Hevdîtina wezîrê karên derve yê Amerîka û Erebistanê li Riyazê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221002-hevdîtina_wezîrê_karên_derve_yê_amerîka_û_erebistanê_li_riyazê
John Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka li çarçîva sefereke fermî şembê gihêşte Riyazê û bi Adil Cubêyîr hevtayê xwe yê erebistanî re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2016 12:54 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê karên derve yê Amerîka û Erebistanê li Riyazê

John Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka li çarçîva sefereke fermî şembê gihêşte Riyazê û bi Adil Cubêyîr hevtayê xwe yê erebistanî re hevdîtin pêk anî.

Li hevdîtina John Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka û Adil Cubêyîr hevtayê xwe yê erebistanî her du aliyan li bara çawaniya berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan û meselên hevpare navçê û cîhanê gotûbêj kirin.

Sefera John Kerî bo Erebistanê li çarçîva wan hedef û armancanin ku hertim karbidestên amerîkî berê xwe didin welatên başûrî yên Kendava Farsê.

Her çend hatiye ragihandin ku hedefa sefera Jon Kerî bo Erebistanê xebata ji bo berfirehkirina hevkariyên navbera du welatane, lê rastî evaye ku hedefa sereke evaye ku neyariyên navbera du welatan ku li dewrana Obama peywendiyên navbera Riyaz û Waşîngtonê çareser bin.

Hejî gotinê ye ku diberiyên navbera Amerîka û Erebiistanê ji çaxê îmzabûna rêketinnama navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 destpê bû.

Piştî îcrabûna rêketinnama navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 ku bûye sebeba tirsa birek ji welatên derûdora kendava Farsê, niha Amerîka bi dû viyaye ku peywendiyên xwe tev van welatan û bitaybet tev Erebistanê qahîmtir bike.

Ji aliyê din ve Amerîka ku siyaseta xwe ya dijî Îranê didomîne yanî welatên cîhanê ji Îranê ditirsîne, eva bûye sebeb ku Erebistan pirtir ber bi kirîna çek û sîlahan ji Amerîka here.

Li rewşeke wiha da Riyaz dixebite ji van seferên karbidetên Amerîka bo Erebistanê ser xêr û qazanca xwe ya ewlehî û eskerî behre bigre û dil heye garantiyeke pirir bi mihana viya ku Îran bo wan wekî gefekê ye bigre. lê rastî evaye ku Amerîka hertim li hemberî van cure siyasetên Erebistanê , nêhrînekî du cure hebye û em dibînin her çend Waşîngton li van cure siyasetan ji Îranê rexne digre ku eva ji dijayetiya Waşîngtonê li hemberî Îranê çavkanî digre lê Amerîka bi curekî sergirtî hertim ji Riyazê dixwaze tev Têhranê rê keve û tev Îranê aşitiyekî sar hebe.

Li rewşekî wiha da em dibînin ku Riyaz hîn jî ji dijminên serekeye îmzabûna rêketina navokî diinavbera Îranê û grûpa 5+1 e û wisa difikire ku pê hilanîna boykotên ddijî Îranê Têhran xwe têkelî nav karûbarên welatên wekî Lubnan, Yemen, Sûriyê û Iraqê dike ku Komara islamî ya Îranê bicaran van cure nêhrînên dijî Îranê yên Erebistanê ret kiriiye.

Ji aliyê din ve em dibînin ku Erebstan ji firotina niftê wekî sîlaheke dîplomatîk li hemberî Îranê istifade dike, yanî hema hîn jî nifta xwe pirtir ji ya ku bo wî welatî kifş bûye difroşe û heta hazire ku nifta xwe bi buhayekî kêm bifroşe welatên cîhan ku sercem van siyasetan ji bo dijayetiya tev Îranê dike ji ber ku kêm buha firotina niftê yan pirtir ji hedê firotina niftê li destpêkê xisaretê li Erebistanê bi xwe dixwîne.