Rûsiyê careka din Tirkiye tawanbar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i220567-rûsiyê_careka_din_tirkiye_tawanbar_kir
Agirê dijmiantiyê navbera Tirkiyê û Rûsiyê tim gurr e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2016 09:52 Asia/Tehran
  •  Rûsiyê careka din Tirkiye tawanbar kir

Agirê dijmiantiyê navbera Tirkiyê û Rûsiyê tim gurr e.

Li dewama tawanbarkirinên her du aliyan, Mewlûd Çawûşoglu, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Rûsiye bi binpêkirina agirbesê li Sûriyê tawanbar kir. Li gorî rapora roja sêşemiyê,10 Gulanê ya Anadolnews`ê, Mewlûd Çawûşoglu, Rûsiye bi binpêkirian agirbesê li Sûriyê tawanbar kir û îdia kir: Moskowa dewsa ku grûpên terorîst yên li vî welatî bike hedef, êrişî ser xelkê sivîl dike. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Li êrişên Rûsiyê ser Sûriyê dewsa ku endamên grûpên terorîst ên Cebhetulnusre û DAIŞ`ê bikevin ber êrişê, nexweşxane dibin hedef. Vî dîplomatê tirk her wiha Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê li warê binpêkirina agirbesê li vî welatî tawanbar kir.

Eva ne cara yekê ye ku rayeadrên Tirkiyê hin tawanan li Rûsiyê va girê didin. Pêştir jî tirkan, ûris li babeta hin kiryaran li Sûriyê tawanbar kirine . Eva di rewşekê de ye ku rayedarên Rûsiyê tim tawanbarkirina Moskovê ji aliyê tirkan va red kirine.

Tirkiye li halekî Rûsiyê û dewleta Sûriyê bi binpêkirina agirbesê li vî welatî tawanbar dike ku DAIŞ`ê di salên derbasbûyî da bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîka, Tirkiye, welatên rojavayî û hin dewletên paşvero yên ereb ên derdora Kendava Farsê, gelek cinayet li welatên navçê bitaybet li Iraq û Sûriyê kirine.

Hejî gotinê ye ku êrişa biqest ser balefira cengê ya Soxo-24 a Rûsiyê li erdên Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va ku bû sedema kuştina balefirvanekî ûris di roja sêşemî 24`ê Mijdara par da, peywendiyên navbera Moskowa û Enqerê aloz kirine.

Karzan tawanbarkirina Rûsiyê bi awayê bidûhev ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyê va bona xweparastinê û rawestana li ber hin liv û tevegrên Rûsiyê didin zanîn. Rastî ew e ku dewleta Tirkiyê vê gavê riyeke guncav bona rawestana li ber liv û tevegrên welatên cînar bitaybet Rûsiyê tine. Lewma wer xûya dike ku rayeadrên dewleta Enqerê carnan bi tawanbarkirinê, hewl didin ku bertekekê li hember Rûsiyê nîşan bidin. Niha dewleat Tirkiyê bi hin pirsgirêkên navxweyî û navçeyî ra rûbirû bûye. Şerî li dijî kurdan û pêkutiya ser jiholêrakirina hemî endamên PKK û alozkirina parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê, pevçûna bi cimaeta Guleni re ji ber tiştê ku wê darbe an avakirina dewleta paralêl dide zanîn, mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatên cînar û hevrêtiya tev hin welatên rojavayî û dewletên paşvero yên ereb ên derdora Kendava Farsê li warê sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed li Sûriyê û pirsgirêkên curbicur ên aborî li nav welêt tenê beşek ji wan pirsgirêkan in ku siyasetvanên hakim li Enqerê pêre rûbirû bûne. Ev pirsgirêk jixwe ji aliyê dewleta partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, AKP ser xelkê hatine sepandin. Eva li halekî ye ku pirsgirêka tev Rûsiyê divê ji pirsgirêkên din ên dewleta Tirkiyê hesab bikin ku wer xûya nake wisa zû were çareserkirin. Li encama vê pirsgirêkê sermayedaner û bazirganên Tirkiyê herîkêm 20 milyar dolar xisar dîtine. Li encama van siyasetên şaş, dewleta Tirkiyê jî ji par ve rastî gelek pirsgirêkan hatiye.

Siyasetên serokkomarê Tirkiyê her wiha bûne sedem ku partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, AKP jî bibe goriyê timakariyên Receb Teyib Erdogani.

Sercem divê were gotin ku bi hilêxistina tawanên li dijî Rûsiyê ji aliyê rayedarên Tirkiyê li warê meselên navxweyî yên Sûriyê pir dûr e ku guhertinek li rewşa xebata welatên têkildar li karûbarên navxweyî pêk were. Tevî viya ku ev îdia ji ber piştgiriya dewleta qanûnî ya Beşar Esed li Sûriyê ji liv û tevegrên Rûsiyê li vî welatî, bêyî ti bingeheke qanûnî ye.