Berteka Ny li hemberî derewên Îsraîlê
Rewşa xirab û diltezîn a Gazayê hîn fukaran ji civata navneteweyî re çê dike û gelên cîhanê ji ber kiryarên rejîma Îsraîlê li dij filistîniyan bi taybetî li zîvala Gazayê ji vê rejîmê bêzar bûne û derewên vê rejîmê li bara Gazayê wek hewldanekê ji bo pînekirina cinayetên Rejîma Siyonîstî li devera hanê dizanin.
Li vê çarçovê de Koordînatorê Hewldanên Mirovdostane yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Robert Bainer derewên rejîma Îsraîlê li bara Filistîniyan rexne kir.Robert Bainer got: Rayedarên îsraîlî dibêjin ku filistînî amûr û kelûpelên malçêkirinê bona hedefên leşkerî bikar tînin, lê wan ser vê îdiaya xwe ti belgeyek raber nekirine. Ji xwe ti nîşanek jî tine ku filistînî van kelûpelan bo hedefên leşkerî bikar biribin.
Bainer got ku Îsraîl ji bo hedefên xwe yên li dij filistîniyan hertim senariyoyên wiha derew çê dike.
Li vê navberê de berdevkê HAMASê Samî Ebû Zehrî jî got: gotinên Bainer bi eşkera îsbat dikin ku Îsraîl hertim îdiayên wiha derew li dij filistîniyan têxe rojevê da ku cinayetên xwe li zîvala Gazayê û dorpêçkirina vê deverê veşêre û vê rewşa zalimane li dij filistîniyan berdewam bike.
Rejîma Siyonîstî bi îsrara ser berdewamiya dorpêçiya zîvala Gazayê îdia kiriye ku Hamas simît û kelûpelên din ên çêkirina malan bona çêkirina tonelan bikar tîne û bi vî awayî nahêle ku simît û ev kelûpelan ên wekî kelpêçan derbasî zîvala Gazayê bibe.
Rejîma siyonîstî ji sala 2007 dorpêçiya zîvala Gazayê zêde û giran kiriye û nahêle ku kelûpelên pêwîst ji bo jiyana filistîniyan yên wekî dew û derman, ardû, kelûpelên avakirina mal û xaniyan derbasî devera hanê bibin. Li vê rewşê de NY ji rejîma siyonîstî xwestiye ku dest ji vê dorpêçiyê berde û gişt derbasgehên zîvala Gazayê vebike vêca li vê çarçovê de biryarnama 1860 weşand .
NY li sala 2009 piştî şerê 22 rojê biryarnama 1860 pejirand û xwest ku Îsraîl gişt êrişên xwe bi lez bide rawestandin û hewldanên ji bo damezirîna agirbesa mayinde li navçê de zêde bibin û desnîşan kir ku bila Îsraîl vebûna derbasgehên sînorî yên Gazayê bo hemî gavan misoger bike û dest ji dorpêçiyê berde.
Terajedya Gazayê û zarokên wê parek ji cinayetên Rejîma Îsraîlê li dij gelê Filistînê ye ku li 68 salan dagîrkirina vî erdî ti caran dest ji tevkujî û nijadkujiya filistîniyan bernedaye û herdemeke dîroka hebûna vê rejîmê tijî ye ji cinayetê li dij gelê filistînî û gelên navçê. Cinayetên rejîma Îsraîlê ewqas kûr û diltezînin ku bandor û tasîra wan a xirab bi salan ser jiyana filistîniyan dimîne.
Rejîma Îsraîlê li çarçova siyasetên xwe yên şerxwazî û şidetxwaziyê li dij filistîniyan her cinayet û kar û kiryarekê bikar tîne ku yek ji wan dorpêçkirina zîvala Gazayê ye ku bi vî awayî ev devera ji filistîniyan re kiriye zîndaneke mezin û bi xuf.
Di encama dorpêçkirina Gazayê li van salên dawiyê bi sedan filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û hîn jî bi sedeean belkî bi hezaran filistînî ji ber nebûna xwarek û dewa û dermîn li zîvala gazayê ketine rewşeke diltezîn û nexweşiyên giran ku gelek ji wan ji ber van cinayetên rejîma siyonîstî li ber mirinê ne, vê meselê ji bo civata cîhanî fukarên zav çê kirine û vê rewşa diltezîn civaka hanê hişyar kiriye ku karesateke însanî û diltezîn li zîvala Gazayê li ber qewmînê ye.