Dewama xebata Îranê û Rûsiyayê bona çareserkirina kirîza Sûriyê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karêbarên welatên efrîqî û erebî bona gotûbêja tev karbidestên Rûsiyayê li bara rûdawên navça Rojhilata Navîn, seredana Moskovayê kir.
Hatiye ragihandin ku Husên Emîr-Ebdullahiyan li vê sefera xwe tev karbidestên Rûsiyayê dê li bara rewşa Sûriyê, çawaniya berdewamiya gotûbêjên aliyên sûrî li Genevayê di bin çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî biaxive.
Yek ji bernamên sereke yê Emîrebdullahiyan hevdîtina wî tev Mîxayîl Bogdanov nûnerrê taybet ê Rûsiyayê li karûbarên Rojhilata navîn e.
Ev hevdîtina piştî gotûbêjên vê dawiyê yên Stefan De Mîstora nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê li Moskovayê tev wezîrê karên derve yê Rûsiyayê û tev wezîrên karên derve yên Amerîka û Erebistanê li Genevayê cih digre.
Eva pênc sal in ku ji ber destdirêjiya grûpên terorîstî ser axa Sûriyê bi palpiştiya birek ji welatên navçê û welatên rojavayî, rewşa vî welatî aloz bûye ku ji ber dewama van cinayetên terorîstan herî kêm 250 hezar kes ji xelkê Sûriyê hatine kuştin û milyonan kes jî aware bûne.
Ji aliyê din ve Îran û Rûsiyayê dixebitin ku kirîza nav Sûriyê ji riya gotûbêja dîplomatîk di navbera aliyên sûrî bêyî xwetêkeliya welatên biyanî çareser bibin.
Her li çarçîva vê siyasetê Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê tev Stefan De Mîstora nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê gotûbêj kir û du aliyan ser pêwîstiya destpêbûna gotûbêjên sûrî-sûrî li Genevayê û di bin çavdêriya Rêxstina Netewên Yekgirtî sekinîn.
Lavrov bal kişande ser gotûbêjên xwe tev şandiyê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê li bara çawaniya çareserkirina kirîza vî welatî ji riya gotûbêjên siyasî û destnîşan kir: Li hevdîtina tev De Mîstora li bara riyên siyasî bona çareserkirina kirîza Sûriyê li pêşerojê û piştevaniya ji xebatên wî bona pêşdebirina gotûbêjên sûrî-sûrî hate axivtin.
Li kêlega xebtên nûnerê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê bona çareserkirina kirîza vî welatî ji riya gotûbêjên siyasî, eskerên Rûsiyayê û Amerîka jî dixebitin ku agirbesa nav Sûriyê bê domandinê û rewşê bi curekê amade dikin ku alîkariyên mirovî bigêhjin xelkê Sûriyê yên ku ji aliyê grûpên terorîstî dorpêç bûne.
Ji aliyê din ve Komara islamî ya Îranê jî hemû hêz û karîna xwe bona çareserkirina kirîza Sûriyê bikar digre û dixebite ku gotûbêjên siyasî yên aliyên sûrî bêyî mudaxileya biyaniyan serê xwe bigre.
Herwsa Komara islamî ya Îranê ji xebatên Rêxistina Netewên Yekgirtî bona çareserkirina kirîza Sûriyê jî piştevaniyê dike.
Komara islamî ya Îranê bawer e ku xelkê Sûriyê bi xwe xwedanê welatê xwe ne û eva heqê wan e ku bêyî zextûzora terorîstan û bêyî mudaxileya biyaniyan bona pêşeroja xwe biryarê bigrin.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara islamî ya Îranê li sefera xwe ya Moskovayê destnîşan kir, Eva ku birek ji grûpên terorîstî şîdet dane cinayetên xwe , eva dijî naveroka agirbesa navbera aliyên sûrî ye ku dewama vê rewşê dê bibe sebeb ku li ser riya gotûbêjên siyasî manê û astengî werin çêkirin.
Hêvî tê kirin ku li rewşa nû ya nav Sûriyê ku grûpên terorîstî işkestên giran xwarine û alîgîrên wan yên Rojavayî-Erebî jî bê hêvî bûne û ji ber ku çend milyard dolar xerc kirin ku sîstema hukmdariya Şamê biguherînin û nekarîne hêrs bûne, li rewşa wiha ev hêviya heye ku aşitî û ewlehî di nav Sûriyê da were damezirandin.
Niha piraniya zextûzorê ji bo dabînkirina ewlehî û îstiqrara nav Sûriyê li ser milê artêşa Sûriyê û hêzên gelanî yên vî welatî ye, hêzên ku li vê pênc salên bihurî bona berevaniya ji xelkê Sûriyê gelek zehmetî kişandine û terseyî ew hemû pirsgirêkên abûrî ku bo dewleta Şamê çê bûn lê dîsa jî hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Sûriyê karîn bibaşî wezîfe û pêspartiya xwe li hemberî terorîstan cih bînin û derbên giran jî li terorîstan xistin.
Grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê ji welatiyên nîzikî 100 welatên cîhanê ne û piştgiriyeke zav a abûrî û çek û sîlahî ji aliyê birek ji welatên navçê û welatên rojava , ji wan dibe, lê dîsa jî îrada gelê Sûriyê û artêşa vî welatî derbeyeke giran li van grûpên terorîstî xistiye.