Cihanîna lihevkirinameya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê pêwsît e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221965-cihanîna_lihevkirinameya_yekîtiya_ewropayê_û_tirkiyê_pêwsît_e
Serokwezîra Almanê idia kir ku lihevkirina Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê li bara penaberan dadmendane ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2016 08:51 Asia/Tehran
  • Cihanîna lihevkirinameya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê pêwsît e

Serokwezîra Almanê idia kir ku lihevkirina Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê li bara penaberan dadmendane ye.

Serokwezîra Almanê, Angêlla Mêrkêlê duh anku yekşemiyê, 22`ê gulana 2016`an, bereberê sefera xwe bo Tikriyê tevî piştgiriya ji lihevkirina di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê li bara penaxwazan da got: Xwezayî ye ku girêdayîbûnên dualî li vê lihevkirinê hene ku em dikarin wê wek pêwsîtiya lihevkirina li ser berjewendiyan bizanin.

Mêrkêlê her viha got: Yekîtiya Ewropa û Tirkiye divê li ser sozên xwe li bara vê lihevkirinê bimînin.

Wê şeva buhurî bi armanca hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên Tirkiyê li bara mijara awareyan û cihanîna lihevkirinameya têkildarî penaxwazan di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê da, Alman terikand û berê xwe da Enqerê.

Ev cara pêncan e ku serokwezîra Almanê di heyama 7 mehên buhurî da sefera Tirkiyê dike.

Bi gurrbûna qeyrana penaxwazan û koçberiya wan ber bi sînorên Ewropayê va ji aliyekî va û ji aliyê din va lihevnekirina welatên ewropî ji bo kontrolkirina rewşê û dewama qeyranê, 28 welatên endamê Yekîtiya Ewroapyê di 17`ê Adara 2016`an da lihevkirinek bi armanca bisînorkirin û kontrolkirina pêla koçberiya penaberan ligel Tirkiyê wajo kirin.

Li ser esasa vê lihevkirinê, Tirkiye divê penaxwazên ku bi awayê neqanûnî çûne Yewnanê vegerîne û li berdêla viya Yekîtiya Ewropayê erkdar e ku penaxwazên sûrî ku berê li Tirkiyê bûne, werbigire.

Tirkiyê li berdêla cihanîna vê lihevkirinameyê xwestiye ku pêwsîtiya vîzayê ji bo sefera welatiyên Tirkiyê bo navçeya Şinginê bê rakirin û gef xwaribû ku eger Broksêl vê serpişkiyê nede welatiyên Tirkiyê dê lihevkirinê cih neyne.

Egerçi ku Yekîtiya Ewroapyê li ser esasa vê lihevkirinê soz da tirkan ku wê rê bide gelê vî welatî bêyî vîzayê sefera welatên endamê vê yekîtiyê bikin, lê ji bo cihanîna vê sozê mercin danîne ku yek ji wan guhertina qanûna dijî têrorîsmê ya Enqerê û berçavgirtina Mafên Mirovan li vî welatî ye.

Tevî viya Enqere hema wisa siyasetên xwe yên berê didomîne.

Siyasetên dewleta Tirkiyê li bara kurdên vî welatî û nebûna azadiyê û tepeserkirina mêdyayan li Tirkiyê, hertim bûne sedema rexneyên navneteweyî ji wan Yekîtiya Ewropayê bûye.

Li gorî gotina karzanan, pesendkirina plana ku Erdoxan ji bo rakirina parêzbendiya dadweriya parlimanterên kurd li parlimanan Tirkiyê dixwaze, di heyama çend rojên buhurî da bû sebeb ku careke din gelek ji siyasetvan û karzanên almanî Tirkiye li ser riya pergaleke dîktatoriyê binirxînin û rayedarên hinek welatên din ên ewropî jî bi tundî ji Tirkiyê rexne girtin û Mêrkêl tawanbar kirin ku tev Erdoxên bi nermî reftarê dike.

Bi awayekî ku Mêrkêlê tevî diyarkirina nigeraniya xwe li bara pesendkirina plana rakirina parêzbendiya parlimanterên kurd li parlimana Tirkiyê ji dewleta vî welatî xwest ku venihêrînekê li vê planê bike.

Serokwezîrê Inglîzê, Dêywîd Kamêron jî bal kişande ser viya ku wê çend dehek derbas bin ku heta Tirkiye bikare tevlî Yekîtiya Ewroapyê bibe û bi bîr xist ku renge sala 3000`ê tişteke visa biqewime.

Kamêroni her viha got: Wê gavê jî Inglîz weke gişt welatên endamê Yekîtiya Ewropayê wê serpişkiya xwe ya vêtoya ji bo sekinîna li hemberî hatina tirkan nav vê yekîtiyê bi kar bîne.

Li nav kêşe û gengeşeyên siyasî ji aliyê din va wer xuya dike ku ev siyasetvanên her du welatan in ku li halê wergirtina serpişkiyan ji bo berjewendiyên xwe ne. Yekîtiya Ewropayê û di asta herî jorîn da Alman hevkariya ligel Tirkiyê tenha riya kontrolkirina qeyrana penaxwazan dizane û Tirkiyê jî niha derfetek peyda kiriye ku miraza xwe ya dûr û dirêj bigihîne hasilê û bi cûrekê Yekîtiya Ewropayê bîne ser rê ku daxwazên wê bipejirîne, tevî viya gotinên duh ên Kamêroni helwêsteke tund li dijî siyasetên Tirkiyê bû.

Di vê navberê da penaxwazên ku li ser tixûban di rewşa herî dijwar û nemirovane da derbas dikin goriyên sereke yên vê bacxwaziya tirkan in.