Sefera serokwezîra Almanyayê û serokê Konseya Ewropayê bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i218515-sefera_serokwezîra_almanyayê_û_serokê_konseya_ewropayê_bo_tirkiyê
Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel hevrê ligel Donald Task, serokê Konseya Ewropayê roja şemiyê, 23`ê nîsana 2016`an, çûn Tirkiyê. Ev çaremîn sefera Merkelê bo Tirkiyê di heyama şeş mehên buhurî da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2016 08:23 Asia/Tehran
  • Sefera serokwezîra Almanyayê û serokê Konseya Ewropayê bo Tirkiyê

Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel hevrê ligel Donald Task, serokê Konseya Ewropayê roja şemiyê, 23`ê nîsana 2016`an, çûn Tirkiyê. Ev çaremîn sefera Merkelê bo Tirkiyê di heyama şeş mehên buhurî da ye.

Angela Merkelê piştî seredana kampa awareyên sûrî li navçeya Nîzîpa Xazî Entapê li başûrê Tirkiyê li civîna çapemeniya hevpar ligel serokwezîrê Tirkiyê got: Em ê li ser sozên xwe li rêketinama ku tev Tirkiyê li bara penaxwazan hatiye bidestxistin, bimînin.

Ev gotin nîşan dide ku mêhwera sereke ya gotûbêjên Merkelê ligelê serokên Tirkiyê cihanîna bendên rêketinama vê dawiyê Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ji wan dayîna alîkariya sê miliyar ewroyî ya Yekîtiya Ewropayê bo Enqerê û mijara derbasbûna penaxwazan ji Tirkiyê bo Ewropayê her viha hêsankirina tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewroapyê ye.

Yekîtiya Ewroapyê bi armanca bisînorkirin û kontrola pêla penaberann li 17`ê Adara 2016`an rêketinameyek tev Tirkiyê wajo kir. Angela Merkelê bal kişande ser girîngiya lihevkirina Yekîtiya Ewroapyê û Tirkiyê li bara pemnaxwazan ji bo Bêrlînê û got: Girêdana vê lihevkirnameyê pêwsît bû. Li hmberî berpirsiyariyên ku Enqerê li çarçoveya vê lihevkirinanê girtiye ustiyê xwe, rayedarên tirk tevî viya ku sê miliyar eiroyên din werdigirin, di eynî demê da hêvîdar in ku cihanîna wê bibe sebeba hêsanbûna tevlîbûna vî welatî bo Yekîtiya Ewropayê, wisa ku serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoglu got ku divê di warê tevlîbûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropayê pêşketinek pêk bê û qanûna pêwsîtiya wergirtina vîzayê ji bo sefera welatiyên Tirkiyê bo Yekîtiya Ewroapyê ji destpêka hezîrana 2016`an bê betalkirin. Ji hêla rayedarêîn tirk va çêkirina astengiyan ji aliyê ewropiyan li ser riya tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê kiryarên nedirust e. Tirkiye idia dikin ku tevlîbûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropayê li ser xêra du aliyan e.

Tevî pêgiriya dewleta Enqerê ji bo hêsankirina danûştandinên mirovî di navbera vî welatî û Yekîtiya Ewroapyê her viha lezandina pêvajoya tevlîbûna Tikriyê bo vê rêxistina ewropî dijberiyên cidî ligel viya li nav Yekîtiya Ewroapyê heye.

Di rastiyê da hinek ji rêberên ewropî Tirkiyê bi sûcê bacxwaziyê ji Yekîtiya Ewroapyê li mijara penaxwazan tawanbar kirine û bi giranî li dijî endamtiya wî welatî li nav Yekîtiya Ewropayî ne. Bi taybet welatên rojhilat û navenda Ewroapyê nêrîneke xwe ya dij li vî warî da hene. Wisa ku serokwezîrê Mecaristanê, Vîktor Orban li vê barê gotiye ku bi saya lihevkirina Yekîtiya Ewroapyê û Tirkiyê ku Angêlla Mêrkêlê roleke xwe ya girîng tê da hebû, Yekîtiya Ewropayê baceke giran da Tirkiyê. Elbete rayedarên derecebilind ên Yekîtiya Ewroapyê jî li vê barê nêrîneke xwe ya visa hene, wisa ku serokê komîsiyona Ewropayê, Jan Klod Yonker vê dawiyê destnîşan kir ku Tirkiye di rewşa niha da amadetiya xwe bo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewroapyê tine. Bi vî awayî nakokiya di navbera Enqere û Bruksêlê jî hemam wisa berdewam in. Em dikarin pêşbînî bikin ku Yekîtiya Ewropayê renge bersiva nerênî bide daxwaza lezgîn a Tirkiyê li warê azadiya tam a sefera welatiyên Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê ji navgîna sala 2016`an da bide, bi taybet ku ji ber zêdebûna gefên têrorîstî her viha çûyîna penaxwazan, a niha hinek ji welatên navçeya Şinginê di pratîkê da cihanîna wê dane rawestandin yan sînorên xwe bi awayekî cidî li warê hatûçûna kesan kontrol dikin.

Gotûbêjên têkildarî tevlîbûna Yekîtiya Ewroapyê ji sala 2005`an va li çarçoveya 35 bendan dest pê bûye. Tevlîbûmna Enqerê bo Yekîtiya Ewroapyê hewcedara cihanîna naveroka daxwazkirî ji aliyê Brukselê va ye. Tevî viya rewşa Tirkiyê bi taybet zêdebûna astengî û bisînorkirin û zextên li warê azadiya gotinê her wiha reftarên tund ligel rojnamevanan û gurrbûna pevçûnên ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hewildana Receb Teyib Erdogan ji bo pêkanîna pergala serokatiyê li Tirkiyê bûne sebeb ku paşveçûneke berbiçav li warê cihanîna xwestekên Yekîtiya Ewroapuyê ji aliyê Enqerê va pêk neyê. Bi vî awayî divê em bêjin ku tirk nikarin hêvîdar bibin ku bi vê zûtiya welatê wan tevlî Yekîtiya Ewroapyê bibe.