Pejirandina pêşniyarqanûna rakirina parêzbendiya parliemanteran li meclisa Tirkiyê-
Parlemana Tirkiyê duh pêşniyarqanûneke din a bi dilê partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) pejirand.
Parlemana Tirkiyê pêşniyarqanûnek pejirandiye ku li gorî wê, bi pêkanîna rêforman li destûra bingehîn, mafê parastîbûna li ber dadweriyê ya parlimanterên partiyên muxalifê dewletê yê bê rakirin. Parlemanteran û di rastiyê da parlimanterên AKP`ê ev pêngava bi armanca serastkirina riya muhakimekirina çend parlimanterên partiyên dijber rakirine.
Ji 550 parlimanterên li meclisa Tirkiyê, 376 parlimanterî pirranî yên AKP`ê dengê Erê dan vê pêşniyarqanûnê.
Ev pêşniyarqanûna dema ku ji aliyê Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê va hat piştrastkirinê yê wek qanûn bê ragihandin.
Karzan û çavdêr ser vê bawerê ne ku pêşniyarqanûna AKP`ê ya rakirina parêzbendyê pêngaveke din a şexsê Erdogan serokomarê Tirkiyê jibo wêdadayîna neyaran ji meydana siyasî û civakî ya welêt e.
Di rastiyê da, dewleta Enqerê bi pejirandina vê pêşniyarqanûnê wek qanûnekê, yê zemîneya dûrxistina neyarên xwe yên herî girîng nemaze PKK`ê ji qada siyasî ya welêt pêk bîne. Ev çavdêr dibêjin ku armanca sereke ya pejirandina vê qanûnê li meclisa Tirkiyê, lêdana derbên herî dawiyê li vê partiya neyarê siyasetên Erdoganê serokomarê Tirkiyê ye. Li halekî ku serokomarê Tirkiyê ewqas bala xwe nade ser piştgirên koma têrorîst a DAIŞ`ê li welêt, ji ber vê yekê pêngava Erdogîn ya wêdadayîna piştgirên PKK`ê li meclisê balkêş e.
Receb Teyîb Erdogan berî viya jî pêşniyarqanûna sipartina desthilata serokwezîri bo serokomêr hilêxistibû. Bi gotinek din pergala parlimanî ya Tirkiyê yê biguhere û sîstema serokatiyê dewsa wê bigire. Li gorî destûra bingehîna Tirkiyê, pejirandina çaksaziyên qanûnî hewcedarê dengê Erê yê du ji sêyê koma parlimanteran ango dengê 367 parlimanterî ye. Heke 330 heta 367 parlimanter dengê Erê bidinê, serokomarê Tirkiyê yê bikaribe vê pêşniyarqanûnê bipejirîne û an jî li bara wê rapirsiyê bi rê bixe.
Rayedarên AKP`ê dibêjin ku bi giştî li bara 138 parlimanteran 600 dosiyên dadweriyê hene ku bi pejirandina tam a van çaksaziyana, hemî dosiyên hanê yê jibo şopandinê herin ber destê saziyên qanûnî.
Eyan e ku serokomarê Tirkiyê yê çaksaziyên hanê bipejirîne. Ji ber ku şexsê Erdogan bixwe pejirandina van pêşniyarqanûn û çaksaziyana li meclisê şopandiye. Xala balkêş di vî warî da eva ye ku ev hejmara parlimanteran pirranî neyarê şexsê Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê ne.
Bi vî awayî divê bê gotin ku bi pêkanîna du guhertinan li destûra bingehîn ku guhertina pergala parlimanî bo serokatiyê û rakirina parêzbendiya parlimanteran digire ber xwe xwe, desthilata Erdogîn yê bi awayekî berfire zêde bibin û ew dê bi awayekî bê mînak bibe xwediyê desthilateke pawanbûyî. Partiya Dêmokiratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) wek partiya herî girîng a muxalifê dewletê, pêşniyarqanûnên bi dilê AKP`ê nemaze qanûna rakirina parêzbendiya parlimanteran derveyî isûlên dêmokirasiyê zanîne.
Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP`ê duh 20 Gulanê li meclisa Tirkiyê ragihand ku Ev pêngava derbeyek li hemberî daxwaza gel e ku mirov nikare wê di çarçova dêmokirasiyê da qebûl bike.
Bi ser hev da divê meriv bêje ku pêngava Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê di warê pawanxwaziya bo wergirtina desthilatê û sûdwergirtina ji desthilata bê mînak li welêt dikare jibo neyarên wî karesatek be. Piştî ku Erdogani ev desthilat bi dest xistin, divê mirov bendewar be ka pêngava din a Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê çî ye?