Bertekên li hember mudaxilên li muzakirên Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221458-bertekên_li_hember_mudaxilên_li_muzakirên_yemenê
Serokwezîrê dewleta îstifakirî ya Yemenê pêşniyara Ensarullahê bo damezrandina dewleta yekitiya neteweyî red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2016 09:53 Asia/Tehran
  • Bertekên li hember mudaxilên li muzakirên Yemenê

Serokwezîrê dewleta îstifakirî ya Yemenê pêşniyara Ensarullahê bo damezrandina dewleta yekitiya neteweyî red kir.

Ehmed Bin Daxer, serokwezîrê dewleta îstifakirî ya Yemeê ragihand ku pêşniyara tevgera Ensarullahê bo avakirina dewleta yekitiya Neteweyî red kiriye.

Bin Daxer li dewama tometbarkirênên aliyên din herwiha îdia kir ku kiryarên Ensarullahê yekitiya neteweyî û aboriya Yemenê rastî krîzê aniye.

Serokwezîrê dewleta îstifakirî her wiha got ku hêzên Ensarullah û hevpeymanên wan divê çekên xwe daynin erdê û ji navçeyên ku xistine bin kontroal xwe ji wan ji Senaya paytexta vî welatî derkevin. Ev gotinên bixerez ên serokwezîrê îstifakirî yê Yemenê li halekê ketin rojevê ku ji ber mudaxileyên taxima nasiyar bi Riyazê gotûbêjên aşitiyê navbera dewleta îstifakirî û tevgera Ensarullahê roja 17 Mayê li Kuweytê rastî pirsgirêkê hat .

Di rewşeke wiha de endamê taxima Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê, wêdeçûna taxima Riyazê ji muazkirên aşitiya Yemenê li Kuweytê nemaqûl da zanîn.

Hemze El-Hûsî her wiha li bara xwestekên taxima dewleta îstifakirî ya Yemenê got ku ev taxima dest bi mudaxilê û raberkirina xwestekên nemaqûl kir û wêdeçûna wê ji muzakireyan nayê pîne kirin.

Endamê konseya siaysî ya Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê jî mehne û pêşniyarên taxima bin piştgiriya Erebistanê nîşana sersariya wan li hember mesela çareserkirian kirîza Yemenê da zanîn .

Muhemed El-Bexîtî,endamê konseya siyasî ya Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê li berteka li hember rawestandina beşdariya taxima yemenî li muzakirên aşitiyê yên Kuweytê got ku şertên nemukin ku vê taximê bo vegeriyana bo gotûbêjê kivş kirine ji wan bifermînaskirina serdestiya wan ser Yemenê ji aliyê Ensarullahê û radestkirina çekan bo wan nîşan dide ku aliyê din dil nîne bigihe rêçareyekê .

El-Bexîtî avakirina dewleta guhestinê bi beşdariya hemî aliyan tenê rêçareya çareserkirian qeyranê da zanîn û destnîşan kir ku ji ber taxima bin piştgiriya Riyzê,hevhatina li vê barê ser zirara xwe dizane û lewma li ser riya vî karî sînor û berbendan çê dike .

Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Ensarulaha Yemenê jî wêdeçûna taxima Riyazê ji muzakirên Kuweytê nîşana tinebûna mentiqê û weke dîkatoriyê dizane.

Mîrê Kuweytê jî piştî ragihandina taxiam Riyazê derheq wêdeçûna ji van mzakirana m ji aliyên yemenêî xwest ku bona bidsetxistina encamên erênî şêwirîmên xwe bidomînin.

Taxima ser bi dewletê Mensûr Hdî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê bi serokatiya Ebdulmelik El-Mexlafî roja sêşemiyê li bara rawestandina beşdariya xwe li muzakirên Yemenê agahî da.

Ev kiryara taxima Riyazê li halekê ye ku balefirên cengê yên siûdî û kirêgirtiyên we tim agirbesa li Yemenê binpê dikin .

Muzakirên aşitiyê ji 21 Awrêlê ve bona bidestxistina aşitiya navbera aliyên yemenî li Kuweytê destpê bû lê ji ber mudaxilên taxima Riayzê heya niha bi awayekî cidî bi ser neketiye.