Tekîda Erdogan ser pêwîstiya çaksaziyê li qanûna bingehîn a Tirkiyê
Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiiyê careke din ser pêwîstiya guhartina qanûna bingehîn û guhartina sîstema siyasî ya vî welatî ji parlemanî bo serokayetiyê sekinî.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News'ê, Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê li gotinên xwe yên duh înê got: Roja îro nizama parlemanî li Tirkiyê bûye sedema çêbûna krîz û aloziyan vêca pêwîst e ev sîstema were guhertin û bibe sîstema serokatiyê û pêwîst e ev sîstema ji xelkê re were şirovekirin da ku xelk jî jê piştgiriyê bike.
Ev gotinên Erdogan li rewşekê hatine gotin ku rojek berî viya Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê ragihandi ku êdî ew bona serokatiya AKP xwe nake namzed.
Hefta bihurî ji ber haydana Erdogan, AKP pişkek ji îxtiyarên Dawûdoglu jê standin.
rexnekar û neraziyên siyasetên Erdogan wî tawanbar dikin ku ew Tirkiyê ber bi dîktatoriyê dibe, çawa ku heya niha kiryar û siyasetên wî ev yeka îsbat kiriye û kiryarên wî bûne sebeba dijberî û nakokiyê di navbera wî û Dawûdoglu.
helbet Erdogan li bara karakter û taybetmendiyên nizama siyasî ya ku ew dixwaze li nav Tirkiyê dasepîne pir neaxivt û herwisa wî negot ku çawan nizama parlemanî ya Tirkiyê bûye sebeba aloziyan li nav vî welatî.
Eva li halekê ye ku li van zêde ji 10 salên ku Erdogan serokê AKP bûye û AKP jî partiya serdest li nav Tirkiyê bûye, hertim AKP li nav parlemana vî welatî xwedan desthilat bûye û ser qazanca siyaseta wî û partiya wî parlemana Tirkiyê xebitiye.
Li her halê da guhartina sîstema siyasî li Tirkiyê ji parlemanî bo serokatiyê tiştek bûye ku Erdogan ji çend salan berî niha ku bi xwe dil hebûye bibe serokkomar jê axivtiye.
Çaxê mirov berê xwe dide rewşa deshilatdariya siyassî li nav Tirkiyê pê dihese ku li van salên RecebTeyib Erdogan her postek ku li nav Tirkiyê girtiye destê xwe hertim Erdogan bi xwe zilamê bi deshilat û bi qawet yê AKP bûye û serdestiya tam li destê wî de bûye.
Pêştir Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyê bû û li gor qanûna bingehîn a Tirkiyê Erdogan bi xwe berpirsê îdarekirina vî welatî bû û posta serokkomariyê posteke bê deshilat û formalîte bûye, niha ku Erdogan bûye serokkomarê Tirkiyê dil heye vî postî bike postê herî girîng ê siyasî li nav vî welatî ta ku bikaribe biryarên girîng ên vî welatî bi xwe bigre destê xwe.
Ser bawera karzanên siyasî, eva ku Erdogan dil heye guhartinan li sîstema îdarî ya Tirkiyê da çê bike pirtir girêdayî şexsiyeta wî bi xwe ye ku dil heye qudretê bigre destê xwe. Ya rast Receb Teyib Erdogan dil heye kesê herî bi hêz û qawet li nav Tirkiyê bibe û naxwaze ku bersiva karbidestên vî welatî yan saziyên berpirs û bi deshilat bide.
Li her halî de gelek ji karzanên siyasî bawer in ku ev nêhrîna Erdogan li nav partiya AKP bi curekê îhaneta li partiyên din ên nav vî welatî ye.
Helbet pêwîst e îşareyî vê ykê jî bibe ku ev xwestekên Erdogan li nav partiya AKP jî îhanet e derheq vî partiyê jî.
Karzanên siyasî bawer in ku kiryarên serokkomarê formalîteye Tirkiyê bi menaya hemû rêberên AKP ye.
Li destpêkê ku Erdogan bûye serokkomar postê serokwezîriyê daye Ehmed Dawûdoglu û Ebdullah Gull ku serokkomar bû wêda da.
Li Tirkiyê ji Dawûdoglu wekî teorîsiyenê AKP nav dibeen lê dîsa jî em dibînin ku Erdogan îxtiyarên Dawûdoglu ji wî istand û ew neçar kir ku ew îdî xwe bona serokatiya AKP kandîd neke.
Dawûdoglu jî dest ji postê serokkomariya Tirkiyê berda û hatiye ragihandin ku qirare kur yan zavayê Erdogan xwe bona girtina postên hesas amade dikin.