Gotinên rêberê giranqedr ê Înqilabê li hevdîtina serokkomarê Efrîqaya başûrî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i218662-gotinên_rêberê_giranqedr_ê_Înqilabê_li_hevdîtina_serokkomarê_efrîqaya_başûrî
Serokkomarê Efrîqaya başûrî, Cakob Zoma ku bi taximeke payebilind sefera Têhranê kiriye, bi rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2016 11:04 Asia/Tehran
  • Gotinên rêberê giranqedr ê Înqilabê li hevdîtina serokkomarê Efrîqaya başûrî

Serokkomarê Efrîqaya başûrî, Cakob Zoma ku bi taximeke payebilind sefera Têhranê kiriye, bi rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li hevdîtina serokkomarê Efrîqaya başûrî ser pêwîstiya zêdekirina hevkariyên welatên serbixwe tekez kir. Wî li vê hevdîtinê bal kişand ser du pîvanên giring li peywendiyên Îran û Efrîqaya başûrî. Yekim pîvan qutkirina peyweemdiya Komara Îslamî ya Îranê tev rejîma apartayda Efrîqaya başûrî piştî serketina Inqilaba Îslamî bû.

Rêberê giranqedr ê inqilabê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê hevgav him tev Rejîma Siyonîstî û him jî tev Rejîma apartayda Efrîqaya başûrî peywendiya xwe qut kir .Lê pîvana dudiyan li nihêrîna Îranê li Efrîqaya başûrî, xebat û têkoşanên gelê Efrîqaya başûrî li dijî rejîma zalim û zordara dijî mirovahiyê ya apartaydê bû, xebat û têkoşanên ku rêberê Efrîqaya başûrî Nêlson Mandela roleke berbiçav li serketina wê hebû .

Hezretê Ayetulah uzma Xamineyî bal kişand ser van du pîvanan û nihêrîna Komara Îslamî ya Îranê li Efrîqaya başûrî erênî û kêrhatî da aznîn û destnîşan kir: Niha peywendiyên Îran û Efrîqaya başûrî û hevakriyên du welatan li civakên cîhanî bi hev re pir bibandor û kêrhatî ye lê divê danûstandina aborî û ticarî jî li gor zirûfên Îran û Efrîqaya başûrî werin zêde kirin .

Cakob Zoma,serokkomarê Efrîqaya başûrî jî li vê hevdîtinê spasiya piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Efrîqaya başûrî bona rawestana li ber apartaydê kir û got :gelê Efrîqaya başûrî ti carî van piştgiriayn ji bîr nakin .

Di rewşa niha ya pergala navneteweyî, berjewendiyên welatên serbixwe maye ser asta hevkariayn li warên curbicur lê pir eşkere ye ku hin berbend jî ser riya van hevkariyan hene ji ber ku qawetên îstikabarî ti car hevdengiya welatên serbixwe qebûl nakin ji ber ku encama vê hevkariyê ser ziyana berjewendiyên narewa yên wan e. loma hin qawet bi hecetên narewa dil hene ku nehêlin navbera welatên serbixwe peywendî çê bibin .

Di peywendiyên navbera Îran û Efrîqaya başûrî jî ev berbend û mudaxile hebûne.

li gorî tecrubê ev kevkarî ser qazanca hemî welatên serbixwe ye . Yek ji mînakên vê hevkariyê , têkiliya Îran û Efrîqaya başûrî li tevgera qeydnenasan e. Efrîqaya başûrî ji babet siyasî û aborî yek ji welatên bibandor li parezeviya Efrîqayê ye û ji aboriyên nû û awangard ê cîhanê tê hisabê.

Îran jî ji ber hêz û mewqî û cih û şûna xwe xwediyê zirûfên zav bona hevkariyên navçeyî û navneteweyî ye ku sekinîna ser wê ji Efrîqaya başûrî re derfeteke giring e.

Gotinên rêberê giranqedr li hevdîtina serokkomarê Efrîqaya başûrî jixwe plana rê ye ku dê destekê bide cihhatina armancên hevpar ên Îran û Efrîqaya başûrî.