Gurrbûna qeyrana siyasî li Iraqê
Plana serokomarê Iraqê ji aliyê parlimanterên grevgirtî li parlimana Ieraqê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya vî welatî ev welata tûşî rewşeke dijwar û lihevaliyayî kiriye.
Li heştemîn roja qeyrana siyasî ya Iraqê parlimanterên grevgirtî li parlimana vî welatî roja sêşemiyê, 19`ê nîsana 2016`an, tevî redkirina plana serokomarê vî welatî, Fuad Mesûm, jibo çareserkirina qeyrana parlimanî, li ser dijberiya xwe li hemberî serokatiya Selîm Cibûrî li ser parlimana vî weltî pêgirî kirin û nehiştin ku ew û taxima serokatiya parlimanê bikevin hundir.
Serokoamrê Iraqê li plana xwe ku ew nexşeriyek jibo derketina ji qeyranê da zanîn, pêşniyar kiribû ku gişt parlimanter li civîneke gelanî bi merema bijartina serok û endamên taxima serokatiya parlimanê beşdar bibin û gişt tevgerên siyasî wê yekê bipejirînin û serokwezîr jî lîsteke 22 kesî ji wezîrên xwe bona damezirandina dewletê raberî parlimanê bike.
Fuad Mesûm her viha tevî daxwaza ji parlimanterên grevgirtî ji bo amadebûna li parlimanê ji wan xwestibû ku bo bidawîanîna nakokiyan rê bidin serokê parlimanê, Selîm Cibûrî, ta ku bi saya ravekirina nêrînên xwe li bara tişta ku qewimiye, rêkarên xwe hilêxe.
Tevî viya parlimanterên partiyên dijber tevî girtina rê li ber hatina Selîm Cibûrî bo parlimanê ragihandin ku ew ê rê li ber çalakiya berpirsên ku berjewendiyên gelê Iraqê naparêzin, bigirin.
Li dû dijberiya parlimanterên grevgirtî li hemberî plana serokomarê Iraqê, Selîm Cibûrî jî bi daxuyaniyekê civînên parlimana Iraqê jî heta demeke nediyar paşda xistin.
Qeyrana siyasî li Iraqê ji sêşemiya bihurî bi destpêbûna greva komek ji nûnerên parlimanê giran bû. Parlimanterên grevgirtî pêncşemiya buhurî li yekem pêngava jibo wêdadayîna serokê parlimanê ragihandin ku bi zêdetir ji 170 dengan, Selîm Cibûrî û taxima serokatiya parlimanê ji karê xwe rakirine, lê hinek ji tevgerên siyasî li dijî vê kiryara parlimanterên grevgirtî sekinîn.
Elbete mêhwera nakokiyan li kabîneya dewleta Iraqê nakokiya li bara nijyar û pêkhateya kabîneyekê ye ku serokwezîr, Heyder Ebadî li dû damezirandina wê bi saya wezîrên têknokrat û pispor, dewsa wezîrên girêdayî bi partiyên siyasî ye. Serokwezîrê Iraqê roja 31`ê Adara 2016`an, lîsta 13 berendamên kabîneya xwe ya teze yan heman kabîneya têknokrat raberî parlimanê kiribû lê ji ber dijberiya piraniya fraksiyonên parlimanî, vê lîstê nekarî pêbaweriya nûnerên iraqî bi dest bixe.
Li dû vê kiryarê fraksiyonên parlimanê li ser esasa para xwe li desthilatdariyê, kesên teze jibo kabîneya têknokrat a Heyder Ebadî dan nasandin.
Li gorî gotina karzanan, sebeba sereke ya serneketina Ebadî, tevegrên siyasî yên hevpar li desthilatdariyê ne ku nahêlin şerê li dijî gendelî û guhertinan li asta hikûmetê pêk bê.
Li gorî vê nêrînê, her çend ku nijyara siyasî û etnîkî ya Iraqê bi awayekî ye ku nikare vê xalê li pêkhatina her cûre dewletekê berçav negire, lê dewama nakokiyên komên siyasî ji bo pêkanîna rêforman li kabîneyê, dikare serwerî û hakimiyeta vî welatî bixe ber xeterê.
Ji ber viya çaverêtî heye ku berpirsên iraqî tevî têgihîştina rewşa hestiyar a vî welatî bi taybet gefa komên têrorîst, bi saya hevhatina li bara mijarên nakokbar û berçavgirtina hevdem a pisporî û nêrîn û alîgiriya siyasî bikarin tevî damezirandina dewleteke kêrhatî û xurt zûka qeyrana pêkhatî çareser bikin.