Şertên Hevalbendiya Sune, ser xêr an ziyana Iraqê
Hevgavê hewldana berpirsên iraqî jibo çareserkirina qeyrana siyasî û çalakbûna dubare ya parlimana vî welatî, Hevalbendiya Hêzên Sune jibo vegera nav parlimanê û pişkdarbûna li civînên wê, şert û merc kifş kirine.
Hevalbendiya Hêzên Sune bi daxûyaniyekê vegera li civînên parlimanê bi cihanîna wedeyên serokwezîrê vî welatî li warê çaksaziyan û kifşkirina têkiliya milîtanan û hêzên gelanî va girêdaye.
Eva li halekî ye ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji parlimanter û wezîrên li meclisa Iraqê xwestiye ku jibo derketina welêt ji asêbûna siyasî bizvirin Bexdayê û li civînên parliman û kabînê pişkdariyê bikin.
4 fraksiyonên kurd li meclisa Iraqê duh tevî daxwaza Barzanî, ragihandin ku ew niha nikarin bizvirin Bexdayê, lê li ser amadekirina rewşê jibo birêxistina civînên parlimana Iraqê sekinîn.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî di germegerma hewldanên navxweyî jibo çareserkirina qeyrana siyasî, duh ji parlimanê xwest ku di dema herî zû da jibo dayîna dengê baweriyê bo wezîrên pêşniyarkirî yên têknokirat ên mayî civînê li dar bixe. Qeyrana siyasî ya Iraqê bandor li rêvebirina welêt li qadên curbicur nemaze li şerê dijî têrorîsmê kiriye. Parlimanê wek dezgeha qanûndaner li birêvebirina karên welêt roleke girîng heye. Parlimanê li her welatekî rola danîna rê heye û teitîlbûna vê saziya qanûndaneriyê li piratîkê welêt tûşî bişûndemayîna siyasî dike. Plan û biryarên dewletê jibo cihanînê girêdaiyê pejirandina li parlimanê ne û rewşa niha ya Iraqê bi curekê teitîlbûna karên siyasî ye.
Li gorî rewşa niha ya Iraqê ku li hemî waran bi bandora şerê li hemberî têrorîsma DAIŞ`ê ra rûbirû ye, her plan û şertek divê jibo pêşdabirina karûbaran be û alîkariya vê yekê bike, neku rewşa niha misoger û berdewam bike. Şertên Hevalbendiya Sune ya Iraqê li dijî berjewendiyên netewî yên vî welatî ne û cureke astengîderxistina ser riya pêvajoya rawêjkariya bo çareserkirina qeyrana siyaî ya Iraqê ne.
Ev hevalbendiya li halekî cihanîna çaksaziyên Heyder Ebadî wek pêşmercê pişkdariya li civînên parlimanê hilê dixe ku cihanîna pakêta rêformên serokwezîrê Iraqê maye ser pejirandina li parlimanê.
Dewlet û parliman jibo birêvebirina welêt girêdaiyê hev in û rola kemilandinê dilîzin. Helwesta Hevalbendiya Hêzên Sune li bara têkiliya têkiliya milîtanan bi hêzên gelanî raj î tenê helwesteke siyasî ye û tu alîkariyekê nade çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê.
Hêzên Heşdi Şeibî ji çîn û qatên curbicur ên gel pêk hatine û li şerê dijî têrorîsma DAIŞ`î alîkariya artêşa Iraqê dikin. Xistina duberekiyê di navbera hêzên gelanî da û danîna nave milîtanan ser wan dûrî rastî û insafê ye, ji ber ku şîe, sune, kurd û eşîret di çarçova hêzên gelanî da li yek sengerî li hemberî DAIŞ`ê şêrr dikin. Hêzên gelanî li civaka Iraqê tên hewandinê.
Li gorî gotina Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, qeyrana siyasî bandoreke xirab li şerê li hemberî DAIŞ`ê kiriye. Li gorî vê rastiyê, tişta ku Iraq hewcedarê wê ye, rastbînî û tifaqa zêdetir a komên iraqî û alîkariya bo pêkanîna civînên parlimanê ye.
Karkirina bikêr a meclisa Iraqê riya cihanîna rêformên dewletê serast dike û ev meseleya yê alîkariyê bide bihêzkirina saziyên ewlehiyê jibo chanîna erkên xwe di warê pêkanîna ewlehiyê û serketina li şerê dijî têrorîstên hov ên DAIŞ`ê