Bêbaweriya xelkê Tirkiyê li sîstema dadweriya vî welatî
Xelkê Tirkiyê êdî bawera xwe li sîstema dadweriya vî welatî ji dest dane.
Îsmayîl Ruşdî Cîrît serokê dîwana bilind a Tirkiyê îteraf kir ku tenê sedî 30 ji xelkê vî welatî bawerî li sîstema dadweriya vî welatî hene.
Li gor rapora ajansa IRNA'yê, Îsmayîl Ruşdî Cîrît serokê dîwana bilind a Tirkiyê li konferansa rola dawerî û navcîtiyê li qanûna sizayan li Stanbulê bilî rexneya ji saziya dadweriyê û hukmên dadgehên vî welatî got: Li salên bihurî sedî 70 ji xelkê Tirkiyê bawerî bi saziya dadweriya welêt hebûn, lê niha tenê Sedî 30 ji xelkê Trkiyê bawerî bi saziya dadweriya wî welatî hene.
Serokê dîwana bilind a Tirkiyê herwisa destnîşan kir; Ji ber ku dosiyên dadweriyê li nav Tirkiyê gelek pir in loma mecal bona lêkolîn û derxistina hukmên dadweriyê jî kêm e û li ser wextê dengên dadweriyê ji bo wan dosiyan dernakevin.
Partiyên dijberên dewleta Tirkiyê bawer in ku AKP pişkek ji saziya daweriya vî welatî xistiye destê xwe û bi vê yekê dijberên xwe serkut dike.
Ji aliyê din ve AKP jî îdia dike ku gelek ji piştgirên Cimaeta Nûr bi rêberiya Fethullah Gulen di nav saziya dadweriya Tirkiyê de ne û dil hene dijî dewleta Enqerê darbeyê bikar bînin.
Hejî gotinê ye ku li gor xala 138 a qanûna bingehîn a Tirkiyê , saziya dadweriya vî welatî pêwîst e ku serbixwe be, lê çend sal in ku ev mesela li nav Tirkiyê nayê berçav girtin û êdî bo hemûyan derketiye holê ku li nav Tirkiyê, berçavgirtina qanûna bingehîn tenê diroşme û dewleta Enqerê qet qanûna bingehîn berçav nagire.
Karzanên siyasî bawer in, eva ku karbidestên Tirkiyê li ser saziya dadweriya vî welatî bi desthilat bûne û dixebitin, dengên vê saziyê li çarçîva hakimiyeta Enqerê bibin, hegera sereke ya bê baweriya xelkê Tirkiyê li saziya dadweriyê ye.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li deheka bihurî gelekê xebitiye ku dijber û neyarên xwe ji riya saziya dadweriyê bike hebsê.
Ya rast Dewleta Enqerê ji sîstema dadweriyê bona derxistina dijber û neyarên xwe ji meydanê îstifade dike û bi wî awayî dixebite rexneyên dijî hakimiyetê kêm bike an bi gotineke din dengê neraziyan bitemirînr.
Pêştir û li van çend salên bihurî dewleta Enqerê bi mhana viya ku birek ji endamên cimaeta Fethulleh Gulen ketine nav sîstema dadweriya Tirkiyê, birek ji dozgêran û neyarên xwe li nav vê sîstema dadweriyê ji ser kar derxistine.
Sercem siyasetên wiha yên dewleta AKP bûne sebeb ku gendelî bi rewşeke nû li nav sîstema dadweriya Tirkiyê zêde bibe.
Eva tiştekî eşkera ye ku li rewşeke wiha xelê Tirkiyê edî baweriya xwe bi sîstema dadweriya vî welatî ji dest dane.
Gelek ji reftarên siyasî û civakî yên xelkê Tirkiyê ku berê wekî tawan nedihatine hisab roja îro ji wan wekî siza û tawan têne binavkirin û bitaybet li van du salên bihurî gelek ji neyarên dewleta Enqerê bi van tawanan ji karê xwe hatine derxistin yan jî dewleta Enqerê ewna kirine zîndanê.
Niha gendelî li nav sîstema dadweriya Tirkiyê gelek zêde bûye, bo nimûne kesên ku îhaneta serokkomarê Tirkiyê dikin bilî viya ku sizaya diravî li wan tê birîn, 6 mehan hetanî 2 salan jî dikevine hewsê .
Partiyên dijber ên dewleeta Enqerê dibêjin ku AKP pê kontrolkirina pişkek ji saziya dadweriya vî welatî ji vê saziyê bona serkutkirina neyaran behreh digre.
Li hember vê nêhrînê AKP îdiayê dike ku Cimaeta Nûr a bi rêberiya Fethulleh Gulen ketine nav sîstema dadweriya Tirkiyê û wan dil heye ku dijî AKP darbeyê bikar bînin.
Siyaseta dewleta Enqerê bona kontrolkirina azadiya dadgehan, pêştir jî dihate îcrakirin.
Bo nimûne Ebdullah Gul serokkomarê berê yê Tirkiyê li Çileya 2014 ji sîstema dadweriya Tirkiyê xwest ku li lêkolîna ser dosiyên girêdayî bi gendeliyê ku dewleta wê çaxê tawanbar bibû, bê teref be û hema wê çaxê li bara bê baweriya xelkê Tirkiyê bi sîstema dadweriya vî welatî hişyarî dabû.
Ev gotinên Ebdullah Gul ku xwestibû sîstema dadweriyê bê la dijî gendeliya dewleta wê çaxê bi serokatiya Erdogan bixebite, bûye sebeb ku Erdogan û Gul li hemberî hevdu rawestin.
Ji aliyê din ve alîgîrên Gulen jî bawer in ku wan piştevaniya milyonî li nav Tirkiyê heye û ewna Gulen islamxwaztir ji Erdogan dizanin.