Serokkomarê Tirkiyê dîsa YE tawanbar kir
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja sêşemiyê, 19`ê nîsana 2016`an, di civîna rayedarên herêmî û muxtaran de li Enqerê got: Rapora parlemana Ewropayê li bara rexneya ji pêngavên Tirkiyê di warê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê da nîşana `Niyeta Xirab` û bi tehrîk (provaksiyn) e.
Erdogan destnîşan kir; Pêwîst e li Konseya Ewrûpayê navendek ji bo xebata dijî nejadperêziyê û komploya biyaniyan bê damezirandin.
Wî herwisa birek ji nêhrînên Yeketiya Ewrûpa li bara terorîstan dijî menşûra heq û mafê mirov û demokrasiyê daye zanîn
Ji gotinên Erdogan wer xûya dike ku hedefa wî ji vê gotinê, nêhrîna Yeketiya Ewrûpayê (YE) li hemberî partiya karkerên Kurdistana vî welatî (PKK) ye.
Ji aliyê din ve wisa diyar e ku rapora dijî Tirkiyê ku hefta bihurî ya Yeketiya Ewrûpa ku li parlemana vê yeketiyê hate xwendin karbidestên Enqerê hêrs kirin.
Parlemana Ewrûapyê heftiya bihurî rapora salê ya pêngavên Tirkiyê wek berendama endamtiya li Yekîtiya Ewroapyê ku têda kiryarên Enqerê li warê mafên mirovan bi taybetî mafê kurdan û çapemeniyê li sala 2015`an rexne bûne, pesend kir.
Piştî belavbûna vê raporê karbidestên Tirkiyê bi şîdet Yeketiya Ewrûpayê ji ber vê raporê rexne kir.
Eva ku Enqerê bi şîdet ev rapora dijî Enqerê ji aliyê Yeketiya Ewrûpa rexne kiriye nîşana vê yekê ye ku Tirkiyê hêvîdar e dema ku Enqere li gor qazanca Yeketiya Ewrûpa pêngavekê radike, divê Yeketiya Ewrûpayê jî çavên xwe ser gelek meselan bigire û li gor qazanca Enqerê pêngavan rake.
Li gor vê nêhrînê, ser bawera karbidestên Tirkiyê herçend li mesela penaberan Tirkiyê alîkari daye Ewrûpa, lê Yeketiya Ewrûpa li hemberî vê qenciyê tu pêngavek ser xêra Tirkiyê ranekiriye.
Ji bo nimûne li rêketina ku di navbera Yeketiya Ewrûpa û Tirkiyê hate îmzakirin divê Enqere penaberên ku ji Yewnanistanê bo Tirkiyê tên vegerandin dîsa bipejirîne û wan bi sitar bike û li hemberî vê yekê Enqerê ji Yeketiya Ewrûpa xwest ku welatên ewrûpî jî welatiyên Tirkiyê bê vîza qebûl bike.
Piştî belavbûna rapora Yeketiya Ewrûpa , Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê jî hişyarî da ku eger heta meha Hezîranê Ewrûpa bê vîza welatiyên Tirkiyê qebûl neke, Enqere jî sozên xwe li bara qebûlkirina penaberan cih nayîne .
Erdoxganê serokomarê Tirkiyê roja sêşemiyê, 19`ê nîsana 2016`an, li civîna muxtar û rayedarên herêmî li Enqerê her wiha idia kir: Rapora parlemana Ewropayê li bara rexneya ji pêngavên Tirkiyê di warê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê da nîşana `Niyeta Xirab` û bi provaksiyon e.
Wî tevî vê idiayê ku rastiya terorê tu caran nayê qebûlkirin, wisa idiayên xwe domandin: Divê li nav Konseya Ewropayê navendek ji bo şerê li dijî nijadperestî û dijminatiya ligel biyaniyan bê damezirandin.
Erdogên li axivtina xwe îdia kiriye ku hin siyasetên Ewroapyê li bara terorîstan li dijî menşûra mafên mirovan û demokrasiyê ye.
rayedarên tirk ji ber vê kiryara Konseya Ewroapyê hêrs bûne.
Sercem dûr e ku pê van gefan Yeketiya Ewrûpa dest ji rexne kirina siyasetên dewleta Tirkiyê di warê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ji dewleta Enqerê berde li halê ku pişkek ji hewcetiyên siyasî, abûrî û heta eskerî yên rojava li navçê bi destê dewleta Tirkiyê dabîn dibe.