Hişyarî û hevkarî, pêwîstiya derketina Iraqê ji tengasiya siyasî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i219421-hişyarî_û_hevkarî_pêwîstiya_derketina_iraqê_ji_tengasiya_siyasî
Qeyrana siyasî li Iraqê tim didome û alîgirên Muqteda Sedr, serokê tevgera sedriyan bo cara yekê ji navça Kesk an navça ewlehiyê ya Bexdayê derketin û ketin hundirê avahiya parlemanê û avahiya desteya wezîran.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2016 08:49 Asia/Tehran
  • Hişyarî û hevkarî, pêwîstiya derketina Iraqê ji tengasiya siyasî

Qeyrana siyasî li Iraqê tim didome û alîgirên Muqteda Sedr, serokê tevgera sedriyan bo cara yekê ji navça Kesk an navça ewlehiyê ya Bexdayê derketin û ketin hundirê avahiya parlemanê û avahiya desteya wezîran.

Biryar bû parlemana Iraqê roja şemiyê pêvajoya dengê baweriyê bo kabîna teknokerat a Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bidomîne, lê ji ber nerazîbûna alîgirên Sedr û hizûra wan li avahiya parlemanê, civîn ma rojeke din.

Alîgirên Muqteda Sedr ser vê bawerê ne li desteya wezîran a nû ya Ebadî jî par û pişka siyasî û partîyetiyê cih hatiye û pêgirî kirin ku dijberê dewleta kivşkirina par û pişkan in. serokê tevgera Sedrê ya Iraqê berêvara roja şemiyê li nav koma nûçegihanan tekez kir ku qet bi sîstima par û pişkatiyê li dewletê qayîl nabe û li vê barê bi ti siyasetvanekî re gotûbêjê nake. Sedr bal kişand ser vê yekê ku hemî xebatên siyasî yên tevgera Sedrê hatine rawestandin û got ku mifsid tim pêşiya cihanîna reforman li Iraqê digrin . serokê tevgera Sedrê her wiha ragihand ku bona protestokirina vegeriyana gendelî û mifsidan dê du mehan 1bikeve girevê. Sedr ser pêwîstiya cihanîna reformên tam û tekûz li kabîna Heyder Ebadî tekez kir û got heke mesela kivşkirina par û pişkan û partîxwazî cih were, divê dewleta Iraqê îstifayê bide û wêde here.

Hevgavê çûyîna alîgirên Muqteda Sedr bo nav parlemanê û desteya wezîran, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ji xwenîşanderan xwest ku ji navça Kesk derkevin û vegerin cihê taybetî xwenîşandanê. Ebadî tekez kir ku rewşa ewlehiyê ya Bexdayê tam di bin kontrolê de ye û ji xwenîşanderan xwest ku bila derbê li mal û milkên giştî nexin û xwenîşandana xwe ya biaşitî bidomînin. Piştî daxwaza Heyder Ebadî û hevdîtina Muqteda Sedr tev Ayetullah Sîstanî, merceyê derecebilind ê şîên Iraqê, alîgirên Muqteda Sedr ji parlemanê derketin.

Serokkomarê Iraqê, Fuad Mesûm jî şemiyê şevê li daxûyaniyekê ji xwenîşanderan xwest ku bila ser hemdê xwe bin û dewlet û parleman jî dewetî aktîvkirina plana reformê kir.Fuad Mesûm ji serokwezîr, serokê parlemanê û rayedarên grûpên siyasî yên Iraqê xwest ku dest xwe de plana reformên neteweyî bi baweriya li qanûna bingehîn berçav bigrin û rewşê aloz û tevlîhev nekin.

Her wiha piştî çûyîna alîgirên tevgera Sedrê bo navça Kesk û avahiya parlemana Iraqê û dilgiranî û fukara li bara bêewlehiya li paytexta vî welatî, berdevkê fermandehiya opersyona Bexdayê şemiyê şevê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ser damezrandina ewlehiya nuneratiya siyasî û balyozxaneyên biyanî li Bexdayê disekinin.

Berdevkê fermanderiya opersyona Bexdayê Sed Meen got ku saziya ewlehiyê ya Iraqê piştî hizûra xwenîşanderên iraqî li navça kesk a Bexdayê, damezrandina ewlehiya nuneratiyên siyasî erka xwe dizane. Sed Meên her wiha anî zimên ku Heyder Ebadî serokwezîr û fremandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ferman daye ku li hember her kesê ku bixweze destê xwe dirêj ke ser mal û milkên giştî, dê bi micidî bisekinin.

Rewşa hestyar a Iraqê û ji ber şerê li hember terorîzma DAIŞê li vî welatî yekitî û hevkariya grûpên siyasî yên curbicur bona derbasbûna ji qeyrana siyasî pêwîst e. Rewşa niha ya Iraqê û tevgera ku berêvara şemiyê li Bexdayê qewimî qet ser qazanca ti grûpekê nîne û tenê dijminên iraqa hevgirtî û DAIŞ ji rewşa aloz a siyasî li vî welatî sûdê werdigrin.