Berteka Ûrsêtê li hemberî gotinên Mogêrîniyê li bara dirêjkirina boykotan
Dîmîtrî Pêskof berdevkê Koşka Kirêmlînê şeva buhurî li civîneke çepemeniyê li bara pêkutiya Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê ser dirêjkirina boykotên vê yêketiyê l idijî Rûsiyê got: Bihevragirêdana boykotên dijî Moskovê û cihanîna lihevkirinên di çarçova rêketina Mînskê li bara çareserkirina Ukraynê da, karekî şaş e. Wî her wiha got: Tu kes ji boykotên li dijî Moskovê xêrê nabîne û ev boykot ketine rojeva wan welatan ku ji ber boykotên hanê tûşî xisarên giran bûne.
Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya YE`yê şeva buhurî li hevpeyvîna tev rojnama Dî Volt`ê pêkutî kir ku rakirina tam a boykotên li dijî Moskovê, maye ser cihanîna tam a rêketinamên aştiya Mînskê li bara Ukraynê.Wê her wiha got ku ew çavlirê ye boykot û cezayên dijî Rûsiyayê ku di meha Tîrmehê da dema wan kuta dibe, careka din bên dirêjkirin.
Amerîka û Ewropayê û hin hevgirtiyên wan çend dewrên boykotan li dijî sîstema aboriya Ûrsêtê, şîrket û welatiyên ûris sepandine. Pêngava Rûsiyayê ya xistina axa nîvgrava Kirîmê ser axa xwe bû hecetek jibo welatên rojavayî ta ku baykotên hanê bisepînin.
YE`yê biryar e ku heta berî 31`ê Tîrmehê li bara dirêjkirina boykotên li dijî Ûrsêtê biryarê bide.
Amerîkayê û welatên din ên rojavayî bi hilêxistina vê idiayê ku Rûsiyê li alûgurên rojhilata Ukraynê rola xwe hebûye, gellek boykot ser Moskovê da sepandin.
Ev gotinên Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê li halekî ketine rojevê ku rayedarên hin welatên ewropî ji wan Almaniya, Yûnan û Îtaliyayê di van mehên dawiyê da xwestine ku boykotên li dijî Moskovê bên rakirin ta ku careka din ew peywendiyên ticarî yên asayî ligel Rûsiyê dest pê bikin.
Civata Netewî ya Fransayê, yek ji du meclisên vî welatî, vê dawiyê bi pejirandina qanûnekê xwest ku boykotên YE`yê li dijî Rûsiyê bên kutakirin.
Ji hêla din ve, civîna wezîrên karên derve yên 4 welatên nasyar bi Koma Normandî (Rûsiya, Almaniya, Fransa û Ukrayn) jibo hilkolandina meseleyên rojhilata Ukraynê û kutakirina pevçûnan li vê deverê, di 12`ê Gulanê da bêenam bi dawî hat û hêviyên lihevkirinê û çêtirkirina rewşa Ukraynê pêk nehatin.