Erebistanê biryara xwe ya sereke daye ku nehêle haciyên îranî herin tewafa mala Xwedê û hema gotûbêjên li vê barê ewqas dirêj kirin ku rêketina ji bo çûna haciyên îranî bona tewafa mala Xwedê teala îmza nebû.

Mesela rastîn li vê barê eva ye, her cure ku welatên wekî Ingilîz û Erebistanê dixwazin bila bikin lê rastî evaye ku bîrûraya giştî ya xelkê cîhanê haje van edebiyatên siyasî û xapokîne van welatan hene û ewna nikarin rastiyan veşêrin.