Sefera serokerkanê artêşa Amerîkayê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i218314-sefera_serokerkanê_artêşa_amerîkayê_bo_iraqê
Cozêf Danford serokerkanê artêşa Amerîkayê îro 22 Avrîlê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara hevkariya eskerî di navbera du welatan ji wan şandina hêzên perwerdehiya eskerî bo Iraqê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2016 15:59 Asia/Tehran
  • Sefera serokerkanê artêşa Amerîkayê bo Iraqê

Cozêf Danford serokerkanê artêşa Amerîkayê îro 22 Avrîlê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara hevkariya eskerî di navbera du welatan ji wan şandina hêzên perwerdehiya eskerî bo Iraqê gotûbêj kirin.

Amerîka yek ji wan welatên sereke ye ku nexş û roleke sereke li alûgorên nihaye Iraqê heye.

Ya rast reftarên eskerî û siyasî yên Amerîka li hemberî Iraqê hegera sereke ya nê êminbûn û aloziya siyassî li nav Iraqê ye.

Amerîka piştê hilweşiyana rejîma Sedam û piştê derxistia hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê li kutahiya sala 2011, hîn jî hegerekî serekeye ji bo ne êmin bûna Iraqê û bê ewlehiya vî welatî.

Ji çaxê ku hêzên eskerî yên Amerîka ji Iraqê hatine derxistin, rewşa Iraqê aloze û ewlehiya vî welatî ketiye ber metirsiyê û hîn jî bê ewlehiya siyasî û aloziya siyasî dinavbera aliyên iraqî da heye ku sebebkarekî vê aloziyê siyasetên Amerîka li hembeî Bexdayê ye.

Hinek ji karzanên siyasî û heta birek ji şexsiyetên iraqî bawerin ji ber ku hema ji destpêkê Amerîka nedixwest ku hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxwîne, lê çaxê ku wê prosê serê xwe girt û Amerîka neçar bû ku hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxwîne loma ji wê çaxê netenê ji aloziya nav Iraqê çi aloziya siyasî û çi jî aloziya ewlehî li vî welatî pêşwazî kiriye ku hertim siyasetên xwe li hemberî Iraqê wisa destpê kiriye ku alozî li nav Iraqê da çê bibe.

Nîşana eîkera ji bo vê cure nêhrînê evaye k Amerîka hertim ji neyarên dewleta Bexdayê ji wan Besiyan û ehlê sunet yên nerazî piştevanî kiriye .

Herwisa Amerîka ji siyasetên Herêma Kurdistana Iraqê ku dibin sebeb alozî dinavbera Hewlêr û Bexdayê da çê bibin jî piştevanî kiriy.

Pêwîste ku em îşareyî vê meselê jî bikin ku yek ji siyasetên Amerîka jî hema ji destpêkê eva bûye ku dewleta navendî ya Iraqê lawaz bike .

Her eva ku em şahidin li salên vê dûmahîkê kiryarên terorîstî li nav Iraqê pirtir bûne hemû ji ber siyasetên Amerîka li deheka vê dûmahîkê li hemberî Bexdayê ye û gelek sened û sebelg hene ku nîşan didin Amerîka hertim ji grûpên terorîstî li rojhilata navîn piştevaniyê dike û bo wan alîkariyên abûrî û çe û sîlahî dişîne ku eva bona lawazkirina mêhwera berxxwedanê ye.

Her çend Amerîka ji Oktobra sala 2014 hevalbendiya xwedêbergiravî dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê damezirandiye û her bi vê mihanê hizûra xwe ya eskerî li nav axa Iraqê berfiretir kiriyelê rastî evaye ku Waşîngton qet bi micidî li hemberî terorîstên nav axa Iraqê nesekiniyeji ber ku jinavçûna grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê dijî berjewendiyên Amerîka ye.

Her wextekê ku hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî karîne serketinên zav li hemberî terorîstan bînin dest em şahidin ku li dem û gavên wiha Amerîka dijî hêzên ku ji axa Iraqê berevaniyê dike teblîqat û propagandeyan birê dixwîne û van hêzên gelanî yên nav Iraqê ku dijî terorîstan dixebitin bi derew tawanbar dike ku ewna kel û melên xelkê sivîle Iraqê talan dikin, li halê ku ev hêzên gelanî li kêlega artêşa Iraqê ji canê xwe derbas dibn ta ku xelkê Iraqê dinav ewlehiyê dabin.

Her çend siyasetên wiha yên Amerîka dijî gelê Iraq eşkera bûne lê Cozêf Danford serokerkantiya hevpar a artêşa Amerîka li hevdîtina xwe ya îro tev serokwezîrê Iraqê ser xebata hêzên amerîkî dijî terorîstan hetanî azadkirina axa Iraqê ji bin destê terorîstên DAIŞ'ê destnîşan kir.

Can Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka jî li sefera xwe ya vê dûmahîkê ser xebata dijî terorîstan sekinî l halê ku roja îro gelek sened û serbelg hene ku Amerîka ji wan welatane ku hertim piştevaniya terorîstan dike.

Wisa diyare ji ber serketinên vê dûmahîkê yên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li hemberî terorîstan niha Amerîka dixebite ku xwe jî li van serketinan bi parûpişk bizanibe.