Emerîka, pêwîstiya rakirina berbendên ser riya danûstaninên bankiye Îranê
Çavdêrên siyasî ser vê bawerê ne ku tevî germ û gurrbûna peywendiyên aborî û ticarî yên welatên ewrûpî û asiyayî tev Îranê, saziyên malî û bankî û her wiha tacirên mezin yên van welatan tim ji ber cihanîna boykotên Emerîkayê dilgiran in.
Piraniya bankên mezin ên biyanî daxwaza vegeriyana bo Îranê ji ber hegerên curbicur ji wan cirîmeyên giran ên Emerîkayê yên berê û bifikarbûna derheq vegeriyana dubare ya boykotên li dijî Îranê qebûl nakin.
Bona çareserkirina van dilgiraniyan, rayedarên Emerîkayê bi nunerên saziyên aborî û bankî yên 15 welatan civînek li dar xistine da ku wan li bara destpêkirina peywendiyên bankî tev Îranê xatircem bikin.
Malpera nûçan a El Monitor bi weşandina raporekê li vê barê de ragihandiye, tevî civîna hanê ya rayedarên emrerîkî û saziyên aborî û bankî yên 15 welatan û dilgermiya ku rayeadrên emerîkî li bara pêwendiya bi Îranê re dane wan, lê ti hêviyeke rohn li vê babetê de nakeve ber çavan.
Welatên ewrûpî tewsiyê li kompanî û şirîketên sermayedaner dikin ku derfeta hevkariya tev Îranê wek bazareke herî mezin ya ticarî li vê sedsalê ji dest nedin û îstifada herî zêde jê bikin, lê li gor hin belge û şahidiyan, li warê cihanîna rêketinama navokî, siyasetên Emerîkayê ne wekî siyasetên Yekitiya Ewrûpayê ne.
Van berbend û pirsgirêkana xisarê digihînin berjewendiyên çirîkên ticarî yên Îranê.
Rayedarekî bazirganî yê agehdar li vê barê ji El Monitorê re gotiye ku rayedarên wezareta karên derve û wezareta xizînedariya Emerîkayê li civîna ku hefteya buhurî hat li dar xistinê bi du bankên swîsî yên Krêdît û UBS`ê re li vê barê şêwirîne.
Corc Rozênberg berdevkê UBS ji El Monitorê re got ku ev banka naxwaze ku karûbarên bankî yên Îranê cih bîne.
Wî li hevpeyvîna tev malpera hanê re destnîşan kir: Niha guhertinek li siyasetên giştî yên Emerîkayê ku xebatên ticarî tev Îranê sînodar dikin, cih nehatiye .
Civata bankdarên Inglîzê jî pêştir ragihandiye ku bankên inglîzî hewcedarê zelalkirina meselê ji aliyê rayedarên emerîkî ne.
Kanala Sky Newsê vê dawiyê li raporekê ragihand ku civata bankdarên Inglîzê BBIê li hev kiriye ku komîteyekê bona hilkolandina dûhatên rakirina boykotên navneteweyî li dijî Îranê bi armanca destpêkirina peywendiyên bankî tev Îranê pêk bînin .
Vê kanala nûçan ji zarê Lord Lamont şandiyê taybet ê ticarî yê Dêyvîd Kamêron bo Îranê got ku Inglîz ji ber boykota Îranê û pêkanîna berbendên ser riya ticareta qanûnî tev vî welatî li serdema boykotan, zêde ji Fransayê, Almanya û Îtalyayê zirar dîtiye .
Saziyên aborî yên ewrûpî ji ber boykotên destpêkê ya Emerîkayê li nihêrîna xwe li hember îranê şik û gumana wan heye û li ser vê esasê peywendiya rasterast ya şîrketan û mirovan tev Îranê sînordar dikin .
Ji ber vê rewşê saziya dîplomasiya Îranê piştî muzakirên navokî, dîplomasiya aborî bona zelalkirina rakirina boykotên aborî û bankî bi micidî bişopîne.
Ji ber berfirehkirina peywendiyên ticarî û aborî têkildarê rakirina tam a boykotan e. Emerîka ji xwe berpirsiyariyên dualî derheq cihanîna rêketinnama navokî xistiye nav şik û gumanan û NY divê li çarçêva biryarnama konseya Ewlehiyê li bara cihanîna rêketinnama navokî li vê barê mudaxilê bike .
Dewleta Emerîkayê her wiha bi hin kiryaran bi hukmên dadweriyê eşkere dest bi dizîna mal û darayiyên îranê kiriye. kiryara dadgehên Emerîkayê derheq dayîna hukmên bêbingeh, nemaqûl li dijî darayiyên Îranê gefek cidî li hember rêkûpêkî û mafên navneteweyî ye. ev reftar ji aliyê Emerîkayê ji van mijaran e ku divê ji aliyê rêxistin û saziyên navneteweyî were şopandinê.